36 sal berê niha, di 13 Tirmehê sala 1989an da, li paytextê Avusturya Viyanayê, rêberekî zana û tekoşerê Kurd, Sekreterê Giştî a Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (HDK-Î) Dr. Qasimlo ligel hevalên xwe, li ser masayê gotubejê, bi destê rejîma xwînxwar a Cumhuriyeta İslamî ya Îranê ve hat şehîd kirinê.
Armanca axundên kevnepererest ji şehîd kirina Dr. Qasimlo, pêşî lê girtina xebata azadiya Kurdistana Rojhilat û tekoşina HDK-Î bû, va dizanî, ku paş şehîd kirina Qasimlo bizava neteweyî têkdiçe û berbelav dibe.
Lê belê axundan jî wekî şahên xwînmijên Îranê, ku dixwastin, bi şehîd kirina rêberên Kurd pêşiya xebata azadiya gelê Kurd bigrin, negihiştin armanca xwe. Xebata berdewam a rêvingên rêbaza Pêşava û hevsenger û şagirdên Dr. Qasimlo, hewn û xeyalên rejima cumhuriyeta Îslamî pûç kir.
Dîrok şahîdê vê yêkê ye, ku kadr û peşmerge û rêvabirên HDK-Î sengerê şehîdan vala nehiştin, alayê xebat û berxwedanê bilind ragirtin.
Şehîd Dr. Qasimlo, her usa mamostayê xebata demokrasî û diplomasiyê bû. Di rewşa siyasiya nu a Rojhilata Navîn da, em pirtir hewcedarê rêhnamayiyên Şehîd Dr. Qasimlo ne di vê warê da.
Paş êrişên Îsrail bo ser Îranê, rejîma Îslamiya Îranê lawaz bûye û ber bi têkçûnê ve diçe.
Em piştrast in, ku neviyên Pêşava, Qasimlo û Şerefkendî, li jêr ronahiya rêhnamayiyên Şehîd Qasimlo xebata xwe bi hêztir dikin, per û baskên rejima axundan li Kurdistana Rojhilatê dişkênin û welatê xwe azad dikin û bi vî awayî tolayê Dr. Qasimlo û hemu şehîdên rêka azadiyê ji rejîma Cumhuriyeta Îslamiya Îranê vedikin.
Em carekî dinê li ber hizura Dr. Qasimlo û hemu şehîdên Kurdistanê, ku bi xwîna xwe ve dara azadiyê şîntir kirine, qirnoş dibin.
Ruhê Dr. Qasimlo û hevalên wî şad rêbazê wan berdewam be.
12.07.2025
PSK- Partiya Sosyalîst a Kurdistanê
Bijî 1ê Gulanê:Cejna Ked, Kar, Azadî û Hevgirtinê
Yaşasın 1 Mayıs: Emek, Özgürlük ve dayanışma Bayramı
Em Qurbaniyên Qirkirina Ermeniyan Bi Rêzdarî Bi Bîr Tînin
Ermeni Soykırımı Kurbanlarını Saygıyla Anıyoruz
22 Nisan, Kürd Gazetecilik Günü Kutlu Olsun!
22ê Nîsanê, Roja Rojnamegerîya Kurd Pîroz Be
Li Rojhilata Navîn Aştî Bi Naskirina Mafên Neteweyî yên Gelê Kurd Ve Pêkan e
Ortadoğu’da Barış Kürt Halkının Ulusal Haklarını Tanımaktan Geçer
Şehîdên Kurdistanê Nemir İn
Halebce’nin Yarası Kanamaya Devam Ediyor