DI DERBARÊ HERÊMÊN KU ERDHEJ LÊ RÛDANE DA ÇAVDÊRÎ Û PÊŞNIYARÎYÊN ME

PAK, PSK, TDK-TEVGER:

DI DERBARÊ HERÊMÊN KU ERDHEJ LÊ RÛDANE DA ÇAVDÊRÎ Û PÊŞNIYARÎYÊN ME

Di roja 06.02.2023yê da  du erdhejên bi şîdeta 7.7 û 7.6ê,  ku navenda wê navçeya Pazarcik a bajarê Mereşê bû rû dan. Ev erdhejê  bû sebep ku zerar û têkçûneke mezin a canî û ya malî.

Vê erdhejê, deh bajar û bi sedan navçe û gund û mezrayên ku ji 13 milyonan zêdetir mirov lê dijîyan da ber xwe ku piranîya wan jî li Bakurê Kurdistanê bûn.Li gorî amarên heta îro hatine ragihandin,  hejmara kesên ku  divê erdheja Mereşê da jîyana xwe ji dest dane ji 35 hezarî zêdetir in ; hejmara  birîndaran jî nêzîkî 100 hezar kesî ne.Bi sedan hezar avahî jî rûxane.

Tu şika me jê tune ye ku, zerara rasteqînî ya canî û malî gelekî mezintir e û dê hîna jî zêdetir bibin.

Erdheja Mereşê wek felaketeke  herî  mezin ya vê sedsalê tê pênase kirin. Aşkere ye ku, tesîra însanî, aborî, civakî, psîkolojîk, tenduristî û demografîk ya vê erdhejê dê bi salan dewam bike.

Heyeteke hevbeş a PSK, PAK, TDK-TEVGERê, ji bo tesbît kirina rewşa heyî û  pêwîstîyên wan herêmên ku erdhejê tesîreke gelekî mezin lê kirîye, wek Semsûr(Adiyaman) , Mereş, Hetay, Dîlok(Entab) û Meletê û li navçeyên van bajaran, çar rojan li gel mexdûrên erdhejê û  dezgehên sivîl hevdîtinên berhemdar kirin; lêkolîn, seredan û çavdêrîyên berfireh pêk anîn; beşdarî tazîyeyên  wan malbatên ku qurbanî dane erdhejê bûn.

Piştî seredanên ku heyeta hevbeş a TDK-TEVGER, PSK û PAKê li herêmên erdhejê kirine, em dixwazin çavdêrî, agahî, û encamên berfireh yên van seredanan bi gelê xwe, raya giştî, berpirsyarên dewletê û bi raya giştî ya cîhanê ra parve bikin.

Berîya her tiştî,  em bangî her Kurd û Kurdistanîyekî li her kujekî cîhanê dijîn dikin, da ku ji bo mexdûrên erdhejê  kampanyayên berfireh organîze bikin. Dşvê  ev wek wazîfe û berpirsyarîya me ya însanî û milî bê qebûl kirin.

Herweha ji ber alîkarîyên wan ên ji bo mexdûrên erdhejê, em spasîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Weqfa Xêrxwazîya Barzanî, spasîya hemû dewletan, beledîyeyan, partîyên sîyasî û dezgehên sivîl û kesayetan dikin.

Semsûr (Adiyaman)

Heyeta me, li  Semsûrê, li wan gerekên ku di erdhejê da zerareke mezin dîtine gerîyane, lêkolîn kirine, bi mexdûrên erdhejê, dezgehên sivîl û dezgehên xêrxwazîyê ra,  bi tîmên hawarhatina  kesên ku di bin kavilan da ne, hevdîtinên berfireh kirin. 

Di van lêkolîn, hevdîtin û seredanan da dîyar bû ku, ji %90ê avahîyan têk çûne, êdî dê nikaribin bêne bikar anîn.Erdhejêbi taybetî zerareke gelekî mezin gîhandîye gerekên Harhar, Yeşîlyûrt, Cumhûrîyyet, Kayapinar û Yenîmahalleyê. Tê gotin ku, kolonên hinek avahîyan berîya erdhejê hatine birrîn û vê yekê jî avahîyên rûxayî zêdetir kirîye. Ji 1/3ê gelê Semsûrê bajarê xwe terk kirine; yên mayî jî di rewşeke gelekî zehmet da liberxwe didin da ku jîyana xwe berdewam bikin.

Dewlet, ji bo mirov ji bin kavilan bi saxî bêne derxistin jî, ji bo  rakirina kavilan jî gelekî dereng maye. Herweha ji bo gîhandina avê, xwarinê û cil û bergên zivistanê jî dereng maye û di bicîh anîna hewcedarîyên mexdûran da gelekî lawaz maye. Meriv dikare bêje ku dewletê gel terkî qedera xwe kirîye. Ji ber van îhmalkarîyan, ji ber dereng gihîştina tîmên hawarhatinê, ji ber di wexta xwe da û bi awayê pêwîst midaxele nehatîye kirin bi hezaran mirovan jîyana xwe ji dest dane. Di veşartina cenazeyên qurbanîyan da jî gelek zehmetî hatine kişandin û van zehmetîna hîna jî berdewam in.

Li Semsûrê rewşeke kaotîk, bi her awayî bêserûberîyek heye. Ji bo ji bin kavilan bi saxî derxistina mirovan û ji bo  rakirina kavilan tu koordînasyon  û hemahengî di navbera dezgehên dewletê da tuneye.Bi hezaran mirov hîna jî bêyî çadir û konteyneran di wê serma û seqemê da dijîn. Bi herkesekî ra bêhêvîtîyeke mezin û li  her derê derê kaoseke berbiçav heye.

Em bi xwe jî şahid bûn ku, tîmên hawarhatinê yên Hukûmeta Herêma Kurdistanê, Emerîka, Çîn, Bulgarîya,Koreya Başûr û Macarîstanê li Semsûrê li ser kavilan di nav hewl û xebateke hêja û fedakarane da bûn ku, bikaribin mirovan ji bin kavilan sax derbixin an jî kesên ku jîyana xwe ji dest dabin jî bi ûsûl û rêbazên însanî ji bin kavilan derbîxin. Lê li gorî agahdarîyên ku me wergirtin,  ji ber ku di navbera rêvebir û  berpirsyar û dezgehên Dewleta Tirkîyeyê û van tîmên ku ji derva hatibûn da hemahengî û koordînasyonek rêk û pêk tune bû,  xebatên van tîmên ji derve hatibûn mixabin di asta ku pêwîst bû berhemdar nedibûn.

Di wê dema ku em li Semsûrê bûn, em pê agahdar bûn ku pêwîstîya nanî  bi awayekî giştî hatîye çareser kirin û êdî di asteke baş da xwarin digihêje mexdûran.

Nuha li Semsûrê pêwîstîyên sereke evin: Konteyner, tûwaletên mobîl, çadir, betanîye, beqlîyat, firaxên xwarinê, derman, tupê xazê, sobe, komir, êzing, işildaq, pedê zarokan û jinan.

Li Kehta ya navçeya Semsûrê sê avahî rûxane û 70 kesî  jîyana xwe ji dest dane.

Tîmên hawarhatinê û alîkarîyên pêwîst , xwarin û av gelek  dereng gihîştine gundên Kehtayê û gundên din.

Yek ji cîhên herî zêde zîyana canî  çêbûye û avahî lê rûxane navçeya Golbaşi ya Semsûrê ye. Nifûsa Golbaşiyê 35 hezar e. Li Golbaşiyê nêvîye avahîyan rûxane, yên mayî jî di wê astê da ne ku kes nikare lê rûne.Xeta fayê  di nêva bajêr da derbas dibê û ev jî bûye sebep ku nêvîyê bajêr têkbiçe. Rêya k udi nêva bajêr da derbas dibe jî tekîya ye, têk çûye.Di dema ku heyeta me li Golbaşiyê bû, gelê Golbaiyê bajar terk dikir û Gobaşi bibû bajarekî xeyaletê, wêran û vala.

