PSK; BILA ÇEK BÊDENG BIN, KURD JÎ BIGÎHÎJIN MAFÊN XWE YÊN NETEWEYÎ

Meclisa Partiya Sosyalist a Kurdistan (PSK) di civînekê xwe da pêvajoya dawî li Tirkiyê û bandora wî li ser pirsa Kurd nirixand û daxwûyaniyekê nivîski ji raya giştî ra belav kir.
Serokê PSKê Bayram Bozyel di avahîya PSKê a Amedê da encamnameya Meclisa PSKê jibo çapemenîyê ragıhand.
Rudaw, K24, Kurdistan TV, Cannal 8, Spêda beşdarê civîna çapemenîyê bûn û bi zindî weşandin.
Tevahîya daxwûyanyê li jêrê ye.
BILA ÇEK BÊDENG BIN, KURD JÎ BIGÎHÎJIN MAFÊN XWE YÊN NETEWEYÎ
Meclisa Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) di 15ê Adara 2025an da civîya, geşedanên siyasî yên li herêmê û Tirkiyeyê û bandora wan a li ser pirsa kurd nirixand û biryar da ku belavoka jêrin jibo raya giştî were pêşkêş kirin.
Nîzama ne rewa ya li Rojhilata Navîn ku li dijî îradeya gelê Kurd hatiye avakirin û bûye sedemê perçebûna kurdistanê, hêdi hêdi ber bi nemanê ve diçe.
Sistema tekeparêz, nîjadperest, otorîter a ku li ser înkarkirina hebûna gelê Kurd li Tirkiyeyê hatiye avakirin, êdî nayê domandin. Dewleta Tirk di sedsala borî da bersiva hemu daxwazên netewi û demokratik yên gelê Kurd bi şer û tundîyê da.Tevî vê yekê jî gelê Kurd tu carî serî li ber zilim û înkarê netewand û bi biryardarî têkoşîna xwe ya ji bo mafên netewî domand.
Tecrûbeya sedsala borî nîşan daye ku tundî, înkar û pevçûn tu pirsgirêkekê çareser nakin, berovajî pirsgirêkan kûrtir dikin.
Dewleta Tirk di van demên dawî de ji ber xitimandina polîtîkayên şîdet û înkarê yên li ser pirsgirêka Kurd û jiber bandora geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn, ketiye nava lêgerîneke nû.
Piştî banga Devlet Bahçe di Cotmeha 2024an da û serdana heyeta DEMê bo Îmraliyê, serokê PKKê Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê da daxuyaniyek belav kir.
Ocalan di daxuyaniya xwe da bang li PKKê kir ku kongreya xwe li dar bixe, çekan deyne û xwe fesih bike. Di heman daxuyaniyê da Ocalan diyar kir ku “Serdema federasyon, xweserî û mafên çandî bi dawî bûye.”
Partiya me û gelê Kurd bi giştî vê helwesta Ocalan, ku diji daxwaza statuya netewî ye, qebul nakin û dîyar dikin ku helwesta hanê inkar kirina xebata azadiya gelê kurd ya sedsalî ye.
Ji aliyê din ve partiya me erênî dibîne û piştgirî dide banga bêdengkirina çekan ku di van 40 salên dawî de zirareke mezin daye gelê kurd, rê li ber pêvajoya siyasî girtiye û derfet daye dewletê ku tevgera kurd krîmînalîze bike.
Çek berdana PKKê dikare bibe sedema nermî û alikariya xweşbûna zirufên siyasi û bi dest xistina mafên demokratik. Herwisa dikare bibe alîkar ku Başûrê Kurdistanê aram bibe û gelê Kurd li Rojava bibe xwedî statuyeke neteweyî.
Bona ku çek bêdeng bin û aşitî pêkbê, divê dewlet jî gavên lezginî bavêje. Ji bo kesên çekên xwe deynin vegerin jiyana normal, yên li zindanan bên berdan, operasyonên keyfî bi dawî bibin û dawî li qeyuman were, divê di warê qanûnî da gavên pêwîst bên avêtin.
Bê guman bê dengkirina çekan girîng e lê ev bi tena serê xwe nayê wateya çareser kirina pirsa Kurd. Bona çareser kirina pirsa Kurd divê gelê Kurd bigihije hemu mafên neteweyî.
Ji bo vê jî berê her tiştê divê nasnameya gelê Kurd di desturê da ci bigre . Zimanê Kurdî bibe zimanê fermi û perwerdeyî. Mafê xwerêxistinkirinê û azadiya birûbawerî jibo gelê Kurd were dabin kirinê. Kurd bikaribin bi navê Kurd û Kurdistanê partî, komel û dezgehên civakî damezrinin. Ji bo guhartinên hanê divê şuna destura heyî, ku desturekê yekparêz û inkar kirinê ye, desturekê pirrengî û pirçandî were amade kirinê. Ji bona vê yêkê pêwistî bi zirufêke azad û gengeşî û diyalogê heye. Divê hemu partiyên Kurdistanê, dezgeyên sîvîl, ronakbir û akademisyen beşdarê proseya çareserkirina pirsa Kurd bibin û bona beşdariya hanê zeminekê guncav were ava kirinê.
Azadî nayên dayîn, bi têkoşînê tên stendin. Ji bo vê yekê jî divê hêzên neteweyî û demokratîk ên gelê Kurd li ser xalên hevpar bibin yek û di pêvajoya siyasî de roleke aktîf û kariger bilîzin.
Piştê ruxandina rejima BAAS li Suriyê, derfetek dirokî kete destê Kurdan û pêkhateyên olî û etnikî yên vê welatê. Îro li pêşiya Kurdên Rojavayê Kurdistanê, ku bi salan bê nasname mane û ketine ber zilm û qirkirinê, derfet ên baş hene ku bigihîn azadiyê. Ji bo ku ji van şert û mercan sûd werbigirin, divê PYNK, ENKS û partiyên din ên Kurd ên Rojava zûtirîn li dora bernameyeke netewî bibin yek û bi rejîma nû ya Sûriyê re li ser masê rûnin.
Li aliyê din Turkiye, divê li Suriyê dev ji siyaseta dij statuya netewî ya Kurdan berde û rêz li iradeya gelê Kurd bigre û ligel wan bikeve têkiliyê. Li navçeyê, danina peyvendiyên bi rumêt li gel Kurdan, di berjevendiya Tirkiyê da ye jî. Azadiya Kurdên Suriyê, di avakirina aşitiyê li navçeyî da faktorekê bingehin e.
Cigir bûna aşitî û aramî û istiqrar li Suriyê, bi damezrandina sistema federal ve pêkan e, ku têda mafên neteweyi yên hemu gelan misoger dibe. Bona ku zilm û zordariya berê dubare nebin, divê destureka pirreng, demokratik û sekuler were amade kirin, ku têda mafên neteweyî yên Kurd, Durzî, Nusayrî û Xiristiyanan were garantî kirinê.
Partiya me di wê bawerîyê da ye ku, di zirufa îro da, ku Rojhilata Navin ji nuh ve tê dizayn kirinê, diyalog, hevkarî û piştgiriya Kurdên herçar parçeyên Kurdistanê, ji her demê girîngtir e.
PSK di 37 salîya wê da jenosida Halepce careki dinê rureş dike û qurbanên jenosidê bi girami bi bir tine.
PSK herwisa Cejna Newrozê li gelê kurd pîroz dike û bi xurti pê bawer e ku sala 2025an ji bo gelê kurd bibe sala azadiyê.
Partiya Sosyalîsta Kurdistan
İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik