Di Hilbijartina 2023 an de Daxwazên Platforma Zimanê Kurdî

Di Hilbijartina 2023 an de

Daxwazên Platforma Zimanê Kurdî

Di Meha Gulan a 2023 an de, dîyar e ku wê hilbijartina Serokomarîyê û Parlamentoyê bi hevdû re li dar bikeve. Ev hilbijartin bi rastî ji bona gelek alîyên civakî û siyasî pir giring û watedar e. Kî li vê heremê wekhevî û demokrasîyê diparêz e û kî jî li dijî van nirxan tevdigere, wê di vê hilbijartinê de baş zelal bibe. Wê hemû hêz, rêxistin û kes, reng û siyaseta xwe di derbara nirxên bingehîn de eşkere bikin. Hemû alîyên siyasî wê pêşniyar û çareseriyên xwe ji bona Bakurê Kurdistanê û Tirkîyê dîyar bikin. An ev siyaseta ku were pêşkêş kirin, wê bi biryardarî alîgirên çareserî, aşîtî, dîyalog, azadî, demokrasî û wekhevîyê be an jî siyaseta ku Komara Tirkîyê ev sed sal in li himberî Gelê Kurd daye meşandin, wê berdewam bike. An wê înkar, asimîlasyon û tune hesibandina Kurdan berdewam bike, an jî wê statûya Gelê Kurd were pejirandin. 

  Di xebatên hilbijartinê de emê piralî û bi berfirehî pêrgî fikir û pêşniyarên asimîlasyonê,    nejadperestîyê, tune hesibandina ziman û nasnama Kurdan jî bibin, lê emê tucaran weke Kurd wan neheqîyan qebûl nekin. Platforma Zimanê Kurdî wê di vê hilbijartinê de doza ziman, hebûn û nasnama Kurdan bike. Di hilbijartina 2023 an de, pirsa sereke ji bona me wê ev be; an wê Kurd mafê ziman û nasnama xwe bi dest bixin û bibin hemwelatiyên azad û wekhev an jî wê aşê pişaftinê, hevdû neqebûl kirinê, bindestîyê, nejatperestî û poz bilindîyê her berdewam bike. Di vê tevgirêdanê de helwesta Platforma Zimanê Kurdî gelekî zelal e; ji bona me ziman û nasnama Kurdî xeta sor e. Bila hemû kes û alîyên siyasî vê rastîyê baş bizanibin; em Kurd in, zimanê me Kurdî ye û welatê me jî Kurdistan e!

Ji sala 2018 an ku Platforma Zimanê Kurdî hatiyê damezrandin û heta niha me eşkere gotiyê; bila zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehîyê û bibe zimanê fermî. Zimanê Dayîka me, weke hemû zimanên ku li dinyayê hene, xwedî nirx e, xwedî rûmet e, xwedî kultur, dîrok û edebîyat e. Zimanê Kurdî taca serê Kurda ye, zimanê me rengê Kurdan dide der. Em Kurd herdem bi hevdû re dibêjin; “Zimanê Kurdî nasnama me ye, zimanê me hebûna me ye”. Belê. Hemû zimanên ku hene hilbet hêja ne, ji ber vê rastîyê jî em dijayetîya tu zimanan nakin. Rêzgirtina me ji hemû zimanên ciranên me re jî heye. Mafê hemû miletan heye ku bi zimanê xwe perwerde bibin, xizmetên fermî bi zimanê xwe bistinin. Ji ber ku mafê ziman mafekî mirovan e, mafekî wekhevî û hemwelatîbûna hemdemî ye jî. Ev maf divê bi biryardarî were parastin.

Platforma Zimanê Kurdî daxwaz dike ku zimanê Kurdî di qanûnên bingehîn de were pejirandin. Zimanê Kurdî ji baxçeyên zarokan, ji dibistanên seretayî, navendî bigirin û heta zanîngehan divê bibe zimanê perwerdehîyê. Zimanê Kurdî divê bibê zimanê jîyan û bazarê, bibe zimanê xizmeta fermî û pêkvejîyanê. Hemû asteng û rêbazên asimîlasyonê ku li himberi ziman û kultura Kurdî hene, divê werin betal kirin. Diwarên ku li himberî zimanê Kurdî hatine hûnandin, divê werin hilweşandin.

Dîsa divê hemû navên ku li gund, bajar, tax û kolanên Kurdistanê hene bibin bi Kurdî. Divê personelên ku li saziyên fermî û şaredarîyên Bakurê Kurdistanê kar bikin zanibin Kurdî bixwînin, binivîsînin û biaxivin. Dîsa, divê xutbe li camîyên welatê me bi Kurdî werin gotin. Ji bona hêsanîkirina hemû wan xwestekan divê Sazîya Zimanê Kurdî fermî were damezrandin û jê re budçe jî were veqetandin.

Em ji partîyên ku beşdarî hilbijartinan dibin dixwazin ku, ew ditînên ku li bajarên Kurdan pêşkêş dikin, wan dîtinana li Rojavayê Tirkîyê ji bi wêrekî bi parêzin. Di çareserkirina mafên Kurdan de siyaseta dirûtî û cot standartîyê bi kêrî tu alîyan naye. Ev helwesta bêrêgez siyasetê weke çalakîyeke civakî, fikrî û felsefî gelekî erzan dike. Ji ber wan sedeman, divê siyaset li gorî prensîb, pîvan û parastina nirxên mirovan û ramanên wekhevîyê birêve biçe.

Di hilbijartina li welatê me de divê namzetên parlamento û şaredarîyan bi Kurdî zanibin. Di her qada jîyanê de divê zimanê Kurdî dîtbar bibe. Zimanê Kurdî (Kurmancî, Zazakî) divê bibê pîvaneke hevbeş ji bona hemû namzetên ku wê li welatê me beşdarî hilbijartinan bibin.

Di xebatên hilbijartînê de divê zimanê Kurdî di hemû cûre çalakîyan de baş dîtbar bibe. Em dixwazin ku hemû namzetên Kurdan bi Kurdî biaxivin, gotûbêjan bikin, beşdarî civîn, konferans û panelan bibin, bi Kurdî sloganan biqîrin û bi hevre bibêjin; “Bê ziman jîyan nabe, jîyan jî bi Kurdî xweş e”!

PLATFORMA ZIMANÊ KURDΠ

Amed. 06 04 2023.

 


 

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik