" Em pejirandina statuyek netewi bo gelê kurd wek mafek rewa û gerdunî dibînin".

 

 

 

 

 8ê Aderê Roja Jinan ya Cîhanî Pîroz be…

Îro 8ê Adarê Roja Jinan ya Cîhani ye.

8ê Adarê; li seranserê dinyayê ji aliyê jinan ve bê cudahiya çîn, nijad û reng wek roja yekitî, piştevanî û têkoşanê tê pîrozkirin. Jin li qadan; balê dikêşin ser kêşeya jinê, li hember têgeha serdestiya mêr daxwaza mafên xwe bi dengek bilind dikin.

Me jinên Kurd mîratê şêrejinên Kurd yên di dîroka xwe da wergirtiye, bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan ya Cîhanî carek dî daxwaza mafên xwe yên neteweyî, çînayetî û regezî dikin. Li her qada ku em lêbin; li kêleka rubirubûna tund û tûjiya têgeha mêrsalarî tund û tûjiya bi destê dewletê tê birêvebirin jî em teşîr dikin û emê berdewam bikin.

Em jinên Kurd; dibêjin  êdî bese milîtarize kirina Kurdistanê, operasyonên leşkeri, bûhabûn, bêkarî û her cureyê politikayên tepeseriyê .

Îro 8ê Adarê em roja jinan carek dî daxwaza perwerdeya bi zimanê zikmakî dikin ku mafek rewa yê jina Kurd e. Zimanê kurdî hem bibe zimanê perwerdeyê hem jî wek zimanê fermî bê qebûlkirin. Em pejirandina statuyek netewi bo gelê kurd wek mafek rewa û gerdunî dibînin.

8ê Adarê roja jinan de; li hember tund û tujiyê, xizaniyê, destdirêjiyê, deshilata mêr û hemî cure zilm û zordariyê emê têbikoşin. Bi balkêşana kêşeya jinê, bi şiara cîhanek wekhev emê têkoşana jinê gûr bikin.

Bi xemek mezin ve em 8 ê Adarê; ji ber erdheja ku li bajarên kurdan dayî bi dilek kiz û şikestî pêşwazî dikin. Li dehan bajarên me bi deh hezaran însanên me bûn qurbanî. Erdhej wek afetek xwezayî, di encama politikayên qirêj yên otoriter û dijayetiya Kurdan veguherî felaketek mezin. Li herêmên erdhejê serbarê rewşa xirab û mexdûriya gelê me trajediya bi serê zarok û jinan hatî dilê me dax dike.

Serê  gelê me sax be. Jibo pêçana birînan û ji nû ve avakirina jiyanek bi ewle bi hemî îmkanên xwe emê li nik gelê xwe bin.

Bijî têkoşana bi rêxistinî ya jina Kurd.

8ê Adarê Roja Jinan ya Cîhanî pîroz be.

08.03.2023

Baskê Jinan yê

Partiya Sosyalista Kurdistanê

             (PSK)

 

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik