Destura Ku Hebûna Gelê Kurd Qebul Neke,Wek Makezagonek Nû Nayê Nirxandin

Ji çapemenî û raya giştî re

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê di civîna xwe ya roja 08.10.2023ê ya bi rêya Zoomê da pêşhatên dawî yên siyasî û mijarên din ên rojeva xwe nirxand û guncaw dît ku encamên jêrîn ji raya giştî re rabigîhîne.

Krîza siyasî û aborî ya li Tirkiyeyê her ku diçe kûr dibe, ji bo beşên mezin ên civakê encamên wêranker derdixe holê. Li tevahiya Tirkiyeyê bêkarî zêde dibe,rewşa  jiyanê pişta civakê dişikîne. Piraniya civakê di bin xizanî û birçîbûnê de, di nava şert û mercên nemirovane de dijîn.

Di encama qeyrana siyasî û aborî de her roj bi dehan jin tên kuştin, rêjeya xwekuştinê zêde dibe û kesên ku hêviya xwe ji siberojê winda dikin ji Tirkiyeyê direvin.

Guman tê de nîne ku çaresernebûna pirsgirêka Kurd, bingeha qeyrana heyîye ku, Tirkiye xistiye nav tengasiyek kûr.

Sîyaseta şaş a li hember pirsgirêka kurd ku li ser red, înkar  tund û tujî ev e bu sed sale tê domandin hemû enerjiya Tirkiyeyê westandiye û Tirkîyê xistiye nav alozîyê.

Tirkiye ku bi salan e bi hinceta PKKê li dijî Başûrê Kurdistanê û Herêmên Kurdên Sûriyeyê bênavber operasyonên leşkerî dimeşîne, bi hinceta êrîşa bombeyî ya 1’ê Cotmehê ya li Enqereyê dozeke leşkerî zêde kir. Di operasyonên leşkerî yên dawî de gelek kesên sivîl tên kuştin, avahîyên aborî, av, enerjî û binesazîyên jiyanî yên li Herêma Kurdên Sûrîyê tên wêrankirin û ev jî bûye sedema êş û azarên mezin ên mirovî û aborî.

Divê Tirkiye dev ji rêbazên înkar, şîdet û şer berde ku sed sal in li ser pirsgirêka Kurd tên ceribandin. Siyaseta anakronîk a li ser bingeha antî-Kurdîzmê êdî nayê domandin. Tişta ku divê bê kirin destpêkirina pêvajoyeke aştiyane û siyasî ji bo pêkanîna daxwazên neteweyî, demokratîk û rewa yên gelê kurd e.

Rêbaza şerê çekdarî ya ku ji aliyê PKK’ê ve tê meşandin jî zû ve kevin bûye. Teqîn û êrîşên bi vî rengî yên di meha Cotmehê de li Enqereyê hatin kirin, ne feyde lê zerarê dide gelê Kurd. Çalakiyên bi vî rengî hem têkoşîna rewa ya gelê Kurd dixe bin siya xwe û hem jî zirarê dide qadên têkoşînê yên hiqûqî û siyasî.

Divê PKK êdî dest ji kiryarên xwe yên tundiyê berde.

Piştî hilbijartinên 28ê Gulanê Serokomar Erdogan dîsa mijara makeqanûneke nû anî rojevê. Lê belê polîtîkayên ku desthilatdariya heyî dimeşîne bi tevahî li dijî ruhê çêkirina makezagoneke nû ye. Bi girtina partiyên Kurdistanê, bi dûrxistina bi sedan şaredarên hilbijartî, girtina muxalîfan û rewşenbîran û astengkirina dengê opozîsyonê destûreke nû nayê çêkirin.

Ji bo makezagoneke nû beriya her tiştî divê hawîrdoreke demokratîk û azad bê avakirin û hewayeke aştiyane û beşdariyê ku hemû beşên civakê tê de beşdarî pêvajoyê bibin bê avakirin.

Li aliyê din destûreke ku hebûna gelê kurd qebûl neke, perwerde û statuya zimanê fermî nede zimanê kurdî û sîstemeke nenavendî ya ku rê bide gelê kurd xwe bi xwe birêve bibe, pêşbînî nake. Nabe makezagona nû. Destûreke wiha nikare pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê çareser bike.

 

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê ji destpêkê ve tekez kir ku çareseriya pirsgirêkên din ên bingehîn ên Tirkiyê bi taybet pirsgirêka Kurd bi çêkirina destûreke nû ye. Partiya me girîngiyeke mezin dide avakirina makezagoneke nû ya demokratîk, piralî, azadîxwaz û nenavendî, li ser esasên bingehîn ên hiqûqa gerdûnî.

Partiya me bang li hemû pêkhateyên Kurdistanî dike ku helwesteke hevbeş nîşan bidin û bi hev re têbikoşin da ku daxwazên bingehîn ên gelê Kurd di destûra nû de cih bigirin.

Ji aliyê din ve Partîya me ji şerê ku di van rojên dawîn de, di navbera Hamas û Îsraîlê de dest pê kir û veguherî komkujiyeke gelekî nîgeran e.

Di vê şerê nabeyna her du alîyan de, hejmara kesên  jiyana xwe ji dest dane hezaran derbas kiriye.

Di şer de kuştina sivîl, jin û zarokan sûcê dijê mirovahiyê ye. Divê demildest ev şerê ku veguherî komkujî û wehşetê bê rawestandin. Divê aliyên navneteweyî, bi taybetî Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, ji bo bidawîkirina vî şerî demildest mudaxele bikin.

Partîya me di esasê xwe de li dijî her cure şîdet û şer e. Pirsgirêkên di navbera Filistîn û Îsraîlê de, ne bi şer, divê bi rêbazên siyasî û danûstandinan bên çareserkirin.

09.10.2023

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê

            (PSK)

      Meclîsa Partiyê

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik