
Foruma Çep a Kurdistanî, roja yekşemê di 26ê Tîrmeha 2026an de, civîna xwe li ser astê sekreterên partiyan bi awayê serhêl (online) pêk anî. Civîn hatibû terxankirin ji bo gotûbêjkirina rewşa siyasî û geşedanên nû yên Kurdistanê û herêmê.
Di civînê de hat destnîşankirin ku
derketina dorxeleke din a şer di navbera Dewletên Yekbûyî
yên Amerîkayê û Îsraîlê de ligel Komara Îslamî ya Îranê, bûye
sedem ku herêm rûbirûyî
krîzeke mezin a siyasî, ewlehî û aborî bibe, bi awayekî ku bandora wî şerî bi rasterast û nerasterast
ketiye ser Herêma Kurdistanê. Bombardûmankirina xelkê sivîl
û binkeh û baregehên hêzên
Kurdistanî, encama rasterast a wî şerê nexwestî
bûye.
Herçend ji destpêka
şer ve Herêma Kurdistanê û hêzên Kurdistanî helwesteke bêalî hilbijartine, lê dîsa jî bi berdewamî
bûne armanca bombardûmanên
Komara Îslamî ya Îranê û grûpên wê
yên çekdar. Di encama wan bombardûmanan
de heta niha bi dehan kes li bajar û bajarokan şehîd û birîndar
bûne
û ziyanên
maddî yên zêde
jî gihîştine xelkê sivîl ê Kurdistanê.
Di tewereke din de, civîna Foruma Çep a Kurdistanî anî ziman
ku ev rewşa aloz a ku rû li Kurdistan û herêmê
kiriye, bêpar nîne ji planên herêmî û navdewletî — tevî astengî û nakokiyên navxweyî — dijî doza
rewa ya gelê Kurdistanê û destkeftiyên wî:
Li Bakurê Kurdistanê: Ji ber hinek
guherîn û geşedanên herêmê, bi taybetî li
Rojava û Rojhilatê
Kurdistanê, dewleta Tirk helwesta xwe guherandiye û çareserkirina kêşeya Kurdî ji
rojeva xwe derxistiye. Ji bo gihîştina aşîtî û demokrasiyeke
domdar, rêya çareseriyê tenê di nasîna rastîn a kêşeyê
de ye; kêşeya bingehîn a Tirkiyeyê (terorîzm) nîne, belkî nenasiya hebûn, nasname û mafên neteweyî û demokratîk ên gelê
Kurd e.
Li Başûrê Kurdistanê: Rûbirûyî
krîzeke kûr bûye;
zêdetirî 20 mehan e hilbijartin hatine kirin, lê parlament paralîz
(îflîc) bûye
û hikûmet
nehatiye avakirin. Rewşa siyasî, aborî û civakî di krîzeke mezin de ye; xelkê kêmderket û hejar rastî astengiyeke
mezin a jiyanê bûne,
cudahiya çînayetî
zêdetir diyar bûye
û nakokiyên ligel hikûmeta federalî jî berdewam in.
Li Rojhilatê Kurdistanê: Derketina şerê di navbera Dewletên Yekbûyî
yên Amerîkayê û Îsraîlê de ligel Îranê, Rojhilatê Kurdistanê gihandiye qonaxeke nû ya
xebat û têkoşînê.
Herçend hêzên xwe di çarçoveyekê de civandine,
lê pêwîst e li astê daxwazên xelkê û rewşê be
û wekî mercecekê be ji
bo yekdengî û hevahengiya leşkerî di navbera aliyan de, ku dê bandoreke
erênî hebe ji bo pêşvebirina dozê.
Li Rojavayê Kurdistanê: Piştî hilweşîna rejîma Sûriyê, welat di qonaxeke veguhêz a aloz re derbas dibe. Gelê me di heyama çendîn salên derketina serhildanê û dana
qurbaniyên zêde
de, kêşeya wî ber bi paşveçûneke mezin ve
hatibû birin;
tevî ku danûstandin
û rêkeftin
hatine kirin, lê cudahiyên li ser çawaniya rêvebirinê û desthilatê berdewam in.
Ji wê derbarê de,
em bang li hemû hêzên
Kurdistanî dikin ku bi yekrêzî û yekhelwestî rûbirûyî
geşedanan bibin û hemû pêkve li beramber planên dijminan di dijatiya xelkê Kurdistanê û armancgirtina ezmûn,
hêz û aliyên
Kurdistanî de bisekinin.
Herwiha em bang
li Hikûmeta
Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Êraqê
dikin ku berpirsiyariya xwe ya destûrî û nîştimanî li beramber parastina serweriya axa welat û giyana
welatiyan bînin cih û bi rêya dîplomasiyê sînorekî ji van destdirêjiyên neheq re deynin. Di heman demê de
em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku bêdengiya
xwe bişikînin û helwesteke
karîger li beramber van binpêkirinan nîşan bidin ji bo
parastina gelê Kurdistanê.
Li dawiyê, em pirs û serxweşiya xwe daxwazî malbatên qurbaniyên bombardûmanên
Komara Îslamî ya Îranê dikin û tawana şehîdkirin
û birîndarkirina
komek ji pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê bi tundî şermezar dikin.
Foruma Çep a
Kurdistanî
26ê Tîrmeha 2026an
Partiyên Beşdar di Foruma Çep
a Kurdistanî de:
• Partiya Komunîst a Kurdistanê – Bakur
• Partiya Sosyalîst a Kurdistanê – Bakur
• Partiya Şûî ya Kurdistanê – Başûr
• Partiya Zahmetkêşan a Kurdistanê – Başûr
• Bizava Demokratîk a Gelê Kurdistan – Başûr
• Komelaya Zahmetkêşan a Kurdistanê – Rojhilat
• Partiya Komunîst a Kurdistanê – Rojava
• Partiya Yekîtî a Demokrat a Kurd li Sûriyê
Dem Ne Dema Bêhêvîtîyê Ye Zanebûn û Îradeya Azadiyê Ya Gelê Me Ji Her Demê Bilindtir e
Umutsuzluğa Yer Yoktur. Halkımızın Özgürlük Bilinci Ve İradesi Her Zamankinden Daha Yüksektir.
Kürt Halkı Mam Celal’i Unutmuyor
Gelê Kurd mamê Xwe Ji Bîr Nake
25 Eylül: Bir Halkın Özgür geleceğe Dair Umudu
25ê Îlonê Hêvî Ye Ji Bo Paşeroja Azad
YEKXISTINA HÊZÊN PÊŞMERGE LI KURDISTANA BAŞÛR GAVEKE DÎROKÎ YE, PÎROZ BE
GÜNEY KÜRDİSTAN PEŞMERGE GÜÇLERİNİN BİRLEŞTİRİLMESİ TARİHİ BİR ADIMDIR, KUTLUYORUZ
Şehîd Dr. Saîd û Hevalên Wî Nemir İn
Pirsgirêka Kurd heta çareser nebe, aşitî û aramî nayê herêmê!