Rojnameya Kurdistanê ku di dîrokê da rojnameya Kurdî ya pêşîn e di 22ê Nîsana 1898an de li paytextê Misrê, Kahîre, bi destpêşxeriya nivîskar û rojnamevan Mîqdad Mîdhat Bedirxan dest bi weşanê kir. Pênç hejmarê Kurdistanê li Kahirê hatin weşandin. Paşê birayê wî Abdurrahman Bedirxan weşandina wê heta sala 1902an li Ewrupayê domand. Rojnameya Kurdistan bi tevahî 31 hejmar hatine çapkirin û belavkirin. Hejmarên 1an heta 23yan her 15 rojan carekê hatin çapkirin, lê hejmarên 24an heta 31an mehane hatin weşandin. Ji ber sîyaseta Împaratorîya Osmanî a li dijî Kurd û Kurdistanê Rojnameya Kurdistanê gelek caran neçar ma ye ku cih û welatê weşanê biguhurîne.
Di 21.04.2021an de Parlamentoya Kurdistanê, 22ê Nîsanê wekî Roja Rojnamegerîya Kurd bi fermî pejirand. Li gorî vê biryarê, 22ê Nisanê her sal wekî Roja Rojnamegeriya Kurd tê pîrozkirin.
Rojnamegerîya Kurd di van 128 salên borî de jibo azadîya gelê Kurd û Kurdistanê têkoşînekê girabiha meşandiye, gelek berdelên mezin daye û bi sedan rojnamevanên Kurd di riya azadîyê de şehîd bûne. Bi vê minasebetê em hemî şehîdên rojnamegerîya Kurd bi rêz û hurmet bi bîr tînin.
Em wek Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK), Roja Rojnamegerîya Kurd pîroz dikin û bang li dewleta Tirk dikin ku ev roj bi fermî li Tirkiyeyê were qebûlkirin û zimanê Kurdî di hemû qadên jiyanê de û di zagona bingehîn a Tirkiyeyê de bi fermî cih bigire.
21.04.2026
Buroya Çapemenîyê ya
Partîya Sosyalîst a Kurdistan
(PSK)
Foruma Çep a Kurdistanî: Em bang li hemû hêzên Kurdistanî dikin ku bi yekhelwestî rûbirûyî geşedanan bibin
Komisyona hewldana Yekîtiya Neteweyiya Kurdistanê Êrîşên dewleta Dagirker a Îranê Protesto Kir
Em êrîşên li dijî miletê Kurd û Kurdistanê bi tundî şermezar dikin!
İran İslam Cumhuriyeti’nin Peşmerge Güçlerine Yönelik Saldırılarını Mahkum Ediyoruz
Em Êrîşên Cumhuriyeta Îslamiye Îranê Yên li Ser Hêzên Pêşmerge Mahkûm Dikin
Qasimlo Nemir E
Alevilerin Tüm Hakları Kayıtsız Şartsız Tanınmalıdır
Divê Ferîd Azad were azad kirin
Burjuva Kibrini Ve Şovenizmi Reddediyoruz!
Em Dikarın Bi Hêza Xwe Ya Yekgirtî Qeyda Dorpêçê Bişkînin