BIRYARÊN KONGREYA 4EMÎN A PSKÊ

Di Kongreya 4an a PSKê a Asayî da derbarê paşerojê Kongreyê biryarên girîng send 

 BIRYAR 1

 Kongreya me, tekez dike ku Tirkiye  sîyaseta ku sed sal zêdetire  li dijî gelê Kurd   dimeşîne gihîştîye wê derecê kû ênikare  berdewam bike, gihiştîye xeleka xitmandinê. Her weha Tirkiye ji ber bandora şert û mercên navxweyî û derveyî ketiye nav lêgerînekê,  di encama danûstandinan biryara PKKê ya berdana çekan awayekî erênî dinirxîne.

 Kongreya me daxuyaniyên rayedarên dewletê yên ku îdia dikin ku pirsgirêka Kurd bi berdana çekan ji aliyê PKKê ve hatiye çareserkirin red dike û vê têgihîştinê wekî tahrîfkirina rastiyan û israrkirina  berdewamîya polîtîkayên dema bihorî destnîşa dike.

 Bi heman awayî, Kongreya me têgihîştina Öcalan a redkirina federasyon, otonomî û mafên çandî yên ji bo Kurdan nayê qebûlkirin û vê nêzîkatiyê wekî înkarkirina têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadiyê ya sed salî pênase dike.

 Kongreya me, ku têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadiyê ya sed salî wekî têkoşîna statuya neteweyî ya bingehîn dibîne, piştrast dike ku kes nikare vê daxwaza gelê me îpotek bike û gelê me wê  bi biryardarî têkoşîna xwe ya ji bo statuya neteweyî bidomîne.

 BIRYAR 2

 Kongreya me tekez dike ku pêşketinên li Rojhilata Navîn ji bo Gelê Kurd derfetên dîrokî  hatine holê, rêya sûdwergirtina ji van derfetan ew e ku hem li ser asta  her beşê welatê û hem jî di warê hêzên Kurdistanî yên li çar beşên welatê me de  bi pêkanîna yekîtiya neteweyî ve girêdayî dibîne.

 Kongreya me ji bo ku gelê Kurd li Tirkiyeyê azadiya neteweyî bi dest bixe, hevkarî û tifaqa herî berfireh a hêzên demokratîk ên neteweyî yên Kurd pêşniyar dike. Hêzên demokratîk ên neteweyî yên Kurd dikarin li dora xalên hevpar ên neteweyî û stratejiyeke neteweyî bibin yek û gelê me ji bo armanca azadiya neteweyî seferber bike. Pêkanîna Înîsiyatîfa yekîtiya neteweyî divê êdî nayê paşxistin.

 Dema ku em hêza xwe bikin yek, em dikarin hem hêviyek xurt ji bo gelê xwe biafirînin û hem jî doza xwe ya mafdar û daxwazên me yên neteweyî  bi muxatabên xwe bidin qebûl kirin.

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê wê di hewldanên xwe yên ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî, çawan ku di demên berê de bi dilsozî tevgerîya, ji vir şunde jî bi dilsozî, berpirsiyarî û  bi prensîbî tevbigere.

 BIRYAR 3

 Kongreya me, di van salên dawîde,  hukma desthilat her ku diçe ber bi otorîterîye ve diçe pênas dike. Desthilata otorîter, destûra heyî rawestandiye, prensîbên bingehîn ên qanûna gerdûnî paşguh dike, li dijî partiyên opozîsyonê, şaredarîyên herêmî yên ku ew kontrol nake, li dijî rêxistinên civaka sivîl û rewşenbîran, li hember çapemeniya opozîsyonê bê tahmûlî û nerazîbûn nîşan dide. Kongra me, van kiryarên hukma desthilatê bi dengekî bilind şermezar dike.

 Kongreya me, ku pêkanînên Kayûman, wekî li dijî prensîbên bingehîn ên demokrasiyê dibîne, operasyonên binçavkirin û girtinên keyfî û neqanûnî bi tundî şermezar dike.

 Kongreya me, hemû hewldanên ji bo demokratîkkirina Tirkiyeyê, bicihanîna maf û azadiyên bingehîn, û avakirina hawîrdorek siyasî ya demokratîk û azad  ya bê tundûtûjî  bi hemû avayî piştgirîya xwe derdibire.

 BIRYAR 4

 Komara Îslamî ya Îranê ya paşverû û kevneperest, polîtîkayên wê yên komkujî û zordariyê yên ku li hundur têne meşandin û armancên wê yên dagirkerî û berfirehbûnê bi gelemperî gelên Îranê xistîye nav feqîrî û xizanîyê. Rejîma Melayên ji ber vê sîyaseta li dij gelên Îranê , meşrûyeta xwe ji nav gel û di çavên gel de winda kirine.

 Kiryar û helwestên wê yên ku ji xwe re kirîye armanc, têkbirina aramiya herêmê û hewldanên wê destxistina çekên nukleerî ji bo avakirina hegemonyayê ye. Pêşvebirina vê bernameyê li derveyî kontrola Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî û saziyên pê ve girêdayî ye. Rejîma Îranê ji ber van hewildanên xwe ji erêşên dervere rê vekirîye. Êrêşa Îsraîlê ya li ser Îranê di vê çarçovedeye herêmê xistiye nav serdemeke ne diyar û kaotîk. Ev rewş xwedî potansiyela derketina aloziyan li Îranê ye.

 Di şert û mercên heyî de ji bo destxistina mafên xwe yên neteweyî û demokratîk li Rojhilatê Kurdistanê hawîrdorek nû diafirîne. Di warê hevsengiya nû ya ku dê li Îranê derkeve holê, firsendekî mezin e bo gihiştina azadiya gelê me. Ev jî berpirsiyariya avakirina yekîtiya neteweyî dixe ser tevger û hêzên welatparêz ên Rojhilatê Kurdistanê.

 Kongreya me bi vê boneyê hevgirtina xwe ya tevahî û biratî bi tevgera welatparêz a Rojhilatê Kurdistanê re diyar dike.

 BIRYAR 5

 Kongreya me zext û ambargoya aborî ya ku ji hêla Hikûmeta Federal a Iraqê ve li ser gelê Herêma Federal a Kurdistanê hatiye ferzkirin û siyaseta wê ya birçîkirina gelê Herêma Kurdistanê bi nedayîna mûçeyên karmendên sivîl şermezar dike û bang li wan dike ku bendên destûrê bicîh bînin.

 Kongra me, berçavgirtina pêşketinên dawî yên li herêmê, hêvî dike ku hikûmetek bihêz û berfireh di Parlamentoya ku di encama hilbijartinên azad û demokratîk de hatiye avakirin de were damezrandin, da ku van gef û pirsgirêkên li Herêma Federal a Kurdistanê derbas bike û ji holê rake, û piştgiriyê dide destpêşxeriyên di vî warî de.

 BIRYAR  6

 Kongreya me tekez dike ku hilweşîna rejîma Esed ji bo gelê Kurd li Sûriyeyê derfetên dîrokî aniye. Kongreya me, bi tekezkirina ku azadiya gelê me li Rojava bi yekîtiya neteweyî ye, Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya ku di 27ê Nîsanê de li Qamîşloyê pêk hat û hemû alî tê de beşdar bûn pîroz dike.

 Kongreya me têkoşîna rewa a gelê me li Rojava ji bo azadî û statuya neteweyî silav dike û piştgiriya bi hemû  warî de diyar dike.

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik