
Berxwedana ku bi girtina dikanên bazirganên bazarê ve li Tehranê di 28ê Kanûnê de dest pê kir, anha li seranserê Îranê belav bûye. Çalakîyên ku bi daxwazên aborî li Tehranê dest pê kirin, bi beşdariya jin, ciwan û rêxistinên civaka sivîl gihîştine asta serhildanek dijî rejîmê. Gelê Rojhilatê Kurdistanê di beşdarbûna li berxwedana li Îranê de rolekê girîng dilîze. Piştî berxwedana ku bi kuştina Jîna Emînî di sala 2022an de dest pê kir, gelê Îranê careke din ji bo azadiyê li kolanan e.
Serhildana gelêrî ya li Îranê sedemên xwe yên rewa yên
aborî, siyasî û dîrokî hene.
Rejîma zordar û zalim a li Îranê ji hêla aborî, civakî û exlaqî
ve rizîyaye û gihîştiye dema xwe ya dawî. Çengek mela û elîtên artêşê yên ku
welêt birêve dibin, bacên gel ji bo berjewendiya xwe didizin û xerc dikin.
Rejîma ku çavkaniyên welêt jibo şer û çekan xerc dike, rewatiya xwe ya siyasî
winda kiriye.
Rejîma barbar a Îranê bi komkujî û darvekirinan bersiva
daxwazên gel ên ji bo maf û azadiyan dide. Tenê di sala borî de, rejîmê
zêdetirî 1500 kes darve kiriye.
Di vê qonaxê de, li pêşîya gelê Îranê ji bilî berxwedan û
guhertina rejîma heyî, ti alternativek din nemaye. Rewş gihîştiye xalekê
krîtîk.
Hilweşîn û rizandina navxweyî dikare rejîma Îranê ber bi
helwestek hîn êrîşker ve bibe. Tenê di hefteya dawî de, li bajarên wekî Îlam,
Kirmaşan, Loristan û Hemedanê, zêdetirî 40 sivîl, ku piraniya wan Kurd in, di
xwepêşandanên aştiyane de hatine kuştin û bi hezaran kes jî hatine girtin.
Çarenûsa piraniya kesên hatine girtin hîn ne diyar e.
Ev êrîş û komkujiyên xwînî yên ku ji hêla rejîmê ve li dijî
xelkê sivîl têne kirin divê tavilê werin rawestandin.
Em, wek Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), bi tevahî
piştgiriyê didin têkoşîna gelê Îranê ya ji bo azadiyê li dijî zilmê. Em
amadebûna xwe diyar dikin ku bi gelê Rojhilatê Kurdistanê re di nav hevkarî û
hevgirtina herî nêzîk de bin. Em hewlên partiyên siyasî yên Rojhilatê
Kurdistanê ji bo yekîtî û tifaqa neteweyî ji nêz ve dişopînin û bir germî slav
dikin. Em hemû saziyên siyasî, sivîl û demokratîk ên cîhanê yên ku alîgirê
aştî, demokrasî û edaletê ne, bi taybetî Neteweyên Yekbûyî, vedixwînin ku li
dijî zilm û qetlîamên nemirovane yên rejîma kevneperest a Îranê helwestek bi
bandor bigirin û dengê xwe bilindtir bikin.
06.01.2026
Partiya Sosyalîst a
Kurdistan
(PSK)
Li Rojhilatê Kurdistanê Tifaqa Hêzên Kurdistanî Pîroz Be
Doğu Kürdistan Siyasi Partiler İttifakı Kutlu Olsun!
ZIMAN STÛNA HEBÛNÊYE, LI HEBÛNA XWE XWEDÎ DERKEVE!
DİLİMİZ ULUSAL VARLIĞIMIZIN TEMEL STUNUDUR, ONA SAHİP ÇIKALIM!
1925 Şêx Said Hareketi’nin 101. yıldönümü vesilesiyle kamuoyuna açıklama
Daxuyanî ji bo Raya Giştî Ji bona 101emîn Salvegera Tevgera Şêx Seîd a 1925an
KEDA BOZASRLAN A JIBO DOZA KURD JI BÎR NABE
Daxuyaniya Foruma Çep a Kurdistanê
Li Hember Enfal a li dijî Hebûna Gelê Kurd Bêdeng Nemînin
Kürd Varlığına Yönelik Yeni Enfallere Sessiz Kalmayalım