Îro 31ê Tîrmeh e, salroja a çilûyekan a Enfala Barzaniyan e.
Di 31ê Tîrmeha sala 1983an da, rejima kurdkuj û Enfalan BAAS, 8 hezar mêrên Barzanî yên ku temenê wan ji 7 heta 85ê salî bûn, bi zorê şande Başurê Iraqê û li vir bi komel kuşt û binax kir.
Buyerê hanê di diroka Kurdistanê da wekî Enfala Barzaniyan tê pênase kirinê.
Enfal, ku her usa jenosid bi xwe ye, bingeha siyaseta rejima BAAS bû, ku bi salan ji bona ji holê rakirina Kurd dimeşand.
Enfala Barzaniyan tawana yêkan a rejima BASS nine, berdewamiya Enfala Kurdên Feylî ye.
Taybetmendiyeka Enfala Barzaniyan heye. Enfala Barzaniyan zayendxwaz e. Ango di Enfalên dinê da, jin û mêr, kal û pir û zarok bi hevra hatine Enfal kirinê. Lê belê Enfala Barzaniyan da tenê mêr bûne qurbanê Enfalê.
Divê ji bîra me neçe, ku rejima BAAS ne tenê Enfalê barzaniyan, Enfelen dinê jî li ber çavê birûrayê giştî da encam dan. Bê dengî û alikariyên welatên berjewendiperestên Rojava û Yekitiya Sovyet bûne alikarê rejima BAASê.
Em di salvegera çilûyekan a Enfala Barzaniyan da, li ber hizura şehidên Enfalan qirnoş dibin.
Bi vê boneyê ve carekî dinê bang li hikumeta Herêma Kurdistanê dikin, ku bi alikariya hêzên siyasi û komelên demokratên Kurdistanî hewl bide, daku Koma Milletan 14ê Nisanê, ku ji aliyê Parlamentoyê Kurdistanê ve wekî Roja Enfal hatiye ilan kirinê, weki roja Jenosida Kurdan bipejirine.
31 Tîrmeh 2024
Buroya Çapemeniya
PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan
Komisyona hewldana Yekîtiya Neteweyiya Kurdistanê Êrîşên dewleta Dagirker a Îranê Protesto Kir
Em êrîşên li dijî miletê Kurd û Kurdistanê bi tundî şermezar dikin!
İran İslam Cumhuriyeti’nin Peşmerge Güçlerine Yönelik Saldırılarını Mahkum Ediyoruz
Em Êrîşên Cumhuriyeta Îslamiye Îranê Yên li Ser Hêzên Pêşmerge Mahkûm Dikin
Qasimlo Nemir E
Alevilerin Tüm Hakları Kayıtsız Şartsız Tanınmalıdır
Divê Ferîd Azad were azad kirin
Burjuva Kibrini Ve Şovenizmi Reddediyoruz!
Em Dikarın Bi Hêza Xwe Ya Yekgirtî Qeyda Dorpêçê Bişkînin
KUŞATMA ÇEMBERİNİ GÜCÜMÜZÜ BİRLEŞTİREREK KIRABİLİRİZ