• » Gündem
  • Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel tevî Cihgirê Serokê Giştî Selva Baksi, Celal Yıldız, Mehmet Bozhan û Veli Koparan îro (14.11.2023) li Ofisa Hewlêrê a PSKê pêşwazîya heyetekê Partîya Welatparêzên Kurdistanê kir.

    Heyeta PWKê ku ji Serokê Giştî Mustafa Özçelik û rêvebirên partiyê M. Can Azbay, Vahit Aba, Baran Boskan, Seval Mert û Orhan Kaya pêkahatibû di serdanê da vekirina Ofisa PSKê a li Hewlêrê piroz kirin û daxwaza serkeftinê kirin.

    Di serlêdanê da herwisa behsa geşedanên li Kurdistanê hat kirin û derbarê pirsgirekên sîyasî da berpirsên herdu partîyan bîrûrayên xwe eşkere kirin.

    Serlêdana PWKê ya Ofisa PSKê a li Hewlêrê di atmosfereke erênî da derbas bû. 

    İçerik Başlıkları
    En çok Okunan İçerik