DERBA 12 ÎLONÊ Dİ DÎROKA GELÊ KURD DA ROJEKÊ REŞ E

DERBA 12 ÎLONÊ Dİ DÎROKA GELÊ KURD DA ROJEKÊ REŞ E

Li Tirkîyê Roja 12 îlonê sala 1980yî  Sererkanên lêşkeri ango pênc generalên dewleta Tirk dest dan  ser hukma idarî û qontrola welat xistin bin destê xwe.

Hukma lêşkerî di bin serokatîya Kenan Evrende  ji hêla 5 Generalan bi salan hat rêvebirin. Jîyana, yasayi, sîyasî, aborî, civakî, diplomasi her tişt ji hêla van 5 general û brokratên wan ve hat meşandin.

Di seri de parlamento, partîyên sîyasî, dezgeh û sazîyên sivil, hemû hatin belav kirin, çapemenî û ragîhandin hat fetisandin, berpirsên wan hatin darizandin.

Di wê dema derba lêşkerî a faşîst de  650 Hazar kes hatin binçavkirin. 210 hezar doz hat vekirin. 230 hezar kes di van dozan de hatin darizandin.  Ji bo 7 hezar kesî  hukmê îdamê hat xwestin û bi vê daxwazê hatin darizandin. 517 kes bi sezayê idamê hatin mahkum kirin. Ji wan 50 kes hatin idam kirin.

Heps û zindan xasima  bi welatparêzên kurd, şoreşgerên Kurd û Tirk hatin dagirtin. Zilm û işkencên giran hat kirin, xasma li zindana Amedê a kû  bi 5 Nolû tê bi nav kirin. Di wan işkencande sedan kes jîyana xwe ji dest dan,  di nav wan de Hevalê me Metîn Aksoy li Erzurumê, Yilmaz Demîr li Amedê di bin wan işkencên har û hov de jîyana xwe ji dest dan.

Kenan Evren li ser daxwaza xwe, ango bi hiş û mejîyekî leşkerî, ji rastîya welat û navneteweyî dur, fermannameyî da amadekirin û wê wek makezagon bi nav kir.

Ew makezagona kû Kenan Evren anî bûn heta niha dehan car hat pîne kirin lê cardin jî bersîva dem û pêvajoyên kû Tirkîye têda derbas bû û dibe, neda û nade.

Tişta her balkêş Kenan Evren bi wê makezagonê sistemekî takîkesî bo xwe kiribûn armanc, pişîtî 43 salan şûnde bingeha makezagona îro jî her ew makezagona Kenan Evren e û îro jî take kesek hukum dike.

Em wek Partîya Sosyalîst a Kurdistan  di 43. min sal roja 12 îlonê a derbeya faşîst bi hemû awayî mahkum dikin. Can gorîyên zindan û işkencan bi rêzdarî bibîr tînin.

Bimre Faşîzim

Bimre zilm û zordarî

Azadî bo Kurdistan, Demokrasi bo Tirkîyê

12.09.2023

Partîya Sosyalîst a Kurdistan

         (PSK)

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik