Îro 7êmîn salroja referandûma Başurê Kurdistanê ye.
Ji vir heft sal pêş li Başurê Kurdistanê gelê Kurd û pekhateyên li Kurdistanê ji bo destnîşan kirina pêşeroja xwe, roja 25 îlona sala 2017ê de çûn ser sindoqan û ji sedî 93ê dengderan ji serxwebûnê re got erê. Ku, hemu prtiy3en siyasî bi hevra biryar dabûn, ku Referandum were çêkirinê.
Encama Referandumê eşkere kir ku gelê me li Kurdistana Başur serbixweyî dixwaze.
Divê bê zanîn ku li gor binemayên Yekîtiya Miletan (UNO) grûbek an jî neteweyek dikare ji bona destnişan kirina pêşeroja xwe referandûmê pêk bîne.
Wek tê zanîn dema Parlemena Kurdistanê biryara roja referandûmê ji raya giştî ra eşkere kir, dewletên dagîrker ên cîran ji vê biryarê pir aciz bûn li hemberê vê helwest girtin, gefên mezin li Kurdan kirin, leşkerên xwe anîn ser sînorê Başurê Kurdistanê.
Parlemena Kurdistanê û gelê Kurd li hember wan gef xarinan paşgez nebû û çû ser sindoqan û bi dengê xwe ve paşerojê xwe diyar kir û nişan da û bo birurayê cihanê eşkere kir, ku naxwaze û nikare ligel Ereban bijî.
Encama Referandûmê ji bo pêşeroja gelê Kurd belgeyek dirokî ye. Mifteyê serxwebûnê ye di destê desthiladarên Başurê Welatê me.
Gelê Kurd benda wê rojê ye, ku mifteyê hanê tarîtiyê bişkîne gelê me Li Barurê welatê me bighîjê ronahiyê.
Referandûma Başurê Kurdistanê biryarek dîrokî bû.
7êmîn salroja Referandûma Başurê Kurdistanê li gelê me pîroz be!
25 Îlon 2024
PSK- Partiya Sosyalîst a Kurdistan
Buroya Çapêmeniyê
Foruma Çep a Kurdistanî: Em bang li hemû hêzên Kurdistanî dikin ku bi yekhelwestî rûbirûyî geşedanan bibin
Komisyona hewldana Yekîtiya Neteweyiya Kurdistanê Êrîşên dewleta Dagirker a Îranê Protesto Kir
Em êrîşên li dijî miletê Kurd û Kurdistanê bi tundî şermezar dikin!
İran İslam Cumhuriyeti’nin Peşmerge Güçlerine Yönelik Saldırılarını Mahkum Ediyoruz
Em Êrîşên Cumhuriyeta Îslamiye Îranê Yên li Ser Hêzên Pêşmerge Mahkûm Dikin
Qasimlo Nemir E
Alevilerin Tüm Hakları Kayıtsız Şartsız Tanınmalıdır
Divê Ferîd Azad were azad kirin
Burjuva Kibrini Ve Şovenizmi Reddediyoruz!
Em Dikarın Bi Hêza Xwe Ya Yekgirtî Qeyda Dorpêçê Bişkînin