Di demekê da, ku bi sedan hezar mamosta li benda tayin kirinê bûn, Serokkomarê Tirkiye Erdoğan wekî mizginî ragîhand, ku 15 hezar mamoste dê werin tayin kirinê.
Wezereta Perwerdeyî a Tirkiyê jî ragîhand ku jî wan 15 hezaran tenê 6 mamoste bona dersê Kurdî hatîne terhan kirinê.
Di demekê da, ku evqas mamoste li benda tayin kirinê bûne, Erdoğan bi vê mizginiya xwe ve tinazê xwe bi mamosteyan û gel dike.
Di dema dawiyê da da, gelek behsa „Tirkiyeyê bê teror“, „ji nu ve demezrandina yekitiya Tirk-Kurd a dirokî“ tê kirinê û bona vê armancê gelek hevditin çêdîbe.
Dî vê hel û mercê da terhan kirina 6 mamoste ne tenê tinaz kırîna bi gelê Kurd e. Her usa nîşan dide, ku siyaseta asimile kirina Kurdan, ku ji damezrandina dewleta Tirk ve dest pê kiriye, wê bê navber berdewam be.
Divê hemu mamoste werine tayin kirinê.
Dive hêjmara mamosteyên zîmanê Kurdi qasê pêwist were zêde kirinê.
Divê em mîlê xwe bidine hevudu, xebata nasandina zîmanê Kurdi bi resmi û perwerdeyî, kar û xebata xwe bi hêztir bikin.
Em amade ne di vî warê da çi erk bikeve ser milê me, ci be ci bikin.
19 Avril 2025
Buroya Ragihandina
PSK-Partiya Sosyalîsta Kurdistan
Halebce’nin Yarası Kanamaya Devam Ediyor
Ragihandina Hewldana Konferansa Yekîtîya Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê
Kuzey Kürdistan Ulusal Birlik Girişim Konferansı Sonuç Bildirgesi
Em Bi Germahî 8ê Adarê Roja Jinan a Cihanî Pîroz dikin
8 Mart Dünya Kadınlar Günü'nü Coşkuyla Kutluyoruz
Raperîn’in 35.Yıl Dönümü Kutlu Olsun
Salvegera 35’emîn a Raperînê Piroz Be
Li Rojhilatê Kurdistanê Tifaqa Hêzên Kurdistanî Pîroz Be
Doğu Kürdistan Siyasi Partiler İttifakı Kutlu Olsun!
ZIMAN STÛNA HEBÛNÊYE, LI HEBÛNA XWE XWEDÎ DERKEVE!