Pazarcik a navçeya Mereşê navenda erdheja ewil bû ku bi şîdeta 7.7 rûdabû. Di vê navçeya ku nifûsa wê 60 hezar e, em dikarin bêjin yek avahîya ku saxleme nemaye.Pazarcik hema hema bi temamî vala bûye, yên ku karîbûne bajar terk kirine, kolan vit û vala bûn. Malbatên qurbanîyên erdhejê ji me ra gotin ku wan gelek cenazeyên xwe bêyî kefen veşartine. Ew kes û dezgehên ku me ji wan agahdarî wergirtin, gotin ku li gundên Pazarcikê gelek kesan canê xwe ji dest dane. Li gundê Nacar a ku nifûsa wê 260 kes bûn, ji erdhejê bes 10 kes filitîne.

Em li navenda bajarê Mereşê bûn şahidê têkçûn û rûxandineke gelek mezin. Gelek tîmên hawar hatinê li ser kavilan dixebitîn. Di navenda Mereşê  da piranîya avahîyan xesareke mezin dîtine û dê kes nikare tê da bimînin. Piranîya xelkê  Mereşê bajar terk kirine.

Nûrdaxi, Islahîye, Kirikhan

Di erdheja Mereşê da sê navçeyên herî zêdetir zerar dît Nûrdaxi, Islahîye û Kirikhan in.

Meriv dikare bêje ku navçeya Nûrdaxi  ya Entabê hema hema nema ye.Tu avahîyeke saxlem tune bû. Hêjmara kesên ku jîyana xwe ji dest dane gelekî zêde ne.

Wan kesên ku em li navçeya Islahîye ya Entabê bi wan ra axiftin, gotin ku li gorî texmînên me, li Islahîyeyê  kesên ku canê xwe ji dest dane ji 20 hezarî zêdetir in.Li ser erdhejê hefteyek derbas bûye, lê hîna jî di bin kavilan da însan hene. Gelê Islahîyeyê di nav êş, xem, hêrs, bêhêvîtî û bêçaretîyeke mezin da ye.

Her çiqas di ragehandinê da zêde behsa navçeya Kirikhan a Hetayê nayê kirin jî, lê li vê navçeyê  jî  zerareke mezin ya canî û malî heye.

Ji ber ku navçeyên Nûrdaxi, Islahîye û Kirikhanê li ser xeta fayê ne, zerara canî û malî di asteke herî bilind da ye.Li gundên van her sê navçaya gelek kesdan canê xwe ji dest dane û hîna jî hinek cîhên ku kesî xwe negîhandîye hene. Ji berk u li ser rêya Nûrdaxi û Hetayê gelek rê têkçûne, di çûyin, hatinê da astengî û pirsgirêkên gelekî mezin peyda bûne.

Me li Islahîye û Nûrdaxiyê seredana hinek malbatên ku kesên wan di erdhejê da jîyana xwe ji dest dane kir û me sersaxî ji wan ra xwest.

Hetay

Bajarê ku di erdheja Mereşê da zerara herî mezin dîtîye Hetay e.Bajar bi temamî wêran bûye, xera bûye.Têkçûna li bajarê Hetayê di asteke tirsonek û xeter da ye.Ji ber ku bajar bi temamî têkçûye, li gelek cîhan rê hatibûn girtin, ne mimkun bû ku em xwe bigihînin gelek gerekên bajêr. Her derên bajêr bibû gora kavilan.

Ew kesên ku nuha li Hetayê mane, bi hêrs û xem û êşeke mezin li bendê ne ku merivên wan ên di binê kavilan da ne, sax an mirî bêne derxistin.

Heger em rastîya meseleyê bînin ziman; mixabin êdî bi navê Hetayê bajerek nemaye.Ew Hetay a ku bi pir rengî, pir kulturî, pir etnîtîseyî ya xwe ve tê nasîn, ew Hetay a ku bi dewlemendîya xwe ya kulturî û dîrokî tê zanîn; mixabin nuha di bin kavilên erdhejê da wenda bûye.

Dîlok (Entab)

Ew mexdûrên erdhejê û rêvbirên dezgehên sivîl yên ku li  Entabê em bi wan ra axivîn, gotin li vî bajarî nêzikî 200 avahîyî rûxane û di 15 avahîyên ku rûxane da gelek kesan jîyana xwe ji dest dane.Li gorî agahdarîyên heyî, heta nuha ji 1000î  zêdetir mirovan jîyana xwe ji dest dane. Di dema ku em li nav bajarê Entabê digerîyan, me dît ku bajar bi piranî vala bûye û gelek kesan bajar terk dikirin.

Meletîye

Me di seredana xwe ya li Meletîyê da, li gel mexdûrên erdhejê, rêvebirên dezgehên sivîl, dezgehên xêrxawazîyê hevdîtin kirin û me di derbarê encamên erdhejê û pêwîstîyên heyî da agahdarîyên berfireh wergirtin.

 

Li gorî agahdarîyên ku me ji berpirsên TMMOBê(Yekitîya Odeyên Mîmar û Muhendîsan) wergirtine, li Meletîyê di deverên nêzî çîyayî û yên binê erdê wê xurt in , zerar kêmtir bûne; lê li deverên ku erdê wê sist e zerareke mezin çêbûye.

Nifûsa nav bajarê Meletîyê 600 hezar e. Heta nuha bi temamî 12 hezar çadir gihîştîne bajêr; lê pêwîstî bi kêmanî bi 100 hezar çadiran heye. Hîna jî hinek gundên ku kesî xwe negîhandîyê hene û gelek kes di binê wan kavilan da ne. Herweha hi bber borîyê avê teqîyane û yên ava paqij û ava pîs têkel bûne, pirsgirêka ava vexwarinê jî li Meletîyê heye.

Li Meletîyê  pêwîstîyên herî berbiçav,  çadir, konteyner, sobe, êzing, komir,beqliyat û av  in.

Nifûseke gelek mezin ji Meletîyê bar kirine û  hêjmareke gelekî kêm li Meletîyê mane.

Dîyarbekir

Li Dîyarbekirê  di erdhejê da 350 kesan jîyana xwe ji dest dane.Gelek avahîyan xesareke mezin dîtine ku êdî kes dê nikaribe tê da bijî. Gelek kes ji Dîyarbekirê ji bo nevçeyên dor û berê bar dikin.Yên ku xanîyên wan zerar dîtibin, li çadir, dibisten, holê sporê, mizgeft , dêr û holê dawetan da dimînin.

Bi xebat û kampanyayên dezgehên sivîl yên li Dîyarbekirê , pirsgirêkên xwarinê, cîhên lê mayinê û cil û bergan gelekî kêmtir bûn.

TESPÎT Û PÊŞNIYARÎYÊN ME

A)Tespît û pêşniyarîyên me yên ji bo demeke kurt:

1. Ji roja rûdana erdheja Mereşê  heta îro, pirsgirêka herî berbiçav ev bûye ku di navbera  dezgehên peywendîdar ên dewletê da koordînasyon û hemahengîyeke pêwîst pêk nehatîye.Berîya her tiştî divê ev pirsgirêk bê çareser kirin.

2. Divê  di demeke herî zû da, ji bo ku wan kesên di binê kavilan  sax in an jîyana xwe ji dest dane , ji binê kavilan bêne derxistin.

3. Ji bo wan kesên  ji ber ku xanîyên wan zerareke mezin dîtîne, divê demildest cîhên lêmayînê bêne tesbît kirin û divê pirsgirêka wan a germkirinê bê çareser kirin.

4. Herweha ji bo mexdûrên erdhejê divê bajarên ji konteyner û çadirên zivistanê ve pêk hatine bêne ava kirin.

5. Hemû alîkarîyên ku ji bo mexdûrên erdhejê têne kirin, divê bi awayekî adilane, li ser esasê wekhevîyê û bi heqanîyet bêne belav kirin.

6. Ji bo rê li ber nexweşîyên ku yek ji yekî digirin bêne girtin, divê tedbîrên cidî bêne girtin.

7. Divê ji bo mexdûrên erdhejê xebateke berfireh a alîkarîya psîkolojîk û civakî bê organîze kirin.

8. Divê hemû deynên mexdûrên erdhejê yên zerîbê û yên wek wê tune bêne hesibandin.Divê ji bo esnaf û karsazan kredîyên demdirêjî bê dayin.

9. Ji bo ku her kesekî mexdûrên erdhejê  bikaribe jîyana xwe bidomîne, divê meaşekî di asta mehaneya herî kêm ji bo wan bê tesbît kirin.

10. Divê ji bo zarokan, kesên kêm endam û kesên ku temenê wan mezin in, kesên ku mihtacî alîkarîyê ne,  bernameyên taybet ên alîkarîyên tenduristî, fizîkî û derûnî bêne pêk anîn.

11. Li hemû deverên ku erdhejê lê rûdaya, divê hemû pêwîstîyên perwedeyê bêne  bicîh anîn.

12. Divê hemû xebat û bernameyên ji bo alîkarîya erdhejê, bi koordînasyoneke li gel dezgehên sivîl, rêxistinên meslekî, sendîka, komeleyên mehelî û bi şaredarîyan ra bêne organîze kirin.Divê dezgehên dewletê  girîngîyê bidin,  tecrube, zanîn û enrjîya van hemû alîyan û feydê ji wan werbigirin.

13. Hemû tedbîr û xebatên ku ji bo ava kirina bajaran û alîkarîyên ku ji bo mexdûrên erdhejê têne kirin, divê xwe ji hişmendîyeke ku demografîya herêmê biguherîne dûr bixe.

B) Tespît û pêşniyarîyên me yên ji bo demeke  demdirêj:

      1. Tirkîye û Kurdistan, di herêma ku rîska erdhejê lê zêdeye da ne.Ji ber vê yekê  jî divê hemû warên jîyanê ( perwerde, aborî, zîraet, ava kirina bajaran, veguhestin û yên din.) li gorî vê rastîyê bêne ava kirin, bên organîze kirin.

2. Ji bo ava kirina bajaran û bînasazîyê, divê  stratejîyeke li gorî rastîya erdhejê û zanistê bê danîn.

3. Ji bo têgihîştina wate û tedbîrên erdhejê divê girîngîyeke taybet di bernameya perwerdeyê dabê bicîh anîn.

4. Em dizanin ku ‘’Yê mirovî dikuje ne erdhej e; avahîyên ne li gorî prensîbên endazyarî hatine ava kirin mirovî dikujin’’. Ji bo ava kirina avahîyên ku bikaribin xwe li ber erdhejê bigirin divê navendeke teybet a stratejîk bê ava kirin.

5. Ji bo pêkanîna şaristanîyeke bitendurist û hûnandina hişmendîya civakî ya di derbarê erdhejê da, berîya her tiştî divê têgihîştineke demokratîk û însanî bê ava kirin û ev jî  bi ava kirina atmosfer û bingeheke sîyasî ve girêdayî ye.

6. Ji ber vê yekê jî, divê dev ji sîyaset û kiryarên  antî demokratîk, dev ji gendelî, navendîya hişk û keyfî û totalîter bê berdan.

7. Ji bo ku Tirkîye û Kurdistan rû bi rûyî encamên xerab yên felaketa erdhejê nebin, berîya her tiştî divê gavên acîl yên ji bo sîstema ademî merkezîyetçîyê, ji bo rêveberîyeke demokratîk û azadîwaz bêne avêtin.

8. Ji bo ku îmkanên madî û zanyarîyên heyî ji bo  rêlibergirtina rîskên erdhejê bêne serf kirin û bajarên  ku bikaribin xwe li ber erdhejê bigirin bêne ava kirin; divê ew îmkanên ji bo şerî û çekan têne serf kirin bêne  rawestandin, dawî li şerî jî û li çalakîyên çekdarî jî bêne anîn; divê pirsa Kurd û Kurdistanê li ser esasê wekhevîya du miletan, du welatan û bi pêk anîna azadîyê bê çareser kirin.Piştî ewqas tecrubeyên bi êş û xeman ve dagirtî, em dibêjin  em dikarin vê pêk bînin û divê em pêkbînin jî. 16.02.2023

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê)
PSK (Partîya Sosyalîst a Kurdistanê)
TDK-TEVGER (Tevgera Demokratîk a Kurdistanê)

 

 

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik