
Em kêfa dijminan neyînin
Li gor agahîyan di encama şerekê di navbera du partîyên Rojhelatê Kurdistanê; Komeleya Şoreşger û Komeleya Zehmetkêşanda 2 kes jîyana xwe winda kirine û 2 kes jî birîndar bûne.
Em bi vê nûçeya reş gelek xemgîn bûn. Şerên navbera partîyên
Kurd ji bo doza azadîya Kurdistanê xeterekê pir mezin e û tenê kêrê dijminên
Kurdan tê.
Em bangê Komeleya Şoreşger û Komeleya Zehmetkêşan dikin ku gavek zutir werin ba hev û problemên xwe bi rîya diyaloxê safî bikin.
Herwisa em bangê hemî partî û rêxistinên Kurd dikin ku ji bo aramkirin û safîkirina problemên navbera herdu Komeleyan gav bavêjîn û berpirsîyarî tevbigerin.
Em wek Partîya Sosyalîst a Kurdistan amade ne ku alîkarbin jibo aramkirina pêwendîyên di navbera herdu partiyên Rojhelatê Kurdistanê da.
Dem dema hevkarî û piştgirîyê ye.
Divê em kêfa dijminan li xwe neyînin.
Di demekê wisa hestîyar da divê em refên xwe hêj xurtir bikin.
22.06.2023
Partîya Sosyalîst a Kurdistan
(PSK)
Kürt Halkı Mam Celal’i Unutmuyor
Gelê Kurd mamê Xwe Ji Bîr Nake
25 Eylül: Bir Halkın Özgür geleceğe Dair Umudu
25ê Îlonê Hêvî Ye Ji Bo Paşeroja Azad
YEKXISTINA HÊZÊN PÊŞMERGE LI KURDISTANA BAŞÛR GAVEKE DÎROKÎ YE, PÎROZ BE
GÜNEY KÜRDİSTAN PEŞMERGE GÜÇLERİNİN BİRLEŞTİRİLMESİ TARİHİ BİR ADIMDIR, KUTLUYORUZ
Şehîd Dr. Saîd û Hevalên Wî Nemir İn
Pirsgirêka Kurd heta çareser nebe, aşitî û aramî nayê herêmê!
Kürd Sorunu çözülmeden Bölge’ye Barış Ve Huzur Gelmez!
Kürdistan Sol Partiler Forumunun Açıklaması