Li ser Peymana Lozanê ya ku di 24ê Tîrmeha 1923 de hate îmze kirin 102 sal derbas bûn. Peymana Lozanê destpêka pêvajoyek e, ku rê li ber red, înkar û qetlîamên gelê Kurd vekir.
Di encama Peymana Lozanê de, ku gelê me têda nehatibû temsil kirinê, dewletên emperyalîst û dewletên kolonyalîstên navceyê Kurdistan kirin çar parçe.
Wateya Peymana Lozanê ji bo gelê me tarîtî, zilm, qirkirin û asîmîlasyonê ye. Peymana Lozanê dijî îradeya gelê me ye û statuya koletiyê li ser gelê Kurd ferz dike.
Em carekî dinê Peymana Lozanê red dikin û dewlet û hêzên, ku vê peymanê îmzekirine û bi cih anîne, bi tundî şermezar dikin.
Gelê me wê têkoşîna xwe ya bo azadî û rizgarîya neteweyî bi biryardarî bidomîne û dur an nêzîk Peymana Lozanê bidirîne bavêjê nav zibilxana dîrokê.
24.07.2025
Partîya Sosyalîst a Kurdistan
Foruma Çep a Kurdistanî: Em bang li hemû hêzên Kurdistanî dikin ku bi yekhelwestî rûbirûyî geşedanan bibin
Komisyona hewldana Yekîtiya Neteweyiya Kurdistanê Êrîşên dewleta Dagirker a Îranê Protesto Kir
Em êrîşên li dijî miletê Kurd û Kurdistanê bi tundî şermezar dikin!
İran İslam Cumhuriyeti’nin Peşmerge Güçlerine Yönelik Saldırılarını Mahkum Ediyoruz
Em Êrîşên Cumhuriyeta Îslamiye Îranê Yên li Ser Hêzên Pêşmerge Mahkûm Dikin
Qasimlo Nemir E
Alevilerin Tüm Hakları Kayıtsız Şartsız Tanınmalıdır
Divê Ferîd Azad were azad kirin
Burjuva Kibrini Ve Şovenizmi Reddediyoruz!
Em Dikarın Bi Hêza Xwe Ya Yekgirtî Qeyda Dorpêçê Bişkînin