Tifaqa Neteweyî ya Kurdistanê-HEVBENDî Hat Ragîhandin

Ev demekî dirêj bû li Bakûrê Kurdistanê ji bo pêk anîna tifaqekî Kurdistanî hewildanekî hatibû destpêkirin. Hewildana pêkanîna yekîtîya Neteweyî ji bo vî karî li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkîyê civînan li darxist, konferansan pêkanî. Divan civîn û konferansanda bîr û raya beşdaran ji xwe re kir pîvan. Di encama xebata du salan de roja  7.11.2026 de li Amedê Konferansa damezrandina HEVBENDÎ’yê hat li darxistin. 170 nûner ( delege ) ji hemû navçe û herêmên Kurdistanê û Tirkîyê beşdarê Konferansa Amedê bûn. Di vê Konferansê de bi tevî hîn pêşnîyarên nû bername û huquqa nav xweyî hat pejrandin û Tifaqa Neteweyî ya Kurdistanê HEVBENDÎ hat misogerkirin. Di Konferansêde Meclîsekî û 51 endamê meclîsê hatin hilbijartin. Biryar hat dayin ku roja 09.11.2026 de li Amedê daxwîyanîya encamnama konferansi û pêkanîna HEVBENDÎ yê bi civînekî çapemenîyê bi raya gîştîre were ragîhandin.

Li ser biryara konferansê îro 09.11.2026 saet di 12.00 de civîna çapemenîyê hat li darxistin û encamnama jêrîn bi çapemenîyê re hat Parve kirin.

Beyana encamnama Konferanê wehaye:

DAXUYANIYA ENCAMNAMEYA KONFERANSA TIFAQA NETEWEYÎ

HEVBENDÎYA NETEWEYÎ YA KURDISTANÊ (HEVBENDÎ) LI GELÊ KURDISTANÊ PÎROZ BE

Em wek partî, tevger û grûbên kurdistanî, dezgehên civakî û keseyetên serbixwe mizgînîyê didin gelê xwe ku me bi biryareke hevbeş HEVBENDÎYA NETEWEYÎ YA KURDISTANÊ (HEVBENDÎ) ava kir.

Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê ya ku di 14ê Adara 2026an li Diyarbekirê hatibû li dar xistin, bi Konferansa Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê ya 7ê Mijdara 2026an re gihîştiye qonaxeke nû.

Konferansa ku roja 07.11.2026ê bi beşdarîya 170 sîyasetmedarên kurdistanî yên dawet kirî hate li dar xistin, bi Sirûda Neteweyî Ey Reqîb û bi rêzgirtina ji bo şehîdênKurdistanê destpê kir.

Li gorî biryara komîsyona amadekar, konferans ji dezgehên ragehandinê re girtî pêk hat.

Di konferansê de wek ÎNSÎYATÎVA NETEWEYÎ YA KURDISTANÊ, PÊLKURD, PDK-BAKUR, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÊN SERBIXWE YÊN KURDISTANÎ û beşdarên konferansê, me HEVBENDÎYA NETEWEYÎ YA KURDISTANÊ (HEVBENDÎ) ava kir.

Di konferansê de, reşnivîsa Bernameya Hevbendiya Neteweyîya Kurdistanê û Hiqûqa Navxweyî ya HEVBENDÎyê biawayekî berfireh, di atmosfereke demokratîk hatin nirxandin, niqaşkirin û li gorî nêrîn û pêşniyarên beşdaran bi yek dengî hatin pejirandin.

Konferansê Meclîseke ku ji 51 kesên ku nûnerên ji partî, grûb, tevgerên sîyasî, dezgehên civakî kesayetên serbixwe yên kurdistanî pêk hatî hilbijart.

Konferans mafên neteweyî û civakî yên ku ji netewebûna Neteweyê Kurd wek mafên bingehîn ên Neteweyê Kurd dipejirîne ku ew jî mîna neteweyên din, bêyî astengî van mafan bi kar bîne, çarenûsa xwe diyar bike û li ser axa xwe xwedî serwerî û statûyeke siyasî be û xwe bi rêve bibe. Armanca bingehîn a HEVBENDÎyê ew e ku di çarçoveya prensîbên wekhevî, azadî, demokrasî û serweriya hiqûqê de pêkanîna van mafan pêş bixe.

Her wiha Komîteya Rêveberiyê ya Meclîsa HEVBENDÎyê ya ku ji 9 kesan pêk hatîye, di civîna yekem a Meclîsa HEVBENDÎyê de dê bê hilbijartin. Komîteya Rêveberiyê ligorî pêşniyarîyên ku di konferansê de hatine pêşkêş kirin dê bernameya xebatê ya hevpar amade bike. Avakirina sazûmanî û xebitandina organan, di çarçoveya Hiqûqa Navxweyî û biryarên ku di konferansê de hatine pejirandin de dê bên meşandin.

HEVBENDÎ, baneke hevbendiya neteweyî ya hevbeş e ku tê de nasnameyên cuda yên siyasî, ramanî û avahiyên rêxistinî, bi parastina taybetmendiyên xwe, li ser bingeha wekheviyê, rêzgirtina ji hevûdu re, beşdariya demokratîk û armancên neteweyî yên hevpar dicivin. Di vê çarçoveyê de, tê xwestin ku HEVBENDÎ bi hemû hêz û dinamikên siyasî, civakî û fikrî yên Kurdistanî ku hebûna neteweyî û mafên Neteweyê Kurd nas dikin, diparêzin û rêzê lê digirin, were firehkirin û xurtkirin.

Konferans nêzîkatiyên Dewleta Tirk û alîyên entegrasyonîst yên ku hebûna neteweyî, mafên kolektîf û îradeya Neteweyê Kurd a ji bo diyarkirina çarenûsa xwe nasnakin, an jî van mafan di nav projeyên cudayên siyasî de bêbandor dikin an ji holê radikin, qebûl nake. Bi tu nêrînên ku mafên neteweyî yên Neteweya Kurd paşguh dikin, danîna têkiliyên hevbendiyê ne gengaz e. Şertê bingehîn ê hevbendiya neteweyî û hevkariya demokratîk, naskirinahebûna Neteweyê Kurd, mafên wê yên neteweyî û îradeya wêya azad û rêzgirtina ji wan re ye, qebûl kirina rastîya miletê me û welatê me ye.

Konferans pêwîst dibîne ku têkiliyên piştgirî û diyalogê bi hêz û dinamikên neteweyî yên çar parçeyên Kurdistanê re bên pêşxistin, mafên neteweyî yên Neteweyê Kurd li ser bingeha hiqûqa navneteweyî bên parastin û xebatên dîplomatîk bên xurtkirin. Di bingeha van xebatan de berpirsiyariya hevpar, piştgiriya ji hevûdu re û hevkariya demokratîk dê bên esasgirtin.

HEVBENDÎ bang li hemû avahîyên siyasî yên Kurdistanî, rêxistinên civakî, rewşenbîr, rûspî, kesayetiyên serbixwe û hemû beşên civakîyên Neteweya Kurd dike:

Wekî berpirsiyariya me ya dîrokî, em li şûna kûrkirina cudahiyan, xala hevbeş xurt bikin; li ser bingeha wekheviyê, azadî, hiqûq û rêzgirtina ji hevûdu re, yekîtiya xwe ya neteweyî mezin bikin. Em paşeroja Kurdistanê bi îradeya hevpar, piştgiriya demokratîk û têgihiştina xebata hevbeş ava bikin. Werin em bi hev re li ser armancên hevbeş hêzên xwebikin yek.

BIJÎ KURDISTAN

BIJÎ HEVBENDÎ

TIFAQA NETEWEYÎ YA KURDISTANÊ – HEVBENDÎ

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik