Êşa Barzaniyên Enfalkirî Berdewam e

Li ser Enfala Barzaniyan, ku tê de 8 hezar mêrên Barzanî hatine enfalkirin, 43 sal derbas bûn.

Lê belê êş û xema wan her wekî îro ye. Ji ber ku hemû enfalkar nehatine girtin û dadgehkirin û zirarên kes û karê enfalkiriyan nehatine qerebokirin.

Em di salvegera 43yemîn a Enfala Barzaniyan de hemû şehîdên Enfalan, bi taybetî şehîdên Enfala Barzaniyan, bi giramî yad dikin û li ber hizûra wan qirnoş dibin.

Bi vê bonê ve careke din bang li Parlamentoya Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû hêzên welatparêz ên seranserê Kurdistanê dikin ku ji bo naskirina Enfalan wek roja Jenosîda Kurd ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (UN) ve, mil bi mil kar bikin.

Rûreşî bo enfalkaran!

Ruhê şehîdên Enfalan şad be!

31.07.2026

Buroya Çapemeniyê

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê

(PSK)

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik