Gelê Kurd mamê Xwe Ji Bîr Nake

Li ser koça dawî ya yek ji rêberên neteweyî yên gelê Kurd, Mam Celal Talabanî, neh sal derbas bûn.

Îro beşek ji welatê me, Kurdistana Başûr, azad e û xwediyê Parlamento û Hikûmeta xwe ya neteweyî ye. Bêguman, di van destkeftiyên neteweyî de pişka Mam Celal Talabanî, wek Pêşmerge, damezrîner û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), mezin û girîng e.

Mam Celal ne tenê têkoşerekî leheng, rêberekî zana û jêhatî bû; ew di heman demê de mamosteyekî dîplomasiyê û pêwendiyên navneteweyî bû. Bi zanîn, jîrî û tecrûbeya xwe, di pêwendiyên navneteweyî û di naskirina doza Kurd de roleke girîng lîst.

Îro rewşa Rojhilata Navîn û Iraqê ji ber aloziyên siyasî û ewlehiyê her ku diçe dijwartir dibe û destkeftiyên neteweyî yên Kurdistana Başûr jî bi metirsiyan re rûbirû ne. Di vê rewşê de, valahiya ku Mam Celal li dû xwe hiştiye, her ku diçe zêdetir xuya dibe.

Gelê Kurdistanê îro ji her demê bêtir hewcedarê zanîn, tecrûbe û hostatiya Mam Celal e.

Mam Celal di heman demê de dostekî dirêjdemî û hêja yê Partiya me bû. Em bi vê dostaniya wî  serbilind in.

Em di neh-emîn salvegera koça dawî ya Mam Celal de bi rêz û hurmet wî bi bîrtînin. Em li ber bîranîna wî û hemû şehîdên Kurdistanê serê xwe ditewînin û bawer in ku heval, şagirt û hevsengerê Mam Celal ala têkoşîna wî bilind digirin û rêbaza wî didomînin.

Gelê Kurdistanê kar û têkoşîna Mam Celal ji bîr nekiriye û ji bîr nake!

Ruhê Mam Celal şad be û rêbaza wî berdewam be!

02ê Cotmeha 2026

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik