Dewleta Îranê kiryarên qilêr pêktîne. Em bi tûndî şermezar dikin


Dewleta Îranê ya dagirker bi salane êrîşên Kurdan dike, xelkê sivîl qetil dike, li himber siyasetmedar û têkoşerên Kurdan kiryarên terorî pêktîne. Di vê warî da ne guh dide nerazîbûnên navdewletî ne jî prensibên ehlaqî û hiqûqî li ber çavan digire.

Rejîma Îslamî ya hov piştê serhildana xelkê Îranê ya di bin diruşma Jin, Jîyan, Azadî bi hezaran kesan desteserkir, bi sedan keç û xort kuşt yan jî bi darve kir.

Anha jî êrîş û kiryarên li dijê gelên Îranê, bi taybetî jî li dijê gelê Kurd berdewam in.

Dewleta dagirker ya Îranê heta anha bi dehan êrîşên hewayî bir li ser Partîyên Rojhelatê Kurdistanê ku li Herêma Kurdistanê bicîh bûne û hejmarekê zêde pêşmerge û kesên sivîl qetil kir.

Dewleta Îranê êrîşên li dijê Kurdan bênavber didomîne.

Çend roj berê li nêzîgê sînorê Îranê di navçeya Qeledizê da du pêşmergeyên kevn yên HDKÎ yên bi navên Lokman Acî û Adil Mihacir ji aliyê sixûrên rejima İranê ve hatin terorkirin û kuştin. Do jî li Hewlêrê li nêzîgê Beherkê endamekê HDKΠ Sîyamend Şaboyî bi destê hêzên tarî yên Îranê ve hat şehid kirin.

Em carek din rejîma dagirker ya Îranê bi tundî şermezar dikin.

Elbet dê rojekê ji rojan hesabên van kiryarên hovane ji rayedarên dewleta Îranê bê pirsin.

Em serxweşîyê li malbatên şehîdan û HDKÎyê dikin û êşa wan parve dikin.

Herwisa em bangê Hikumeta Herêma Kurdistanê û Baxdayê dikin da ku pêşî li van êrîş û qetlîaman bigirin û sucdaran ceza bikin.

Divê dezgeyên navdewletî, hêzên Hevpeymana Navdewletî yên li Iraqê li himber êrîşên İranê helwestekê zelal eşkere bikin û rê nedin ku li Herêma Kurdistanê qetlîem pêkbên.

Em bi hemî imkanên xwe ve piştgirîya gelê me yê Rojhelatê Kurdistanê dikin.

13.07.2023

Partîya Sosyalîst a Kurdistan

                  PSK 

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik