Serokê PSKê Bozyel Pêşwazîya Waliyê Hewlêrê Kir

Waliyê Hewlêrê Umid Xoşnav û heyeta xwe ku ev çend roj in li Diyarbekirê ne, roja 01.05.2024an serdana Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) kirin.

 Heyeta Herêma Kurdistanê ji aliyê Serokê PSKê Bayram Bozyel û rêvebirên partîyê ve hat pêşwazî kirin.

 Bozyel û jiber pêşwazîya Walîyê Hewlêrê kêfxweşîya xwe dîyar kir bal kişand li ser girîngîya diyaloga di navbera partîyên Kurd.

 Bozyel di axaftina xwe da eşkere kir ku pirsa Kurd û Kurdistanê wekî berê îro jî li heremê pirsa sereke ye. Mijara hemî hewldan û trafîka diplomasiyên li  herêmê pirsa Kurd e. Hatûçûnên Enkere, Bexda û Hewlêrê jî bi mijara Kurd ve eleqedar in.

 Bozyel di axaftina xwe da got; ev şer û şîddeta ku piştê sala 2015an zêde bû, tenê xesar neda gelê Kurd, herwisa li Tirkiyê jî bû sedemê qrizeke mezin a sîyasî û aborî. Em encamên siyaseta şer û şîddetê di hilbijartinê 31ê Adarê da dibinin. Yê ku bu sebep AKP di hilbijartinan da bikeve rêza diduyan siyaseta şer a dijê Kurd bû.

 Bozyel behsa hewldanên jibo desturekê nû kir û got; Divê aliyên Kurd pêvajoya destûra nû wek firsend bikarbînin û jibo ku dawxazên miletê Kurd di desturê da cî bigrin bi yekdengî hereket bikin.

 Bozyel di dewamîya axaftina xwe da behsa îhtîmala pêvajoyeke nû kir; Jibo li Tirkiyê aştî û aramî peyda bibe bibe nebe divê çareserîya meseleya Kurd were rojevê. Di qonaxekê wisa de em bawer dikin ku, Birêz Mesud Barzanî û Serokê Kurdistanê Neçirvan Barzanî dê bikarbin rolekê muhim bilîzin. Şert û mercên li heremê paşeroja çar parçeyên Kurdistanê her diçe nêzîgê hev dike. Jiber vê yekê girîngîya danûstandinên di nav partîyên Kurdistanê roj bir roj zêde dibin.

 Di ziyareta PSKê da Waliyê Hewlêrê Umit Xoşnav  jibo pêşwazîya germ sipasîya Serokê PSKê Bayram Bozyel kir. Xoşnav got; tevî êriş û dorpêçkirinên neyasayî yên dewletên heremê, gelê Kurd li ser pîyan e û bi biryarî di rîya azadîyê da dimeşe. Xoşnav behsa hevdîtinên Serokkomarê Tirkiyê Erdoğan yên li Hewlerê kir û got ku ew girîngî dinin van dîyalogan. Umid Xoşnav herwisa anî ziman ku ew hêvî dike dê li Tirkiyê carekê din prosesa aştiyê bê rojevê û di qonaxekê wisa de dê Birêz Mesut Barzani û Hukumeta Heremê rolekê pozitif bigrin li ser milên xwe.

 Hevdîtina di navbera PSKê û Heyeta Kurdistanê ku qasê saetekî ajot ji aliyê çapamenîya Kurd ve hat şopandin

 02.05.2024

 Buroya PSKê a Çapemenîyê

 

 

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik