Em Konferansa Neteweyî ya li Rojava silav dikin.
Di encama pêşketinên dawî yên li Rojhilata Navîn û têkoşîna bi biryar a gelê me de, ji bo azadiya gelê me li Rojava derfetên dîrokî derketine holê.

Ji bo sûdwergirtina ji van derfetên dîrokî, hewldanên yekîtîyê demek dirêj e li Rojava berdewam dikin. Di encama van hemû destpêşxeriyan de, di 26ê Nîsanê de li Qamîşlî konferansek neteweyî ku hemû partîyên Kurdî di nav xwe de digirt, hate lidarxistin.

Di vê konferansê de, belgeyeke vîzyona hevpar a derbarê pêşeroja gelê Kurd de hat afirandin û biryar hat dayîn ku şandeyeke hevbeş ji bo danûstandinên bi Şamê re were hilbijartin. Ev hemû pêşketin gavên dîrokî ne ber bi azadiya gelê me ve. Em hemû aliyan, bi taybetî Mesut Barzani û Mazlum Abdi, ku beşdarî vê pêvajoyê bûn, pîroz dikin û spasiya wan dikin.

Ev gavên ku li Rojavayê Kurdistanê têne avêtin ne tenê rêya azadiyê ji bo Kurdan vedikin, lê di heman demê de dê beşdarî avakirina Sûriyeyek demokratîk û piralî jî bibin.

Bêguman her destkeftiyek li Sûriyeyê were bidestxistin, di heman demê de têkoşîna gelê Kurd ji bo maf û azadiyan li Tirkiyeyê jî bileztir dike.

Li gelê me pîroz be.

26.04.2025
Bayram Bozyel
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê
(PSK)
Serokê Lijneyê
İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik