Îro (8ê Îlonê), di dibistanên seretayî û navîn de, sala nu a perwerdehiyê dest pê dike. Ev yêka her usa tê vê wateyê ku polîtîkaya asîmîlasyonê ya dewleta Tirk îsal jî wê berdewam bike û bi mîlyonan zarokên Kurd bi Tirkî bixwinin û beene perwerde kirinee.
Dewleta Tirk, ku li ser bingeha Tirk-Îslamê hatiye avakirin û ji destpêkê ve mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî, ku di belgeyên Neteweyên Yekbûyî û peymanên navneteweyî yên din de cih digire, binpê kiriye û hêj jî binpê dike; ziman û çanda Kurdî qedexe kiriye û qedexe kirina hanê bi şiweyên cur bi cur berdewam dike.
Desthilatdariya AK Partiyê gelek caran dilsoziya xwe ji bo nirxên olî diyar dike û ji bo berdewamiya desthilatdariya xwe van nirxan bi kar tîne, lê belê gotina Xudêyê wekî “zimanan ayetên min in” paşguh dixe û bersiva daxwaza “divê zimanê Kurdî di hemû qonaxan de bibe zimanê perwerdehiyê” bi gavên xapînok wekî “dersa bijartî” dide.
Kurdî nasnameya me ya neteweyî ye, perwerdehiya bi zimanê zikmakî yek ji mafên me yên bingehîn e ku di peymanên navneteweyî de cih digire.
PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, bi wesîleya destpêkirina sala nû ya perwerdehiyê, careke dinê bang li hemû aliyên hestyar, saziyên siyasî yên Kurdistanî, rêxistinên civakî yên demokratîk û însiyatîfên sivîl yên ji bo zimanê Kurdî hatine avakirin dike ku dest bidin dest û têkoşînê bilind bikin ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.
Zimanê nasnameya me ye!
Kurdî şeref û aburê me ye!
08 Îlon 2025
PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistanê
Buroya Çapemenî û Ragihandinê
Bijî 1ê Gulanê:Cejna Ked, Kar, Azadî û Hevgirtinê
Yaşasın 1 Mayıs: Emek, Özgürlük ve dayanışma Bayramı
Em Qurbaniyên Qirkirina Ermeniyan Bi Rêzdarî Bi Bîr Tînin
Ermeni Soykırımı Kurbanlarını Saygıyla Anıyoruz
22 Nisan, Kürd Gazetecilik Günü Kutlu Olsun!
22ê Nîsanê, Roja Rojnamegerîya Kurd Pîroz Be
Li Rojhilata Navîn Aştî Bi Naskirina Mafên Neteweyî yên Gelê Kurd Ve Pêkan e
Ortadoğu’da Barış Kürt Halkının Ulusal Haklarını Tanımaktan Geçer
Şehîdên Kurdistanê Nemir İn
Halebce’nin Yarası Kanamaya Devam Ediyor