
Di van rojên ku Tirkiye di nav pêvajoyek krîtîk a
hilbijartinan da ye (14 Gulan 2023), wek hemû aktorên siyasî siyaseta PSKê a
hilbijartinê jî tê nîqaşkirin, ji alî hinekan va piştgirî lê tê kirin û ji alî hinekan
va jî tê rexnekirin.
Divê bê zanîn ku helwesta PSKê ya di derbarê hilbijartinên
14ê Gulanê da ji siyasetek hilbijartinê wêdetir, xwedîyê kûrahîya rewşenbîrî,
kevneşopeke siyasî û dîrokî ye.
Helwesta PSKê hem ji bo hilbijartinên serokkomarîyê û hem jî
ji bo parlementoyê, ji hesabên rojane zêdetir, ji mecbûrîyeta şert û mercên
konkrêt yên ku gelê Kurd pê re rû bi rû ma ye, pêktê.
Bi giştî tê qebûlkirin ku Partîya Sosyalîst a
Kurdistanê-pSKê di têkoşîna azadîya Bakurê Kurdistanê da xwedîyê helwestek siyasî
ya bêhempa ye. Ev helwesta siyasî ya yekta, di serî da di pêwendîya ku PSK di
navbera têkoşîna Gelê Kurd a azadîxwaz û têkoşîna demokrasî ya li Tirkiyê da
ava kiriye, xwe nîşan dide. Perspektîfa siyasî ya PSKê ku ji destpêkê va di
slogana "Ji Tirkiyê ra demokrasî, ji Kurdistanê ra azadî" da cih
girtîbû, ne klîşeyek ku li ser maseyê hatibû afirandin, lê bi ezmûna têkoşîna
Gelê Kurd a bi sedsalan neqişî bû. Yanî, di derbarê pirsa Kurd da pêşniyaza “ji
bo Kurdistanê Federasyon û ji bo Tirkiyê demokrasî“, ji encama nirxandina şert
û mercên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê derketiye holê.
Di hindurê pêşniyaza çareserîya federal da dîyalektîk û
hişmendîyek giştî heye. Bi gotinek vekirîtir, di pirsa Kurd da çareserîya
federal bi diyaloga hevbeş, bi têkilîya civaka Tirk û di encama dawîn da bi
makezagonek nû pêwist e.
Bi gotineke din, di pirsa Kurd da çareserîya federal û û di
navbera şîara “ji Tirkiyê ra demokrasî,
ji Kurdistanê ra azadî“ da pevgirêdaneke xurt heye. Pêşketina demokrasîya li Tirkiyê (her çiqas
bi serê xwe çareserî nebe jî) wê ji bo çareserîya Pirsa Kurd hewayek guncav
çêke û ji bo çareserîya federal makezagonek nû hêsan bike. Tirkiyeya ku
pirsgirêka Kurd çareser bike, wê ji bendavên xwe xilas bibe û rêya demokrasîyê
hêsantir bike.
Ezmûna sedsala borî ev pêşbînîya siyasî ya PSKê gelek caran
piştrast kiriye. Her ku li Tirkiyê hewaya siyasî nerm bûye û demokratîk bûye,
têkoşîna azadîya gelê Kurd hêzek mezin bi dest xistiye; gava hewaya siyasî teng
û otorîter bûye, bindestî û çewsandina herî mezin para Milletê Kurd ketiye.
Konjonktura siyasî ya
serdema dawî û erkên Tevgera Kurd
Di 7-8 salên dawîn da hem li parçeyên din hem jî li Tirkiyê
Milletê Kurd raserî êrîşek mezin hat. Em dizanin ku piştî têkçûna pêvajoya
çareserî ya sala 2015an, Tirkiyê siyaseta xwe ya navxweyî û derve li ser
dijberîya-Kurdan ava kir. Di heyama dawîn da piranîya destkeftîyên demokratîk
hatin desteserkirin, dozên girtinê li partîyên Kurdistanî hatin vekirin, qadên
xebata wan a demokratîk û legal hatin tengkirin, bi sedan şaredarên ku hatibûn
hilbijartin hatin girtin, li şûna wan qeyyûm hatin tayînkirin, bi sed hezaran
kes bi biryarên KHK ji kar hatin avêtin û birçî man. Bi gotinek din, Tirkiye û
Kurdistan bû girtîxaneyek vekirî.
PSK di platformên cuda de rewşa heyî nirxand û gihaye encamên
pêwist. Di Banga Lezgîn a Çareseriya Azadî, Demokrasî û Aştiyê da ku, di
09.04.2021an da hate weşandin û di danezana dawî û biryarên Kongreya 3emin
da (30.10.2022) ji bo sînga xwe ji
êrîşên topyekûn yên li dijî Gelê Kurd bike sîper, ji bo xitimandina rewşa
siyasî bê derbaskirin, ji bo rewşek qanûnî û demokratîk bê avakirin pêşnîyazên
zelal û eşkere hatin diyarkirin. Di vê
çarçoveyê da PSKê hem ji bo alîyê tevgera Kurd û hem jî ji bo alîyê hêzên
demokratîk yên Tirkiyê pêşniyara xwe ya ji bo tifaqa dualî nû kir. Li gor vê
yekê hêzên netewa demokratîk a Kurd divê herî zêde li dora daxwazên netewî yên
bingehîn bibin yek, mudaxeleyî pêvajoya siyasî bikin û hewl bidin ku
arastekirina pêvajoyê di berjewendîya Gelê Kurd da bizîvirin. Bi heman awayî,
divê aktorên siyasî yên Kurd bi hêzên guhertin û demokrasî yên Tirkiyê ra
diyalogek tund bikin û ji bo asayîkirin û demokratîkkirina pêvajoya siyasî
yaTirkiyê hewl bidin. PSK di heyama borî de li gor van biryar û perspektîfên
siyasî gelek însiyatîf danî û bi israr bangên xwe yên ji bo Tifaqa Neteweya
Demokratîk û Tifaqa Demokrasîyê berdewam kirin.
Polîtîkaya me ya
hilbijartina 14ê Gulanê li gor hewcedarîyên heyî yên civakê hatiye diyarkirin.
Polîtîka me ya hilbijartinên 14ê Gulanê, bi taybet jî
tevlêbûna me ya nava Tifaqa Azadî û Demokrasî ya Kurd ku HDPê jî di nav da ye,
li gor berjewendîyên stratejîk yên Gelê Kurd hatiye diyarkirin. Her çend hin
dijberên me yên siyasî û kêmhiş û çavkor di têgihiştinê da zehmetîyan dikşînin
jî, siyaseta me ya hilbijartina 14ê Gulanê ji tifaqek hilbijartinê wêdetir
xwedîyê wateyek siyasî û dîrokî ye. Ji bo kêmkirina metirsiyên li pêşîya gelê
Kurd û ji bo em karibin hewa siyasî ji bo berjewendîyên gelê xwe biguherin,
diyalog û tifaqa navbera Kurdan pêdivîyek dîrokî ye. Luksa tu partîyek Kurd nîn
e ku ji vê berpirsîyarîyê bireve. Li alîyê din, meriv nikare li bendê be ku wê
însiyatîfên bi vî rengî ji pirsgirêkan bêpar bin, ev dibe safîtî. Ya girîng ew
e ku em karibin li hember zehmetîyan rawestin û di vî warî de cesareta avêtina
gava yekem nîşan bidin. Di vî warî da Tifaqa Azadî û Demokrasîya Kurd pêngava
yekem e û wek her pêngavê ji kêmasîyan ne dûr e. Me dixwest ku aktorên cuda yên
siyaseta Kurd di vê pêvajoyê de cîh bigirin û ji bo vê jî me hewl da. Ji alîyê
din, divê em zanibin ku ji bo Kurdan pêvajoya esasî piştî hilbijartinan dest pê
bike. Ji ber vê, derfeta temamkirina kêmasîyên heyî û baştirkirina kar ji dest
nehatiye berdan.
PSK, ne bi hesabên teng û pêşqinyatîyê, lê bi perspektîfa
armanca mezin a azadîya Milletê Kurd li têkoşîna siyasî û li pêşerojê dinêre.
Em hewl didin bi pêşbînîyek siyasî rêya xwe diyar bikin da ku her kes û bi
taybet gelê me bi ser bikeve. Em li ser esasê “di siyasetê de dostanî û
dijminatîya mutleq tune” tevdigerin û ya sereke berjewendîyên gelê me ye.
Tifaqa siyasî ne
wekhevbûn e, di xalên hevbeş de hevkarî ye.
Ji bo partîyek ku bi diyalog û aştîyane çareserîya pirsa
Kurd ji xwe ra esas digire (PSK), ji bo çareserkirina pirsgirêkan pir xwezayî
ye ku bi aktorên siyasî yên têkildar ra diyalogê deynin û tifaqê bikin. Di
mantiqê tifaqê da newekhevbûn, hevparî heye. Aktorên ku xwedîyê bername û
taybetmendîyên cuda ne û di xalên esasî da dixwazin li hev bikin û xwe
bigihînin çareserîyê, hem pêwistîya siyasetê û hem jî ya pêvajoya demokrasîyê
ye.
Heman tişt ji bo Tifaqa Azadî û Demokrasîyê a Kurd jî derbas dibe. PSK partîyek xwedî tecrûbeya
50 salî ye. Di demên çûyî de hem bi aktorên siyasî yên Kurd re beşdarî gelek
pêvajoyên tifaqên netewî bû û hem jî bi hêzên Sosyalîstên Tirkiyê re bûye
xwedîyê gelek tecrûbeyên hevkarîyê. PSK ji van însiyatîf û tifaqan qet zirar
nedîtiye, berevajî vê yekê ji bo avakirina tifaqên herdemî ev wek serpêhatî û
destkeftîyên girîng bi nav kiriye û di hişmendîya xwe ya siyasî da tomar
kiriye.
