• » Gündem
  • Îro heyetekê PSK û PAKê ji bo piştgirîyê li Diyarbekirê serdana DBPê kirin.

    Di serdanê da Serokê Giştî Bayram Bozyel û Cîgirê Serokê Giştîyê PAKê Vahit Aba di daxwuyanîyekê ji bo çapemenîyê da operasyonên li dijê avahîyên DBP û girtina çend rêvebirên partîyê şermezar kirin û piştgirîya xwe eşkere kirin. Her wisa bal kişandin ku roja 19. 12.2022an da polis avêtibû li ser PSK, PAK û Hereketa Azadî û alayên Kurdistanê berhev kiribû û vê kiryarê jî wek bêtehemuliya li dijê nirxên Kurd destnişan kirin.

    Hevseroka DBPê Saliha Aydeniz  jî di civîna bo çapemenîyê da ji bo piştgirîyê spasîya PSK û PAKê kir û operasyonên li dijê DBPê wek erîşekê li dijê gelê Kurd pênase  û şermezar kir.

    Piştê civîna çapemenîyê nunerên hersê partiyan liser rewşa Kurdistan, Tirkiyê  û geşedanên dawî sohbet kirin.

    İçerik Başlıkları
    En çok Okunan İçerik