
Em hemû şêweyên şer, tund û tujîyê wek prensîb red
dikin
Ji bo aştî û îstiqrara herêmê, berî hertiştî divê wek prensîb meriv li dijî her cure şer û şîdetê derkeve. Bi ceribandinan tê îspatkirin ku şer ne çareseriya pirsgirêkên civakî ye û tundî zêdetir hêrs û tundiyê diafirîne.
Sedemê sereke ya êş, hêsir û qurbaniyên sivîl ên îro li Filistîn, Kurdistanê û li Îsraîlê tê dîtin, nêrîna cotstandard û ji pirsgirêkên heyîre çavgirtine. Ji bo kesên ku li hember qurbaniyên rojane yên sivîl û binpêkirinên mafên mirovan li Herêma Rojavayê Kurdistanê bêdengin û ji bo Filistînê hêsiran dibarînin du rûne, sextekarin û cihê bêbawerîyeye.
Aştî û îstiqrara herêmê ancax bi têgihiştineke exlaqî ya li ser esasê edalet, azadî û wekheviya mafan pêktê.
Di vê çarçoveyê de em weke Partiya Sosyalîst a Kurdistanê bi tundî kuştina 500 kesên kû di encama erêşa muşekan li nexweşxaneya Gazayê de jîyana xwe ji destdan şermezar dikin û ji birîndaran re başbûnekî lezgînî dixwazin.
Me di destpêkê de şerê ku di navbera Hamas û Îsraîlê de dest pê kir, ku gav bi gav veguherî hovîtî û qetlîamên li ser sivîlan, wek PSK li dij derketin û bi tundî red kir.
Divê hemû aktorên navneteweyî yên pêwendîdar, bi taybetî Neteweyên Yekbûyî, ji bo dawîanîna vî şerê ku vegerîya ye hovîtiyê, bi lezgîn bikevin nava tevgerê û dawî li vî şerî bînin.
Dram û çetinayîyên herêmê ne
bi gurkirina agirê şer,bi helwestekî
bi prensîb, hevgirtî û exlaqî
safî dibe.
18.10.2023
Partîya Sosyalîst a Kurdistan
PSK
Divê Ferîd Azad were azad kirin
Burjuva Kibrini Ve Şovenizmi Reddediyoruz!
Em Dikarın Bi Hêza Xwe Ya Yekgirtî Qeyda Dorpêçê Bişkînin
KUŞATMA ÇEMBERİNİ GÜCÜMÜZÜ BİRLEŞTİREREK KIRABİLİRİZ
CHP’ye Yönelik Mutlak Butlan Kararı Yargının Siyasete Açık Müdahalesidir
Polîsan li Qoserê êrîşî çalakîya ji bo zimanê kurdî kirin
15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî Pîroz be!
Me Komkujiya Dêrsimê Ji Bîr Nekiriye
Dersim Tertelesi’ni Unutmadık, Unutmayacağız!
Pîrozbahiyê li Amedsporê dikin