
Bi biryara Serdozgerîya Komarî ya Dîyarbekirê, şeva 16.11.2026ê, li Amed,
Batman, Ruha, Igdir, Enqere û Stenbolê li
himberî endamên Meclîsa HEVBENDÎyê operasyoneke polîsan hate li dar
xistin.
Di encama vê operasyonê de endamên Meclîsa HEVBENDÎyê, Bayram Bozyel,
Mehmet Can Azbay, Fûad Onen, Abdullah Aydin, Ahmet Geçer, Hasan Dagtekîn,
Rojbîn Bukun, Alî Oncu, Sevgî Çelîk, Alî Çeven, Ramazan Taşdemîr, Dîyar Ozbakiş
û welatperwera kurd Arjîn Ceylan û rêvebirê PSKyê Fûat Akkaya hatin
desteserkirin.
Polîsên Stenbolê bi ser mala Mustafa Ozçelîk a li Stenbolê girtin. Lê, ji
ber ku Mustafa Ozçelîk li Hewlêrê bû nehat desteserkirin.
Polîsan di nîvêşevê di navbera 03.00-0.00ê de girtin ser gelek malan.
Hevalên me li Emnîyetên Amed,
Batman, Igdir, Enqereyê hatin
desteserkirin.
Hevalên me li emnîyet, serdozgerî û mehkemeyê, bi serbilindî, bi
biryardarî, encamname û bernameya HEVBENDÎyê parastin.
Em spasîya hemû parêzerên xwe yên rêzdar dikin ku ji roja ewil heta roja ku
hevalên me hatin berdan, li Emnîyetê, Sersozgerîyê û Mehkemeyê bêyî westan bi
dilsozî, li gel hevalên me, li gel me bûn.
Baroyên 13 bajarên Kurdistanê, Komeleya Mafê Mirovan û ji her çar perçeyên
Kurdistanê, Tirkîye û dîasporayê gelek partî û tevgerên sîyasî, dezgehên sivîl,
sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd piştigrîya endamên Meclîsa HEVBENDÎyê yên
desteserkirî kirin. Em spasîya wan hemûyan dikin.
Ragehandina kurdî bi berdewamî nûçeyên di derbarê hevalên me yên serdekirî
û di agahdarîyên di derbarê HEVBENDÎ yê belav kirin. Emspasîya hemû
ragehandinên ku cîh dane me dikin. Em spasîya wan dikin.
Hevalên me, roja 19.11.2026ê di saet 01.30yê de ji alîyê dozgeran ve hatin
berdan. Serdozgerîya Komarî ya Dîyarbekirê dê di rojên pêş de di derbarê
lêpirsînê de biryarê bide.
Em vê êrîşa ku li HEVBENDÎyê hatîye kirin rûreş dikin.
HEVBENDÎ wek dezgeheke neteweyî, li ser rêbaza neteweyî, kurdistanî dê sere xwe qet netewîne, dê dê meşa xwe ya li ser biryar, bername, hiqûqa
navxweyî berdewam bike.
HEVBENDÎ, dê tu carî serê xwe netewîne.
Bijî HEVBENDÎ
Bijî KURDISTAN
19.11.2026
MECLÎSA HEVBENDÎYA NETEWEYÎ YA KURDISTANÊ (HEVBENDÎ)
Girtîyên HEVBENDÎyê yên desteserkirî hatin berdan
Ji Raya Giştî Re
HEVBENDÎ'ye Saldırılar
MERKEZ YÜRÜTME KURULU TOPLANTI SONUÇ BİLDİRİSİ
PARTIYA SOSYALÎST A KURDISTANÊ (PSK) DAXWÎYANÎ’YA ENCAMA CIVÎNA LIJNEYA RÊVEBIRIYA NAVENDÎ (LRN)
Peyama Piştgiriya Hêzên Rojavayê Kurdistanê Bo HEVBENDÎ
Kürdistan Ulusal İttifak Konferansı Sonuç Bildirgesi
Ragihandina Korbenda Çepa Kurdistanê
Tifaqa Neteweyî ya Kurdistanê-HEVBENDî Hat Ragîhandin
Encamnameya Konferansa Pêncemîn a Kurbendê Çep a Kurdistanê