PIRSA KURD NE MIJARA TERORÊ YE, PIRSA AZADIYA NETEWEYEK E

Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), di
civîna xwe ya di 11ê Tebaxa 2026an de, pêşketinên siyasî yên li herêmê,
Tirkiyeyê û Kurdistanê nirxand û biryar da
ku encamên jêrîn bi raya giştî re parve bike.
Pêvajoya ku li Tirkiyeyê ji ber geşedanên li Rojhilata Navîn
de dest pê kir, ketiye sala xwe ya duyemîn. Pêvajoya ku hikûmet wekî
"Tirkiyeya bê Teror" bi nav dike, li ser eksenek tê meşandin ku
hebûna neteweyî ya gelê Kurd paşguh dike, armanc dike ku destkeftiyên herêmî
yên Kurdan ji holê rake û pirsgirêka Kurd bike mijara terorê.
Qanûna Çarçove ya ku ji aliyê hikûmetê ve hatîye amadekirin
û di 10ê Tebaxa 2026an de di parlamentoyê de hatîye pejirandin jî, zîhniyeta
înkarker û ewlehiyê ya kevneşopî ya hikûmetê nîşan dide. Qanûna ku ji bo kesên
ku çekên xwe deynin û ji ber endametiya PKKê têne darizandin, paşxistina
cezayên wan pêşdibîne, lê carekê jî behsa pirsgirêka Kurd nake. Herwisa ji bo
kesên ku çekên xwe deynin û ji ber endametiya PKKê têne darizandin derfet nayê
dayîn ku bi awayekî azad û ewle beşdarî pêvajoya siyasî bibin. Ev qanûn naşibê
qanunên welatên din ku garantiyên qanûnî jibo beşdarîya sîyasetê misoger dikin
Bi vê wesileyê, em dixwazin dubare bikin ku têgihîştina
hikûmetê ya ku pirsgirêka Kurd û PKK û
terorîzmê hevwate nîşan dide, rêyekê şaş e. Pirsgirêka Kurd xwedî dîrokek e sed
salî ye. Pirsgirêka Kurd di heman demê de aliyên xwe yên herêmî û cîhanî heye.
Pirsgirêka Kurd bi danîna çekan ji aliyê PKKê ve ji holê ranabe. Berevajî vê,
pirsgirêka Kurd bi hemû lezgîniya xwe berdewam dike.
Li Tirkiyeyê pirsgirêka terorê tune ye, lê pirsgirêka
azadiya neteweya Kurd heye. Pirsgirêka bingehîn li Tirkiyeyê helwesta dewletê
ya înkar, asîmîlasyon û tundûtûjiyê ye ku armanc dike hebûna neteweyî, nasname,
ziman û çanda Kurdan paşguh bike. Sedema bingehîn yên pirsgirêkên aborî,
civakî, siyasî, exlaqî û hwd. ku li Tirkiyeyê têne jiyîn, siyaseta înkarker û kevnar a li hember pirsgirêka Kurd
e.
Gelê Kurd dixwaze li welatê xwe, li Kurdistanê, bi azadî û
bi rûmet bijî. Dem hatiye ku kesên ku Tirkiyeyê birêve dibin vê rastiyê
bibînin. Bi rêbazên ku di demên berê de hatine ceribandin, ne mimkûn e ku
encamek nû bi dest bixin. Encamên polîtîkayên înkar, asîmîlasyon û tundûtûjiyê
yên sedsalî eşkere ne.
Berî her tiştî, divê dev ji polîtîkayên heyî yên înkar û
tundûtûjiyê werên berdan û pêvajo ji tundûtûjiyê were xilas kirin. Di vê
çarçoveyê de, bêçekkirina PKKê gavek erênî ye. Ji ber ku gelê Kurd di şer û
tundûtûjiya herêmê de herî zêde êş kişandiye.
Ji bo nîqaş û çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêya
danûstandinan divê hawîrdorek demokratîk were afirandin. Bi gotineke din, divê
ji bo çareseriyek mayînde atmosferekê guncaw were peyda bibe.
Çareseriyek mayînde ji bo pirsgirêka Kurd, bi çêkirina
destûrek federal ve girêdayî ye ku hebûn, nasname û zimanê gelê Kurd nas bike û
Kurd, Tirk û gelên din li ser bingeha wekheviyê lê bijîn.
Ew rastiyek e ku çareseriya pirsgirêka Kurd li ser bingeha
azadî û wekheviyê bi hemû giraniya xwe xwe ferz kiriye. Hem pêşketinên herêmî û
hem jî şiyarbûna neteweyî ya gelê Kurd çareseriyê ferz kiriye. Pêvajoya ku li
Tirkiyeyê dest pê kiriye jî armanc dike
ku vê bilindbûna Kurdayetîyê rawestîne.
Di vê qonaxa dîrokî û girîng de, hemû hêzên demokratîk ên
neteweyî yên Kurd; partiyên siyasî, saziyên demokratîk û kesayetên rewşenbîr
erken xwe hene. Têrê nake ku meriv tenê gilî bike û rexne li tiştên ku diqewime bigire. Werin
em li dijî polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê yên li dijî gelê me destên xwe
bidin destên hev. Werin em hewlên tarîkirina doza rewa ya gelê Kurd pûç bikin.
Werin em ji bo pêşeroja azad û bi rûmet a gelê Kurd hêza xwe bikin yek.
Hêza me ya herî mezin îradeya azadiya gelê me û mîrata
têkoşîna sedsalî ye.
Dema ku em hêza xwe bikin yek, ti sedemek tune ku em
nikaribin bi ser bikevin.
12ê Tebaxa 2026an
Partiya Sosyalîst a
Kurdistan
(PSK)
Lijneya Rêveberiya
Navendî
İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik