• » Gündem
  • Îro 8 sal di ser koça dawî ya Mam Celal Talabanî re derbas bûn.

    Mam Celal yek ji pêşmerge, tekoşer û rêberên navdar ên Kurd bû. Wî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) damezrand û bû yekemîn Serokkomarê Iraqê piştî rûxandina rejîma Baasê.

    Îro, valahiya ku Mam Celal li dû xwe hiştiye, bêtir eşkere dibe. Di rewşa aloz a Rojhilata Navîn, Iraq û Kurdistana Başûr de, gelê Kurdistanê ji her demê zêdetir hewcedarê hostatî û ezmûna wî ye.

    Em bawer in ku hevsenger, heval û şagirtên Mam Celal dê alaya wî ya têkoşînê bilind ragirin nehêlin bikeve erdê.

    Em Mam Celal, ku dostekî dêrîn ê Partiya me bû, bi hurmet û giramî yad dikin û li beramberî wî û hemû şehîdên Kurdistanê bejna xwe ditewînin.

    Gelê Kurdistanê kar û têkoşîna Mam Celal ji bîr nekiriye û dê herdem bi bîr bîne.

    Ruhê Mam Celal şad û rêbaza wî berdewam be!

    03ê Cotmeha 2025

    Partiya Sosyalîst a Kurdistanê

    İçerik Başlıkları
    En çok Okunan İçerik