PSK, TDK-TEVGER, PAKê alîkarîyên xêrxwazan gîhandin mexdûrên 4 gundên Îslahîyê

Heyeta hevbeş  a TDK-TEVGER, PSK, PAKê, li gundên Tenûr (Tandır) û Serêbenê (Kayabaşı), Kerkut (Boğaziçi), Tizbî (Yağızlar) ya navçeya Îslahîyeyê ya bi ser bajarê Dîlokê(Entab) ve ye, alîkarîyên ku xêrxwazê welatperwerê Kurd Hanîfî  Xerzî ji Îsvîçreyê anîbûn,  roja 18.02.2023yê li gel Hanîfî Xerzî gîhandin mexdûrên erdhejê.

Heyeta hevbeş a PSK, TDK-TEVGER û PAKê ji Cano Amedî, Rifat Sefali, M.Alî Yilmaz, Suleyman Pamûkçû pêkhatibû.

Alîkarî bi rêya mamoste Mihemed Bestamî  yê ku xelkê wê deverê bû , li 4 gundan  li mexdûrên erdhejê hatin belav kirin.

Di nav van alîkarîyan da çadirên zivistanê, tilûmên xewê yên ji bo zivistanê, betanîye û cil û bergên zivistanê hebûn.

Heyeta hevbeş  a TDK-TEVGER, PSK, PAKê jî,  mexdûrên herçar gundan jî , ji ber ku ji Îsvîçreyê heta vê derê  zehmetî kişandîye da ku  alîkarîyan bigihîne mexdûran, sipasîya welatperwerê Kurd Hanîfî Xerzî kirin.  

Heyeta hevbeş  a PSK, TDK-TEVGER, PAKê ji alîyekî ve alîkarîyên xêrxwaz Hanîfî  Xerzî li mexdûran belav dikirin, ji alîyekî ve jî seredana Beldeya Xotayê(Altınüzüm Beldesi) û gundên Tenûr (Tandır), Serêbenê (Kayabaşı), Kerkut (Boğaziçi), Tizbî (Yağızlar)yê kirinû di derbarê kesên ku di erdhejê da jîyana xwe ji dest dane û zerarên malî da  ji gundîyan agahadarî werdigirtin.

Li gorî van agahdarîyan, li navçeya Îslahîyeyê gelek avahî rûxane û nêzîkî  5 hezar kesan jîyana xwe ji dest dane.

Li Beldeya Xotayê( Beldeya Altinuzum) ji 100î zêdetir mirovan jîyana xwe ji dest dane, ji 3000 xanî yên heyî  ji 40î zêdetir  ji wan hilweşîyane, ji 100î zêdetir jî nikarin bêne bikar anîn.Li Xotayê di erdhejê da, Serokê Berê yê Beledîyeya Xoytayê Bekîr Dûdû  û hevjîna xwe jî jîyana xwe ji dest dabûn. Bekîr Dûdû bavê nivîskara welatperwera Kurd Vera Koyî û xezûrê welatperwerê Kurd Omer Ozmen e.

Li gundên Tenûr (Tandır), Serêbenê (Kayabaşı), Kerkut (Boğaziçi), Tizbî (Yağızlar)yê bi sedan kesan jîyana xwe ji dest dane.

18.02.2023


 

 

 

En çok Okunan İçerik