Ragihandina Korbenda Çepa Kurdistanê

Di bin siya rewşeke herêmî û navneteweyî ya pir hestiyar û tevlihev de, û di demeke dijwar a ku Herêma Kurdistanê tê re derbas dibe. Piştî du sal ji serderbasbûna hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, di roja 4ê Mijdara 2026an de rûniştina Parlamentoyê pêk hat û Desteya Serokatiya wê hate hilbijartin.
Lêbelê, ev gav, ji ber nebûna lihevkirineke pêşwext di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de bi taybetî, û di navbera aliyên siyasî de bi giştî, bû sedema derketina encamên neyînî.
Em wek Korbenda Çepa Kurdistanê, bi fikareke kûr li vê rewşê dinêrin û bang li hemû aliyên siyasî dikin ku di çarçoveya berjewendiyên bilind ên neteweyî û nîştimanî de, nêzî hev bibin û bi gihîştina lihevkirineke hevbeş, rê li ber çareserkirina pirsgirêkan, rêvebirina hevbeş a Herêma Kurdistanê û parastina saziyên yasayî û destûrî veke.
Kûrbûna nakokiyan ne di berjewendiya giştî de ye; berevajî vê yekê, ew xetereyeke mezin li ser hebûn û qewareya Herêma Kurdistanê û destkeftiyên ku bi xwîn û qurbanîdana gelê me hatine bidestxistin, çêdike.
Berdewamkirin û kûrbûna vê qeyrana siyasî, barê giran li ser jiyana rojane û debara hemwelatiyan datîne û aramiya giştî dixe xeteriyê. Ji ber vê yekê, yekxistina hewldanan ji bo derbaskirina vê rewşê, pêwîstî bi îradeyeke hevbeş heye, da ku hêz û şiyana hemû hêzên siyasî bêne komkirin û bi awayekî hevbeş li hember dijwariyên herêmî û pêşketinên berdewam rawestin.
Ji ber hestiyariya vê qonaxê û bi hestkirina berpirsiyariya xwe ya dîrokî, em ji hemû aliyên siyasî, bi taybetî ji herdu partiyên desthilatdar, daxwaz dikin ku:
* Bi lez vegerin ser maseya diyalog û gotûbêjê.
* Berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê ji her berjewendiyeke partî û alîgirîtiyê pêşî bixin.
* Bigihîjin çareseriyeke dadperwerane û lihevkirineke siyasî ya rastîn, ku hevbeşiya di rêvebirinê de misoger bike û qewareya Herêma Kurdistanê biparêze.
Ji ber ku vê qonaxê êdî derfeta berdewamkirina nakokî, paşguhkirin û jihevketinê namîne. Parastina aramî, îstiqrara siyasî û pêşeroja Herêma Kurdistanê berpirsiyariyeke dîrokî ye ku dikeve ser milê hemû aliyên siyasî.
İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik