
EM CAREKÎ DİN DUBARE DİKİN, TUND Û TUJÎ ÇARESERÎ NİNE
Piştî erêşa întîxarî ya roja 01.10.2023 a li ber avahîya
Wezarata Navxweyîya Tirkiyê pêkhatibû, rewşa sîyasî aloztir bû.
Piştî vî erîşê karbidestên dewletê, xasma wezîrê kar û barê
derva Hakan Fîdan peyamên tuj û tolhildanê dan. Li ser van peyaman balafir û
dironên şer ên dewleta Tirk erîşên berfireh dest pêkirin.
Li Başurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê cîh û bingehên aborî
ku xwedêgiravî yên li ser PKK/ YPG ê, bi awayekî tund û bênavber tên bombabarankirin.
Van erêşên lêşkerî ne tenê dibin sedemê
xesara canî û malî, her weha dibe sedemê
xetera derçûna şer di nabeyna
dewletên li herêmê de.
Em wek Partîya Sosyalîst a Kurdistan bi salane dikin hawar û gazî; dibêjin pirsgirêkên heyî bi rîya tund û tujîyê nayêne
çareserkirin. Rîya tund û tujî birînan kûr, pirsgirêkan meztir dike. Tecrûba
sedsalîya Tirkîyê bi wan nemûnan tijeye.
Niha yek reyek maye, ew jî siyasetvan alternatîvê bigre
dest, hem desthelat hem jî opozisyon divê bihevre bikevin bin vî barî.
Tişta kû were cibicî kirin, pirsa Kurd di zemînekî sîyasî de
bi rê û olaxên sîyasî were çareserkirin.
Di tund û tujîyê de israr kirin çareserî nine, berevacî wê, rewşê aloztir û xiraptir dike. Ev rê tu
ne rê ye, divê ji bo çareserîyê rê û imkan verin xweşkirin. Ji ber vê yekê jî,
carekî din banga me ji bo PKK ê: şer û erêşên çekdarî divê were rawestandin.
Divê were zanîn şer û erêşên çekdarî
kêrê hêz û alîyên şoven, hêz û alîyên kû naxwazin pirsa kurd bi rîya
sîyasî were halkirin dike, ji wan hêz û alîyan re xizmet dike.
Dewlet jî divê bizanibe; di nav van 50 salên borî de, cîh û
war neman kû nehatibe bombebaran kirin. Bi van hewildanan ne pirsa kurd ji holê
hat rakirin, ne jî welat ji tund û
tujîyê rizgar bû. Berevacî pirsgirêkên welat mezintir û girantir bûn. Ji ber
pirsa kurd, Tirkîye hêza xwe, îmkanên xwe, enerjîya xwe di rîya
red inkarê de, ji navbirinê de badilhewa bi karanî. Di gelek waran de welat pêşberê astengên aborî , sîyasî û
navneteweyî bu.
Niha dem dema, pêgirtina rêyekî bi aqlane ye. Êş û birînên
kû sed sale dom dikin û ji bo kû êş û
birînên nû li wan zêde nebin divê em
hemû bihevre bikevin bin barê mesulîyetê û berpirsîyarîye.
Ev yeka mumkûne û em
hemû bihevre dikarin serkevin.
06.10.2023
Partîya Sosyalîst a
Kurdistan
PSK
Komisyona hewldana Yekîtiya Neteweyiya Kurdistanê Êrîşên dewleta Dagirker a Îranê Protesto Kir
Em êrîşên li dijî miletê Kurd û Kurdistanê bi tundî şermezar dikin!
İran İslam Cumhuriyeti’nin Peşmerge Güçlerine Yönelik Saldırılarını Mahkum Ediyoruz
Em Êrîşên Cumhuriyeta Îslamiye Îranê Yên li Ser Hêzên Pêşmerge Mahkûm Dikin
Qasimlo Nemir E
Alevilerin Tüm Hakları Kayıtsız Şartsız Tanınmalıdır
Divê Ferîd Azad were azad kirin
Burjuva Kibrini Ve Şovenizmi Reddediyoruz!
Em Dikarın Bi Hêza Xwe Ya Yekgirtî Qeyda Dorpêçê Bişkînin
KUŞATMA ÇEMBERİNİ GÜCÜMÜZÜ BİRLEŞTİREREK KIRABİLİRİZ