
“Bi Kurdî êlîm, bi Kurdî êjîme ve,
Welamê qebrêş bi Kurdî didime ve.”
(Bi Kurdî diaxifim, bi Kurdî dijîm,
Bersiva qebran jî bi Kurdî didim.)
Mamoste Hêjar
Pişaftin (asîmîlasyon) yek ji stûnên kolonyalîzmê ye. Ji ber
vê yekê dagirkerên Kurdistanê ziman û çanda Kurdî qedexe kirine.
Ji despêka damezrandina dewleta Tirkiyê û vir de, pişaftina
Kurdan bûye armanca bingehîn a hemû hikûmetên Tirk. Kurdên ku li sûk û kolanan
bi zimanê xwe diaxifîn hatine sizakirinê. Nivîskar û ronakbirên Kurdên ku bi
Kurdî pirtûk û helbest nivîsîne, hatine girtin û bi salan di zindanan de mane.
Rast e, îro di dibistanên seretayî de zimanê Kurdî wekî
dersa hilbijartî tê xwendin û desthilatdariya Tirk vê yekê wekî “gavên mezin”
nîşan dide.
Lê belê îro jî konserên hunermendên Kurd û şanoyên Kurdî tên
qedexekirin.
Kar û xebata hêlîna zarokan a ku bi Kurdî xizmetê pêşkêş
dike, tên tengavkirin û daxistin.
Ger îro mafê xwendina zimanê Kurdî wekî dersa hilbijartî di
dibistanên seretayî de heye, ev yek bi temamî berhema kar û xebat û berxwedana
gelê Kurd e, bi taybetî ya nivîskar û ronakbirên Kurd.
Ziman nasnameya me ye.
Parastina ziman parastina hebûna gelê me ye.
Em careke din jî ji bo parastina nasnameya xwe bang li hemû
partî û grûpên siyasî, saziyên demokratîk û pîşeyî, komel û înîsiyatîfên zimanê
Kurdî dikin ku destê bidin hevdu, ji bo fermînasîna zimanê Kurdî û ji bo ku
zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê di hemû qonaxên perwerdeyê de.
Bi boneya 15ê Gulanê em li ber ruhê Celadet Bedirxan û
nivîskar û xebatkarên Kovara Hawarê serê xwe û bejna xwe ditewînin.
Bi Kurdî bifikire!
Bi Kurdî bibêje!
Bi Kurdî bijî!
15 Gulan 2026
PSK – Partiya Sosyalîsta Kurdistan
Polîsan li Qoserê êrîşî çalakîya ji bo zimanê kurdî kirin
15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî Pîroz be!
Me Komkujiya Dêrsimê Ji Bîr Nekiriye
Dersim Tertelesi’ni Unutmadık, Unutmayacağız!
Pîrozbahiyê li Amedsporê dikin
Amedspor'u Kutluyoruz
Bijî 1ê Gulanê:Cejna Ked, Kar, Azadî û Hevgirtinê
Yaşasın 1 Mayıs: Emek, Özgürlük ve dayanışma Bayramı
Em Qurbaniyên Qirkirina Ermeniyan Bi Rêzdarî Bi Bîr Tînin
Ermeni Soykırımı Kurbanlarını Saygıyla Anıyoruz