Karanîna madeyên hişbir paşeroja me dixe metirsiyê

Karanîna madeyên hişbir paşeroja me dixe metirsiyê

 Li hemberî vê metirsiyê bêdeng nemînin

Îro bela herî mezin a ku gelê me dixe metirsiyê, bela madeyên hişbirê ye.

Ciwanên me yên bi jehrê madeyên hişbirê dikevin, bi awayekî bêdeng ber bi mirinê ve diçin. Paşeroja me tê tunekirin. Bikaranîna madeyên hişbirê daketîye heta zarokên temenê seretayî.

Di vê qonaxê de hemû tax, kolan, dibistan bûne armanca eşkere ya metirsiya madeyên hişbirê. Zarokên me yên siberoja me ne, li hember baronên madeyên hişbirê bêparastin in. Mal tune ye ku nekeve bin hukmê torên madeyên hişbirê. Kesên dikevin nav lepên tacirên mirinê, yan bi jehrê dimirin, yan tên kuştin, yan jî xwe dikujin. Malbat li hember vê metirsiyê bêçare ne.

Li Kurdistanê tablo di asteke tirsnaktir de ye.

Dema ku li seranserê Tirkiyeyê rêjeya bikaranîna madeyan %3 ye, li Kurdistanê ev rêje li jorê %10 e. Sedema bingehîn a vê problemê bêkarî û xizanîya kûr a li herêmê ye. Mirov kar nabînin, malbat nikarin li zarokên xwe binêrin, nifûsa ciwan bi lez zêde dibe. Wêraniya aborî û civakî ya ku ji ber şer û pevçûnên 40 salan li herêmê çêbûye, hêvîya ciwanan  ji paşerojê kêm dike.

Bi gotineke din, zarokên me û paşeroja me di bin metirsiyeke mezin da ne. Karanîna madeyên hişbirê ji bo gelê me bûye pêvajoyek qirkirineke li ser demê belavbûyî.

Em nikarin li hemberî vê tehdîda qirêjkirin û tunekirina tirsnak a ku li hember gelê me hatiye plankirin bêdeng bimînin.

Em dikarin bi tenê bi ruhê seferberiyeke giştî û hişmendiyeke neteweyî li hember vê metirsiyê bisekinin. Ji bilî ku em ji bo rizgarkirina zarokên xwe û paşeroja xwe dest bi dest bidin, tu rêyeke din nîne.

Em hemû aktorên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, ode, baro, sendîka û komeleyên herêmî vedixwînin ku li dijî metirsiya madeyên hişbirê di platformeke hevpar de bibin yek û têbikoşin.

Berî ku paşeroja me tarî bibe, werin em bi hev re xwedî li zarokên xwe derkevin.

Divê em dereng nemînin, ji anha ve gav bavêjin   …

01.12. 2025

Partiya Sosyalîst a Kurdistan

(PSK)

İçerik Başlıkları

8ê Adarê sembola dijî zulm û zordestiyê, sembola demokratî û wekhevîyê, xebat û serhildanê ya jinan a cîhanî ye. Bi minasebeta 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî bi germî pîrozbahiyê li hemû jinên cîhanê û bi taybetî jinên Kurd dikin.

Jin li hemû welatên cîhanê de hîn jî negîhiştine mafên xwe yên rewa . Li hin welatên Ewrûpayê rewşa wan baştir be jî, lê di  dinayê de bi gelemperî  jin gelek qadên jiyanê de ne xwediyê mafên wek hev in. Mixabin jinên Kurd, hîn jî di bin zulm û zordariyê da ne, hîn jî şîdeta dewlet û şîdeta nav malê li ser wan ranebûye. Zilm û zordestiya li ser jinan û kuştina jin û keçan, bûye karên rojane ku em her roj di nûçeyên TVyan de dibînin û dibihîsin.

Jinên Kurd him ji aliyê dewleta kolonyalîst, him jî ji aliyê civakî da di bin teadayên mezin da dijîn. Lê eger em awirek bidin dîroka Kurdistanê, bo me diyar dibe ku jin, her tim mil bi mil bi mêrên Kurd, li dijî dijmin şer kirine. Di xebat û tekoşîna li hember dewletên dagirker de, di rêza herî pêş da bûne Nimûeya herî dawî di şerê Helepê ya taxa Şêx Mahşûq de şervanek jin li hember erîşên hêzên Sûriyê de şerekî evsanewî dike, ji bo parastina namûş, şeref û keremeta xwe û gelê xwe, bi guleya xwe ya dawî bi destê xwe dawî bi jiyana xwe tîne.

Yek ji wan nimuneyan Jina Emînî, jneke Kurd a 22 salî ye ku 16ê İlona 2022An de li Tehrana İranê hate girtin û bi hovane hate kuştin. Jîna Emîni ne tenê jibo jinên Kurd, herwisa jibo hemî jinên cîhanê bû sembola berxwedanê.

Divê em Leyla Qsim, Margareta û Fata Reş jî bibîr bînin ku kehremenaîya wan di satran û destanên Kurdan de cîhên xwe girtine.

Îro her çend jinên kurd, di qada siyasî û kar de û di hemû qonaxên jiyana civakî de xuya bikin jî, lê  ev têrê nake. Loma jî gelek girîng e ku civata kurd bi xwe xwedî li xwe derkeve. Berî her tiştî, divê neheqiyên li ser jinên Kurd, di nav malê da, di nav civata kurd da rabe. Divê, jin û keç di nav malê da û di nav civata xwe da xwedî jiyanek wekhev û bi rûmet be.

Nuha jî, jin û keçên Kurd, bangê civata xwe dikin ku di hemû aliyan ve bibin alîkar û hevkarê jinan. Jin pêşkeve wê civat jî pêşkeve. Civat pêşkeve, wê ji bo azadiya Kurdistanê hişyarî û hişmendî jî di astek hîn bilindtir da be. Wê bi destxistina azadiya welat û milletê kurd jî zûtir be.

Îro xetera herî mezin a li ser civaka Kurd, bi taybetî li dijê jinên Kurd sistema asîmîlasyon û înkarê ye. Dewleta Tirk bi hemî rê û derfetan dixwaze zimanê Kurdî bide jibîr kirin û nasnameya Kurd tune bike. Eger zimanê Kurdî tune bibe, dê miletê Kurd jî ji holê radibe.

Divê em tev dengê xwe bilind bikin û têbikoşin ku li Tirkîyê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî. Di hemî qadên perwerdehîyê de zimanê Kurdî serbest bibe û zimaê Kurdî bibe zimanê perwerdehîyê.

Herwisa divê jinên Kurd û bi giştî gelê Kurd di hemî qadên jîyanê da bi kurdî biaxifin,bi  kurdî bixwînin û bi kurdî diyaloxê daynin. Bi vê armancê em tev seferber bibin.

Ji bo jiyanek wekhev, azad û bextewar, 8ê Adarê roja jinan a cîhanî bila li hemû jinan û bi taybet jî li jinên Kurd pîroz be.

08-03-2026

Komisyona Jinan a

Partîya Sosyalîst a Kurdistan

        (PSK)

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik