Berpirsên Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê ragihandin ku bingehên wan li Sileymaniyê ketiye ber êrişa dronan û di emcama wan êrişan da 9 Peşmege şehîd bûne, birîndar jî gelek in.
Rêxistinên welatparêzên Kurdistana Rojhilat gelek caran ragihandine, ku di şer û pevçûnên Amerika û Îsrail ligel Îranê teref ninin, lê belê Rejima kevneperest a Îran û nokerên wan li Iraqê di her derfetek da êrîşên esmanî dikine li ber bingehên Pêşmerge, ku ev yêka jî nişana dijminahiya rejima Îranê li gelê Kurd e û nişan dide, ku rejîm ji hêzên welatparêzên Kurdistana Rojhilatê ditirse.
Em bi tundî êrîşên hovane a Rejima dagirker a Îranê li ser hêzên Pêşmerge mehkum dikin û carekî dinê banga Hikumeta Herêma Kurdistan û Iraq û Yekitiya Ewropa û Amerika û Koma milletan dikin, ku bona pêşî girtina êrîşên hanê gavan bavêjin.
Hevderdî û serxweşiya xwe pêşkeşê Komita Navendî a Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê û bi rêka wan malbat û hevsengerên şehidan dikin.
Ruhê wan şad rêbaza wan berdewam be.
17.07.2026
Buroya Çepemenîyê ya
Partiya Sosyalîsta Kurdistan
(PSK)
Dem Ne Dema Bêhêvîtîyê Ye Zanebûn û Îradeya Azadiyê Ya Gelê Me Ji Her Demê Bilindtir e
Umutsuzluğa Yer Yoktur. Halkımızın Özgürlük Bilinci Ve İradesi Her Zamankinden Daha Yüksektir.
Kürt Halkı Mam Celal’i Unutmuyor
Gelê Kurd mamê Xwe Ji Bîr Nake
25 Eylül: Bir Halkın Özgür geleceğe Dair Umudu
25ê Îlonê Hêvî Ye Ji Bo Paşeroja Azad
YEKXISTINA HÊZÊN PÊŞMERGE LI KURDISTANA BAŞÛR GAVEKE DÎROKÎ YE, PÎROZ BE
GÜNEY KÜRDİSTAN PEŞMERGE GÜÇLERİNİN BİRLEŞTİRİLMESİ TARİHİ BİR ADIMDIR, KUTLUYORUZ
Şehîd Dr. Saîd û Hevalên Wî Nemir İn
Pirsgirêka Kurd heta çareser nebe, aşitî û aramî nayê herêmê!