Hikûmeta demkî ya Sûriyê ya di bin rêveberiya HTŞ de, li Efrînê û li herêmên Kurdî yên di bin kontrola wê de perwerdeya bi zimanê Kurdî qedexe kiriye.
Lê belê zimanê dayikê yek ji hêmanên bingehîn e ku nasnameya neteweyekê diyar dike. Mafê perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî gerdûnî ye ku bi peymanên navneteweyî hatiye parastin.
Qedexekirina zimanê Kurdî êrîşek eşkere ye li ser ziman û nasnameya Kurdî. HTŞ bi vê biryara xwe zihniyeta xwe û armancên xwe bi awayekî zelal eşkere kiriye û bi vê yekê nîşan daye ku ji rejîma BAASê cudatir nîne. Her wiha, helwesta wî îspat kiriye ku ew peyrewê polîtîkayên dewleta Tirk e ku li Efrînê û derdora wê têne sepandin û wê diparêze.
Em vê biryarê, ku li dijî lihevkirina di navbera HTŞ û SDG de ye û di raya giştî de hêviyên aştiyê li Sûriyê zindî kiribû, şermezar dikin.
Em piştgiriya xwe ji hêzên welatparêzên Rojavayê Kurdistanê re careke din dubare dikin.
30 Îlon 2025
PSK – Partiya Sosyalîst a Kurdistanê
Ofîsa Çapemenî û Ragîhandinê
Kürt Halkı Mam Celal’i Unutmuyor
Gelê Kurd mamê Xwe Ji Bîr Nake
25 Eylül: Bir Halkın Özgür geleceğe Dair Umudu
25ê Îlonê Hêvî Ye Ji Bo Paşeroja Azad
YEKXISTINA HÊZÊN PÊŞMERGE LI KURDISTANA BAŞÛR GAVEKE DÎROKÎ YE, PÎROZ BE
GÜNEY KÜRDİSTAN PEŞMERGE GÜÇLERİNİN BİRLEŞTİRİLMESİ TARİHİ BİR ADIMDIR, KUTLUYORUZ
Şehîd Dr. Saîd û Hevalên Wî Nemir İn
Pirsgirêka Kurd heta çareser nebe, aşitî û aramî nayê herêmê!
Kürd Sorunu çözülmeden Bölge’ye Barış Ve Huzur Gelmez!
Kürdistan Sol Partiler Forumunun Açıklaması