31 sal li ser operasyonên Enfalê re derbas bûn, ku rejîma Baas ji bo qirkirina Kurdan pêk anî bû.
Operasyonên Enfalê, ku navekî wê yê din Jenosid e, 182 hezar Kurd hatin kuştin û windakirinê.
Tevî ku ewqas sal derbas bûne jî, ji birînên Enfalê hê jî xwîn diherike.
Ji ber ku bi sedan gorên komî hene ku hê jî nehatine vekirin, çarenûsa bi hezaran qurbaniyan ne diyar e, pirsgirêkên madî û manewî yên xizmên qurbaniyan berdewam dikin û bi dehan sûcdar jî hene ku nehatine darizandinê.
Ji bo bîranîna qurbaniyên Enfalê, a herî watedar ew e ku hemû sûcdar werin dadgeh kirin û pirsgirêkên xizmên qurbaniyan were çareser kirinê.
Divê Neteweyên Yekbûyî roja 14’ê Nîsanê wek Roja Qirkirina Kurdan rabigihîne.
Ji bo vê mebestê, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê – PSK bang li hemû partî û pêkhateyên siyasî yên Kurdistanî, bi taybetî jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ku destên xwe bidin hev û bi hev re kar bikin.
Em şehîdên Enfalê bi rêzdarî bi bîr tînin.
14ê Avrêl, 2025
Partiya Sosyalîst a Kurdistan – PSK
Dem Ne Dema Bêhêvîtîyê Ye Zanebûn û Îradeya Azadiyê Ya Gelê Me Ji Her Demê Bilindtir e
Umutsuzluğa Yer Yoktur. Halkımızın Özgürlük Bilinci Ve İradesi Her Zamankinden Daha Yüksektir.
Kürt Halkı Mam Celal’i Unutmuyor
Gelê Kurd mamê Xwe Ji Bîr Nake
25 Eylül: Bir Halkın Özgür geleceğe Dair Umudu
25ê Îlonê Hêvî Ye Ji Bo Paşeroja Azad
YEKXISTINA HÊZÊN PÊŞMERGE LI KURDISTANA BAŞÛR GAVEKE DÎROKÎ YE, PÎROZ BE
GÜNEY KÜRDİSTAN PEŞMERGE GÜÇLERİNİN BİRLEŞTİRİLMESİ TARİHİ BİR ADIMDIR, KUTLUYORUZ
Şehîd Dr. Saîd û Hevalên Wî Nemir İn
Pirsgirêka Kurd heta çareser nebe, aşitî û aramî nayê herêmê!