. " Di rastiyê da ev jenosîda hanê, beşek ji Operasyonên Enfalan bû "

EM JENOSÎDA HELEBÇEYÊ JIBÎR NAKIN!

 

Divê 16ê Adarê wekî Jenosîda Gelê Kurd Were Pejirandin!

 

Meha Adarê di dîroka Kurdistanê da mehek gelek girînge û bi gelek bûyerên xweş û nexweş, serhildan û berxwedanan ve tije ye.

Meha Adarê bi bûyereka dilêş destpê dike û bi bûyerekê dilêş jî temam dibe.

Mela Mistefa Barzanîyê nemîr di 1ê Adarê da çûyê ber dilovaniya xwe û Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî jî di dawiya meha adarê da, ji aliyê Dewleta Îranê ve hatine bi darve kirinê.

Jenosîda Helebçeyê yek ji bûyerên xembar e, ku di meha adarê da qewimîne.

Jenosîda Helebçeyê herwisa kiryareke gemarî û tawaneke li dijî mirovahîyê ye.

Rejîma faşîst û nîjadperest a BAASê, di heyama şerê Iraq û Îranê de, di 16ê Adara 1988an da, bi çekên kimyewî ve êrîşî bajaroka Helebçeyê kirin û bi çekên kimyewî bêtirî 5 hezar kurd şehîd û bi hezaran kurd jî birîndar kir.

Rejîma BAAS a xwînwar, Jenosîda Helebçeyê wekî beşeke şerê Îran û Iraqê pênase kir. Lê di rastiyê da ev jenosîda hanê, beşek ji Operasyonên Enfalan bû ku rejîma nijadperest a BAASê ji bona jenosîda kurdan amade kiribû.

35 sal di ser Jenosîda Helebçeyê da derbas bû. Lê belê, birina Helebçeyê hêşta cebar nebûye, xwîn jê tê.

Ji ber ku,

-Bandorên xirab yên vê jenosîdê li jîngeha Helebçeyê û derdorê vî bajarî, li ser derûniya qurbaniyan hê jî berdewam in.

-Belê rast e, hinek berpirsên jenosidê hatine dadgeh kirinê, lê belê hemû tawanbar, bi taybetî dewleta dagirker, nehatine dadgeh kirin.

-Îro jî piştî 35 salan, dewleta Iraqê û berpirsên rejîma BAASê û dewletên ku alîkariya rejîma BAASê kirine, di dadgehên navnetewî da nehatine dadgeh kirin.

-Hikumeta Iraqê, heya niha biryara mahkemeyê ku qetlîema Helepbçeyê wekî tawanê mirovî destnişan kiriye, cî be cî nake û serî li dadgehên navnetewî nade.

-Heya îro hikumatên Iraqê, bona çareser kirina pirsgirêkên derûnî, civakî, sexlemiyê û jîngehê, ku iro jî berdewam in û wê bi salan berdewam bibin, karên pêwist nekiriye,

-Îro jî Netewên Yekbûyî guhê xwe nade daxwaza kurdan ku dixwazin 16ê Adarê ku roja qetlîema Helebçeyê ye, wekî roja xebata li dijî çekên kimyewî û piştgirî li gelê Kurd were îlan kirinê.

Em careke din jenosîda

Helebçeyê bi tundî şermezar û protesto dikin.

Banga Hikûmeta Herêma Kurdistanê, partî û rêxistinên siyasî yên Başûrê Kurdistanê dikin, da ku bona dermankirin û pêçandina birînên Helebçeyê û bona dadgehkirina nokerên herêmî, ku şirîkên qetlîamê bûne, bi hevra kar bikin.

Banga aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê dikin ku di proseya beşdarîkirina Hikûmeta Merkezî da li ser daxwazên xelkên Helebçeyê pêgir bin.

Ji bona ku birîna Helebçeyê bi temamî bikewe, divê hemu partî û rexistinên siyasî û sîvîl ên seranserê Kurdistanê xebat bikin, da ku 16ê Adarê ji aliyê Netewên Yekbûyî ve wekî Roja Jenosîda Gelê Kurd bi fermî were pejirandin û berpirsên vê jenosidê û alîkarên wan yên derve, di dadgeha navnetewî da werin darizandin. Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşengiya karên hanê yên pîroz û dîrokî bike.

Hezar silav li ruhê pak ê şehîdên Helebçeyê.

Em Helebçeyê ji bîr nakin û em nahelin bê ji bîr kirin!

 

16.03.2023

 

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK)

Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK)

Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-TEVGER)

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik