PÎROZ BE 49 SALÎYA PSK’Ê

Partîya me roja 31.12.1974an de li Bakurê Kurdistanê piştî bêdengîyekî kûr û dirêj bi awayekî nehênî hat damezrandin.

PSK, piştî damezrandina xwe, di demekî kin de di nav refê gel de xwe rêxistin kir. Bi rîya kovara Rîya Azadî bîr û boçunê xwe derbarê azadîya Kurd û Kurdistanê de belav kir. Welatperweran, ronakbîran, aşitî û demokrasixwazên kurd pêşwazîyekî baş li bîr û boçûnên Partîya me, prensîb û rê û olaxên rîya tekoşîna Azadîya Kurd û Kurdistanê kirin,  lê xwedî derketin.

Ev balkêşî û xwedî lê derketin pir neborî di nav ciwanan de jî belav bû. Di serî de li metropolên Tirkîyê de û li gelek bajar û bajarokên Kurdistanê de bi navê DHKD Komelên ciwanan hatin damezrandin.

Di warê danasîna çand,edeb, zimanê kurdî de gelek berhem hatin çapkirin û belav kirin. Piştî salên dûr û dirêj yekem car bû rojnameyekî bi Kurdî  bi navê Roja Welat bi fermî hat çapkirin û belav kirin.

Kar û xebatên partîyê her ûsa di nav dezgeh û sazîyên sivil de, di sendîkan de bi şêwekî bi ber çav û bi bandor hat xwîya kirin. Berhema vê pêşketin û piştgirîya gel,  di hilbijartinên herêmî de li du bajarê girîng ê Bakurê Kurdistanê de li Diyarbekir û Agirî de namzetên Partîya me ji hêla gel de hatin hilbijartin.

Bê gûman li cografîyekî wek Tirkîyê û di nav welatekî dagirker de kar û xebat hêsa nebû û îro jî nine. Bi hatina 12 îlona hukma lêşkeri a sala 1980 rewş bi hemû awayî guhurî, dema hukmekî leşkerî û faşist dest pêkir.  Hemû kar û xebatên demokratî û yasayî hatin qedexe kirin. Heps û zindan bi welatparez, şoreşger û aşitîxwazan hat dagirtin, zilim, zordarî û wehşetekî reş dest pê kir. Hevalên me, aligirên Partîya me jî, ji vê dema reş û tarî zêdetir para xwe girtin. Bi bêçarî,  kar û xebatên partîyê li welat lawaz bû. Ji ber van sedemê sext û zehmet demekî Welatên Ewrupa bu navenda xebata partîyê. Bi kurtayi PSK ji roja 31.12.1974an heta 30. 05.2016  ango 42 bi awayekî nehênî ( illegal ) xebata xwe meşand. Ji sala 2016 vir de bû 7 sal PSK bi awayekî fermi, li gor pîvan û zagonên dewleta Tirk  xebata xwe di nav gelek astengîyan de dimeşîne.

PSK ev bu 49 sal li hember hemû astengîyan, li hember hemû zilm û zordarîyan,  bê navber di qada tekoşînê da ye. Doz gelê me bê navber dimeşîne. Di rîya Azadîya Kurd û Kurdistanê de ala şehîdan her tim bilind girtîye, li keda wan, doza wan, armanca ku tê de jîyana xwe bexşandin xwedî derket û wê ji vir şunde jî bi bîr û bawerîyekî mezin xwedî derkeve, vê doza pîroz bidomîne.

Partîya me, PSK îro jî xwedî rûmetekî mezin, bi bîr û bawerîya xwe, bi prensib û xwedan şexsîyeta xwe li ser pîyane, di tekoşîna gelê me de, wek sterkekî li ezman, cihê bîr û bawerîyê ye.

49 salîya Partîya me, ked, fedekarî û zehmetîyên bi hezaran hevrên me pîroz be.

Pîroz be rê û rêbaza Partîya me.

Silav li kar û xebata 49 salan

Bijî PSK

Bijî Kurd û Kurdistan

31.12.2023

 Partîya Sosyalîst a Kurdistan

                    PSK

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik

Hevalên hêja, gelê me yê têkoşer

Li 06/02/2023 yê piştî erdheja Mereşê ve bi pileya tundiya 7.7 çêbuyî gelê me ket nav xem û êşek giran.

Felaketa zelzeleya vê dawiyê  jî 10 bajêran ku piraniya wan li kurdistanê hindek ji wan bi temamî kavil bûn yên mayîn jî malwêraniyek mezin ya insanî û maddî li dû xwe hêlan.

Jî ber ku derbarê erdhejê da plan û amadeyiya dewletê nebû, felaketa vê erdheja dawiyê veguheriye trajedî û kavilkariyek însanî ya mezin.

Serbarê hindê ku hefteyêk bi ser zelzelê de borîne hêj bi sedhezaran mirov di bin kavilên avahiyan da li ber man û nemanê ne, bi milyonan insan di  zirûfê dijwar yê zivistanê li hember birsê û peydakirina starekê hewl didin li serxwe bimînin.

Zelzeleya Mereşê ku bandora xwe li ser jiyana pitirî 13 milyon insana daniye wek mezintirîn felaketa sedsalê têtê pênasekirin.

Ligel qurbaniyên li Herêmên Kurd yê Suri yê jî pêşbinî kirina qebareya hejmara qurbaniyên vê zelzeleyê zehmet e.

Bi gotinek dî em di mezintirîn û zehmetirîn serdemek dîrokî da ne.

Bireyên mêrxas û fedakar

Ji vê ezmuna dijwar ku em wek welat û civak dijîn bi giyanê hevgirtin û piştevaniyek xurt em dikarin jê derkevin

Wek welat û millet bi giyanek xurt yê harîkariyê emê bişên ji vê asteng û tengaviyê jî xilas bibin.

Jibo vê lazim e em bi hestê giyanek seferberya millî  jibo mexdûrên xwe yên vê zelzeleyê dest bi kampanyayek harîkariyê bikin. Bi riya vê kampanya ya harîkariyê,  jibo pêçana birînan, kêmkirina êşan û derbasbûna ji vê rewşa giran em dikarin xema gelê xwe sivik bikin

Em jibîr nekin ku di van demên zor û zehmetiyan da helwesta a ku em nîşan bidin dê hestê neteweyî xurt bike û bibe hêvênê pênasa me ya millî.

Harikariyên ku emê bigehînin mexdûrên zelzeleyê heke em pêwîstî û hewceyiyên wan bînin her çavên xwe, ev ji deryayê dilopek jî tê nîne.

Lê belê piştevaniya ku emê pêşkêş bikin bi qasê meblaxê wê qîmet (nirx)a wê ya exlaqî û sembolîk heye. Ev di heman dem da meseleyek sekneka netewî û harîkariyê ye.

Di rojên nexweş û tengaviyan da hewla hevxemiyê ye.

Performans a me ya jibo lêqewmiyên zelzeleyê ku em nîşan bidin, her wesa jibo çalakî û hêza me ya mîlî jî pêvajoyeke.

Niha wextê piştevaniyê ye.

Em dikarin bi hevra ji vê tengaviyê derkevin û biserkevin.

Wek milet em dikarin vê bikin.

Li gel silavên germ yên birayetî yê.

13.02.2023

Bayram Bozyel

Serokê Giştî yê

Partîya Sosyalîst a Kurdistanê

 

 

 

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik