Hêşta jî ji birîna Qetliama Roboskî, ku Di 28.12. 2011an da, ji aliyên firokeyên şerkerên Tirk ve hatiye encam danê, xwîn jê tê.
Ji ber ku kiryar û berpirsên bombebaran kirina “qaçaxçi”yên Kurd hê jî ne diyar e û ji aliyên karbidestên dewleta Tirk têne parastinê.
Qetliama Roboskî yek ji nişana siyaseta yekparêzî û fermî ya dewleta Tirk e li hember Kurdan.
Berpirsên Qetliama Roboskî jî herwekî di hemû qetliam û cinayetên, ku bi destê dewleta Tirk hatine encamdanê, rûdayê, nayê zanin û ew jî di kurahiya Anqere da wunda bûne. Ku, sorokwezirê vê demê Erdogan qewl dabû, ku kiryar û berpirsên Roboskî werin dadigeh kirinê.
Berpirsên Qetliema Roboski ne tenê ne hatine dadigeh kirinê, her usa ji aliyê Erdogan û berpirsên din yên dewletê ve hatine xelat kirinê, pileyê serbaziya wan hatiye bilind kirin.
Em di salvegera Qatliema Roboskî da li ber hizurê qurbanên wê qirnoş dibin, şîrikê xama malbata wan in.
Bona ku Qetliamên Roboski dubare nebin, em banga hemû hêzên welatparêzen Kurd, hêzên demokrat û guhartinxwaz dikin, ku destê xwe bidine hevudu.
Divê kiryar û berpirsên Qetliama Roboskî werine eşkere û dadigeh kirinê.
28.12.2024
Buroya Çapemeniya
PSK-Partiya Sosyalîsta Kurdistan
Foruma Çep a Kurdistanî: Em bang li hemû hêzên Kurdistanî dikin ku bi yekhelwestî rûbirûyî geşedanan bibin
Komisyona hewldana Yekîtiya Neteweyiya Kurdistanê Êrîşên dewleta Dagirker a Îranê Protesto Kir
Em êrîşên li dijî miletê Kurd û Kurdistanê bi tundî şermezar dikin!
İran İslam Cumhuriyeti’nin Peşmerge Güçlerine Yönelik Saldırılarını Mahkum Ediyoruz
Em Êrîşên Cumhuriyeta Îslamiye Îranê Yên li Ser Hêzên Pêşmerge Mahkûm Dikin
Qasimlo Nemir E
Alevilerin Tüm Hakları Kayıtsız Şartsız Tanınmalıdır
Divê Ferîd Azad were azad kirin
Burjuva Kibrini Ve Şovenizmi Reddediyoruz!
Em Dikarın Bi Hêza Xwe Ya Yekgirtî Qeyda Dorpêçê Bişkînin