Têgiha herî baş ya ku têkoşîna siyasî ya 50 salî ya PSK bi
nav dike, têgiha îstiqrarê ye. Têgiha îstîqrarê hêmanên hevgirtin, pêşbînî,
pîvan û pêbawerîyê di nava xwe da dihewîne. Mîna her aktorekî siyasî, di
têkoşîna azadîya ku nîv sedsal e didome, dibe ku kêmasîyên PSKê jî hebin û
mirov dikare bibêje hin armancên ku danîye pêşîya xwe jî pêk neanîye. Lê di
nava tu hevoka ku navê PSKê tê da derbas dibe, cîh ji bêserûberî û bêhelwestîyê
ra tune ye. Di salên têkoşîna xwe yên dûr û dirêj da PSKê tu dostekî xwe
xeyalşikestî nekiriye, di nava muxatabên
xwe da her tim pîvan û bawerî telqîn kiriye.
Ji ber ku ew her tim li ser esasê prensîpan nêzîkî her
pirsgirêkê bûye.
Sedema ku di maratonek dijwar a sedsalî da karibûye bi
rûyekî spî ala azadîyê heta bi roja me hilgirtiye ev e.
PSK, ne tenê ya PSKî yan e, destkeftîyek hevpar a Milletê
Kurd e.
24.04.2023
Bayram Bozyel
Serokê Giştî yê PSKê

Bixêr hatî cejna
tekoşîn û azadîyê newroz,
Mizgînîya buharê, remza
berxwedan û serhildanê,
Cejna azadîyê NEWROZ
carekî din bixêr bêy.
Newroz kû strana
azadîyê ye, 3 hezar sal e li welatê me
di bin herc û mercên cûda û dijwar de tê pîroz kirin.
NEWROZ hêvî ye, azadî
ye, berxwedan e, serkeftin e. Îro bûye milk û nirxekî neteweyî. NEWROZ ji bo
gelê Kurd herweha cejna neteweyî ye û bûye tirs û xof ketîye dil û cergê dijminan. Ji bo wê ye qedexe û astengan
derdixin pêş pîrozkirina cejna me ya neteweyî.
Pîrozkirina cejna me ya
neteweyî heman deme da beşekî tekoşîna
me ye, ji bo azadîyê. Ti hêz û asteng nikarbûye agirê Newrozê ji dilê milyonan
vemirîne. Îro jî li çar hêlê welat û dinê
bi milyonan kurd li qadan in, li suk
û kolanan da agirê NEWROZê hildikin, govenda azadîyê digerînin, hêvî û
bawerîya rojên azad mezin dikin.
Gelê me yê têkoşer,
Dijminê gelê me îro jî
ji çar aliyan ve êrîşên xwe didomînin.
Çembera li dora pêçandî
roj biroj teng dikin.
Bi armanca ku
bawerî û îradeya me ya azadîyê bişkînin
hemî rê û rêbazan bikar tînin.
Li dijminê gelê Kurd
tiştekî jibîr dikin. Miletê Kurd ji hemî deman zêdetir hişyar bûye. Hişmendiya
neteweyî ji hemi zamanan zêdetir bilind e. Miletê Kurd li seranserê welat jibo
azadîyê bi wêrekî li ser pîyan e.
Gelê me yê mêrxas û
têkoşer,
Em miletek in ku li
hember gelek komkujiyan li ser xwe mane, ji sedan tengaviyan derketîne, gelek
caran ji mirinan ji nû ve vejiyane. Em dê bi rûyên spî ji van rojên dijwar jî
xilas bibin.
Di vê Newrozê da şert û
mercên me çiqas giran bin, îrade û
hizra me ya azadiyê jî ewqas xurt e.
Di destê me da ye ku em
Newroza îsal bikin bihara azadiyê, despêkek û vejînek nû .
Em ê bi serkevin.
Emê vê sedsalê bi
azadiya Kurdistanê bixemilînin.
Mafê me ye ku em li
welatê xwe Kurdistanê bi awayekê bi rûmet û azad bijîn.
Bi têkoşanê em ê mafê
xwe bidest bixin.
Bijî Newroz!
Bijî azadiya Kurdistan!
20.03.2024
Partîya
Sosyalîst a Kurdistan
(PSK)
Foruma Çep a Kurdistanî: Em bang li hemû hêzên Kurdistanî dikin ku bi yekhelwestî rûbirûyî geşedanan bibin
Komisyona hewldana Yekîtiya Neteweyiya Kurdistanê Êrîşên dewleta Dagirker a Îranê Protesto Kir
Em êrîşên li dijî miletê Kurd û Kurdistanê bi tundî şermezar dikin!
İran İslam Cumhuriyeti’nin Peşmerge Güçlerine Yönelik Saldırılarını Mahkum Ediyoruz
Em Êrîşên Cumhuriyeta Îslamiye Îranê Yên li Ser Hêzên Pêşmerge Mahkûm Dikin
Qasimlo Nemir E
Alevilerin Tüm Hakları Kayıtsız Şartsız Tanınmalıdır
Divê Ferîd Azad were azad kirin
Burjuva Kibrini Ve Şovenizmi Reddediyoruz!
Em Dikarın Bi Hêza Xwe Ya Yekgirtî Qeyda Dorpêçê Bişkînin