Encamnameya Konferansa Pêncemîn a Kurbendê Çep a Kurdistanê

Korbenda Çep a Kurdistanê, ji ber hestkirina bi erk û berpirsiyariya neteweyî ya Kurdistanî û ji bo avakirina nêrînek hevbeş, her sal konferansa xwe li dar dixe.

Korbenda Çep a Kurdistanê, bi beşdariya partiyên endamên xwe, beşdariya hin partiyên siyasî yên Kurdistanê û amadebûna 120 kesayetiyên serbixwe yên siyasî, akademîk û rewşenbîr ji her çar parçeyên Kurdistanê, di 28ê Cotmeha 2026an de, li bajarê Hewlêrê, konferansa xwe ya pêncemîn bi dirûşma «Kurdistan di nav guhertin û pêşketinên siyasî de: astengî û derfet» li dar xist.

Di konferansê de çar panel hatin lidarxistin. Di her panelê de rewşa yek ji parçeyên Kurdistanê hate nirxandin û beşdarên konferansê nêrîn û ramanên xwe li ser mijarên ku di konferansê de hatin nîqaşkirin, anîn ziman.

Di encama axaftin û nîqaşên panelan de, em van xalan ên hevbeş wekî encamnameya konferansê pêşkêşî raya giştî dikin:

1.REWŞA SIYASÎ

Ev konferans di demekê de tê lidarxistin ku cîhan û Rojhilata Navîn di bin bandora şer û encamên wê de ne. Herêm bi astengiyên mezin re rû bi rû ye. Şer û encamên wê, rasterast û nerasterast, bandorê li ser îstîqrara siyasî û aborî dikin û dibin sedema kûr û berfirehtirbûna nakokî û pevçûnên herêmî û navneteweyî.

Ji ber domandina vê rewşê, pêşketina siyaseta berfirehxwaziyê ya hêzên mezin û pevçûna berjewendiyên wan, paşeroja bûyeran û dahatûya siyasî ya herêmê ne diyar e. Di şert û mercên heyî de, heke şer bidome û berfirehtir bibe, îhtîmala xirabtirbûna rewşê jî heye.

Di vê çarçoveyê de, Kurdistan di navenda bûyeran de ye û di heman demê de metirsî li ser gelê Kurdistanê û tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê heye.

Domandina vê rewşê dê bibe sedema êş û azarên zêdetir, qada xizanî û bêkariyê berfirehtir bike û çînên kedkar bi şert û mercên jiyanê yên dijwartir re rû bi rû bihêle.

Ji ber vê yekê, dawîkirina vê rewşa dijwar di berjewendiya giştî ya gelên herêmê de ye. Rojhilata Navîn pêdivî bi îstîqrarê, bihêzkirina bingehên azadî, wekhevî û demokrasiyê, pêşxistina hevjiyana biratiyane ya di navbera gelan de û çareserkirina dadperwer a pirsgirêkên gelên herêmê heye.

2.MAFÊ ÇARENÛSA GELÊ KURDISTANÊ

Di ronahiya van bûyeran de, ne dadperwer e ku di pêvajoya nûvekirina nexşe û hevsengiyên siyasî yên Rojhilata Navîn de, gelê Kurdistanê ji mafê xwe yê çarenûsê bêpar bihêlin û careke din bikin qurbaniya berjewendiyên hêzên mezin.

Korbenda Çep a Kurdistanê, di vê rewşa hestiyar de, bang li partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê dike ku di çarçoveya berjewendiyên giştî yên gelê Kurdistanê de, yekrêziya Kurdistanî pêk bînin.

Her wiha, bi rêzgirtina ji taybetmendî û mafê biryardayîna serbixwe ya her parçeyekî Kurdistanê, divê li gorî bernameyeke hevbeş, di demeke nêz de kongreyeke giştî ya Kurdistanî li dar bixin.

3.ÇARESERİYA SIYASÎ Û AŞTIYANE YA DOZA KURD LI BAKURÊ KURDISTANÊ

Korbenda Çep a Kurdistanê, ji bo bidawîkirina siyaseta înkarkirinê, azadkirina girtiyên siyasî û naskirina mafên rewa yên gelê Kurdistanê, di nav de naskirina ziman û nasnameya neteweyî ya Kurd li Bakurê Kurdistanê, piştgiriyê dide çareseriya siyasî û aştiyane ya doza gelê Kurdistanê li Tirkiyeyê.

4.REWŞA ROJHILATÊ KURDISTANÊ

Korbenda Çep a Kurdistanê, siyaseta bêparhiştin û tepeserkirina Kurdan û her wiha siyaseta îdamkirina wan li Îranê bi tundî şermezar dike.

Di heman demê de, bang li partî û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê dike ku di nav guhertin û pêşketinên siyasî yên Îranê de, yekrêziya xwe bihêztir bikin da ku armancên gelê me pêk bînin û mafên wî yên rewa misoger bikin.

5.REWŞA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ

Korbenda Çep a Kurdistanê bi fikar li rewşa gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê dinêre, bi taybetî di çarçoveya pêvajoya siyasî û guhertinên li Sûriyeyê de.

Ji ber vê yekê, bang li partî û aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê dike ku bi hev re bixebitin da ku li hember astengiyan bisekinin, sîstemeke demokratîk ava bikin û mafên rewa yên gelê Kurd misoger bikin.

Her wiha, divê mafê xwerêvebirinê yê gelê Kurd bê misoger kirin û zimanê Kurdî di destûra bingehîn a dahatû ya Sûriyeyê de bi awayekî fermî bê naskirin.

6.HERÊMA KURDISTANÊ LI IRAQÊ

Korbenda Çep a Kurdistanê, Herêma Kurdistanê wekî ezmûneke federalî li Iraqê û destkeftiyeke neteweyî dinirxîne. Ji hemû aliyên siyasî re bang dike ku Herêma Kurdistanê, bi bihêzkirina hikûmet û parlamentoya wê, saziyên dadweriyê, saziyên civaka sivîl û azadî, wekhevî û dadweriya civakî, xurtir bikin.

Pêwîst e di demeke herî nêz de dawî li krîza siyasî bê anîn û aliyên siyasî bi awayekî rastîn û li gorî rastiyên heyî, di çarçoveya berjewendiyên giştî yên Kurdistanî de, wekî erk û berpirsiyariyeke hevbeş û li gorî rewş û pêşketinên siyasî tevbigerin.

Her wiha, divê pirsgirêkên navxweyî yên Herêma Kurdistanê bi rêya diyalogê bên çareserkirin. Pêwîst e ji nû ve dest bi xebata Parlamentoya Kurdistanê bê kirin û pêvajoya avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê lezandin.

KORBENDA ÇEP A KURDISTANÊ

●        Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) / Bakur

●        Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) / Bakur

●        Komela Zahmetkêşanê Kurdistanê / Rojhilat

●        Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê

●        Partiya Komunîst a Kurdistanê / Rojava

●        Partiya Komunîst a Kurdistanê / Iraq

●        Bizotneweyî Demokratî GelêKurdistan / Başûr

●Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê / Başûr

29ê Cotmeha 2026an

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik