YEKXISTINA HÊZÊN PÊŞMERGE LI KURDISTANA BAŞÛR GAVEKE DÎROKÎ YE, PÎROZ BE

Li Kurdistana Başûr hewldan û xebatên ji bo yekxistina hêzên pêşmerge gihîşt encamê. Îro (21.09.2026) li Hewlêrê bi merasîmekê hat ragihandin ku hemû hêzên pêşmerge yên li Kurdistana Başûr di bin sîwana Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Kurdistanê de hatine yekxistin.

Avêtina vê gavê ku gelê Kurd demekê dirêj e li bende bû, di raya giştî ya Kurd de bû sedema şahî û kelecanekê mezin.

Yekxistina hêzên pêşmerge yên Kurdistanê, ji bo dabînkirina ewlehiya Herêma Kurdistanê û parastina destkeftiyên neteweyî yên heyî, gaveke mezin û dîrokî ye. Piştgiriya DYA û hêzên Koalîsyonê ji vê pêvajoyê re nîşan dide ku hêza pêşmerge ya yekgirtî di heman demê de ji bo îstîqrar û ewlehiya herêmê faktoreke girîng e.

Dizaynkirina hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê di bin yek banî de û wekî artêşeke neteweyî, ji bo yekxistina saziyên din jî li Kurdistana Başûr hêvî û zemîneke mezin peyda kirîye. Di vê qonaxa îroyîn de, civîna Parlamena Kurdistanê, avakirina hikûmeteke nû, yekxistina hemû saziyên îdarî, siyasî û aborî hem êdî ferz bûye hem jî derfetên wê bêtir zêde bûne.

Ew wek PSK, em hemû alî û aktorên siyasî yên ku piştevanîya pêvajoya yekxistina hêzên pêşmerge yên li Kurdistana Başûr kirine, pîroz dikin. Em dixwazin diyar bikin ku em amade ne piştgiriyekê temam bidin hemû gavên di vê rêyê de hatine avêtin û dê bêne avêtin.

Em hêvî dikin ku pêvajoya heyî li Herêma Kurdistanê bi pêvajoyeke diyalogê ya li ser asta neteweyî, pêşxistina fêhmkirina hevdu û avakirina rêveberiyeke yekane û navendî were tacîdarkirin.

21.09.2026

Bayram Bozyel

Serokê Giştî yê

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê

         (PSK)

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik