ENCAMNAMEYA KONGREYA 4EMÎN A MEZIN A PARTÎYA SOSYALÎST A KURDISTANÊ

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) di 15ê Hezîrana 2025an de li Amedê 4emin Kongreya xwe ya Asayî bi serkeftî li dar xist. Kongreya me, bi beşdariyekî berfireh a delegeyan û eleqeya partiyên siyasî û saziyên dostan ji her çar perçeyên Kurdistanê hate lidarxistin. Hêvî û bawerîyekî mezin di têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadî û demokrasiyê de afirand.

Kongreya me di demekê de hate lidarxistin ku kevirên li Rojhilata Navîn li cîhê xwe dilivin û guherînên mezin û dîrokî diqewimin. Di encama pêşketinên zincîra  reaksiyonên li herêmê, rejîma Baasê li Sûriyeyê hilweşiya. Bi hatina hukma nû li Sûrîyê,  gelê Kurd li Rojava li hev civiand û yekîtiyek sozdar ava kirin,  da ku pêşeroja xwe ya azad ava bikin û di avakirina Sûriyeyek nû de bibandor bin.

Sîyaseta rejîma Îslamî ya Îranê ya avakirina Hîlala Şîe û îxraca şoreşa Îslamî, bûne sedema mahkum kirina gelên Îranê bi warê xizanî, birçîbûn û zilmê. Gelên li Îranê ji ber vê sîyaseta axund, li jêr pêkanînên zordar, hovane û zalim ên rejîmê de hatine pelçiqandin. Di dawiyê de, rejîm, ku ji ber hewldanên xwe yên çêkirina çekên qirkirinê yên girseyî rastî zext û ambargoyên navneteweyî hat, bi destwerdana rasterast a Îsraîlê îro  rastî krîzek cidî hatiye.

Qonaxa kaos û hawîrdora şer a ku Îran îro têde derbas dibe, îhtîmal e ku deriyê serdemeke nû li herêmê veke. Di vê wêneyê de, neçar e ku rejîm nikaribe demek dirêj bijî û  fersenda rêya azadiyê ji bo gelê Rojhilatê Kurdistanê vebe.

Kongreya me tekez kiriye ku polîtîkayên înkar, wêrankirin û asîmîlasyonê yên Komara Tirkiyeyê yên sedsal e li hember gelê Kurd dimeşîne gihîştine xalek nedomdar. Krîza siyasî û aborî ya kûr a ku Tirkiye tê de ye, pêwîstiya pêvajoyek çareseriyê ya nû û demokratîk eşkere dike. Her çend Kongreya me biryara PKKê ya danîna çekan wekî encama danûstandinên ku di Cotmehê de dest pê kirine erênî dibîne jî, ew daxuyaniyên rayedarên dewletê yên ku dibêjin "pirsgirêka Kurd bi bêdengiya çekan çareser bûye" ji rastiyê dûr dinirxîne. Kongreya me her wiha daxuyaniyên Öcalan ên ku statuyê ji bo Gelê Kurd nepêwîst dibîne, red dike. Kongra me, têkoşîna sedsalî ya gelê Kurd ji bo azadiyê di heman demê de têkoşîna statuyê dibîne. PSK dê bi biryardarî çareseriyek aştiyane, demokratîk, wekhev û federal ji bo pirsgirêka Kurd biparêze.

Kongreya me ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd çêkirina destûrek nû li ser bingeha hiqûqa demokratîk, piralî û gerdûnî pêwîst dibîne. Destûra nû ya ku were çêkirin divê mafên gelê Kurd ên ji neteweya wan derdikevin misoger bike. Divê hebûna neteweyî û nasnameya gelê Kurd were naskirin, divê Kurdî wekî zimanê fermî û perwerdeyî were qebûlkirin û divê Kurdistan statûyek jê re were dayîn.

Kongreya me tekez dike ku hêzên siyasî yên Kurd li çar perçeyên Kurdistanê divê li hember pêşketinên li Rojhilata Navîn bi yekîtî û hevrêzî tevbigerin.  Kongra me hevkarî û tifaqa hêzên demokratîk ên neteweyî wekî karekî lezgîn ji bo gelê me û ji bo bidestxistina azadiyê li Bakurê Kurdistanê bi nav dike. Avakirina xet û navenda têkoşînê ya hevpar û xurt pir girîng e. PSK careke din îradeya xwe ya dilsoz, bi prensîbî û avaker ji bo hevkarî û tifaqê bi hemî beşên civakî û siyasî re ji bo bidestxistina mafên me yên neteweyî yên demokratîk radigihîne.

Partiya me careke din piştrast kir ku têkoşîna azadiya neteweyî ya gelê Kurd û têkoşîna rizgariya civakî ya karkeran ji hev nayên cuda kirin. Kongreya me li dijî newekheviyên ku ji hêla kapîtalîzmê, her cûre îstîsmarê û dijminatiya li hember jin û xwezayê ve hatine afirandin, biryardariya têkoşîna ji bo pêşerojek dadperwer, wekhev û li ser bingeha hevgirtina civakî tekez dike. Kongre tekez dike ku pergala federal modela çareseriyê ya herî rastîn e ji bo çareseriyek mayînde û wekhev a pirsgirêka Kurd.

Kongreya me ji bo berfirehkirina avahiya rêxistinî ya partiya me û misogerkirina beşdariya çalak a ciwan û jinan armancên nû danîne. Kongrê, perspektîfek siyasî ya nû pejirandiye ku tê de têkoşîna siyasî û rêxistinî dê bêtir were meşandin. PSK, armanca wê yekê kiriye ku têkiliyên xurttir bi gel re ava bike, tora xwe ya rêxistinî berfireh bike û amûrên xwe yên têkoşînê pêş bixe.

Kongreya me bal kişandiye ser pêwîstiya xurtkirina rêxistina dîyasporaya Kurd û kûrkirina têkiliyên bi raya giştî ya demokratîk a navneteweyî re. Dengê gelê Kurd divê ji sînoran derbas bibe; divê hevgirtineke navneteweyî ya bihêztir bi derdorên pêşverû, demokratîk û azadîxwaz ên navneteweyî re were avakirin.

Kongreya 4emîn a PSKê, bi hişmendiya berpirsiyariya xwe ya dîrokî, ji raya giştî re radigihîne ku ew ê bi biryardarî di rêya xwe ya ji bo azadiya gelê Kurd, demokrasiyê li Tirkiyeyê berdewam be û têkoşîna rizgariya civakî ya karkeran bidomîne.

 

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê

                   (PSK)

15ê Hezîrana 2025an – Amed

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik