Daxuyanî ji bo Raya Giştî Ji bona 101emîn Salvegera Tevgera Şêx Seîd a 1925an

Daxuyanî ji bo Raya Giştî

Ji bona 101emîn Salvegera Tevgera Şêx Seîd a 1925an

Îro tam 101 sal li ser Tevgera Şêx Seîd a 1925an derbas bû.

Tevgera neteweyiya sala 1925’an qonaxeka girîng e di dîroka gelê Kurd de.

Berê her tiştê, ev serhildan, ku di 13ê Sibata 1925an de li Pîranê (Amed) dest pêkir û bi lez di erdnîgarîya fireh da belav bû, nişana hişmendiya neteweyî ya Kurd bû.

Tevgera hanê a di bin serokatiya rêxistina Azadî û Şêx Seîd, hem hestên olî û hem jî daxwazên neteweyî bi hevdu re girêda bû û bo gelê Kurd mafê çarenûsa dixwest.

Şêx Seîd û 47 hevalên wî di 29ê Hezîrana 1925an de, bi biryara Dadgeha İstiqlala Şarqî li Dîyarbekirê hatin darvekirinê.

Ev darvekirin ne tenê cezayek bûn; her usa bibû destpêka siyaseteke sîstematîk a înkar û tunekirina gelê Kurd.

Paş tepeser kirina tevgera netewiya sala 1925ê, dadigehen taybetî hatıne ava kirin. Paş pejirandına qanunên nefî kirin û niştecî kirina bi zorê, siyaseta asimilasyon, nefî kirina bi komel û komkujiyê dest pêkir û zordariya neteweyiya hanê roj bi roj zêde bû.

Îro, piştî 101 salan, gelê Kurd hîn jî di bin zılm û zordariya neteweyî da ye. Gelê me ji mafê perwerdehiyê bi zimanê dayikê û mafên din yên netewî demokratik bê par e. Xebata gelê Kurd tê rû bi rûye siyasetên dagirkerî, kustin û tepeser kirinê ye.

Hin jî gorên Şêx Seîd û hevalên wî yên şehîd ne diyar in. Dewleta Tirk hewl dide, ku bîranînên serhildanê ji hafiza milletê Kurd jê bibe û bide ji bîr kirinê. Lê belê, gelê Kurd vê biraninê ye hertim zindî ragirtiye.

Gelê Kurd çu caran serê xwe li hember zilm û zordariyê netewandiye û îro jî serî natewîne.

Gotina Şêx Seîd, "Ez amade me  ji bo rizgariya neteweya xwe canê xwe feda bikim",  îro jî riya me ronî dike. Halwestên Şêx Seîd Efendî, Seyîd Ebdulkadîr, Cîbranlî Halîd Bey û rêberên din ên Kurd li ber darvekirinê, şanazî û serbilindiya me ye.

Em hemû şehîdên xwe yên ku li her çar perçeyên Kurdistanê ji bo azadiya welatê xwe bûne cangorî, bi bîr tînin; ewê di têkoşîna me ya Azadîya Kurdistanê de her û her bijîn.

Em wek PSK, careke din radigihînin:

Divê cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî werin eşkere kirin!

Divê mafên neteweyî û demokratîk ên gelê Kurd werin nas kirin!

Şêx Seîd û hevalên wî nemir in!

PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistanê

Buroya Çapemenî û Ragîhandinê

13ê Sibat 2026

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik