Em Bi Tûndî Şermezar Dikin
Em bi baldarî û matmayî li bahoza ku ji hêla derdorên şovenîst û nijadperest ên Tirk ve piştî beşdarbûna Birêz Mesûd Barzani, Serokê berê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê PDK, di Sîmpozyuma Melayê Cizirî de ku di 28-29ê Mijdara 2025an de li Cîzrê hat lidarxistin, hatiye çêkirin, temaşe dikin.
Melayê Cizirî yek ji kesayetên herî bi hêza di mîrateya çandî ya hevpar a gelê Kurd e. Bîranîn û hembêzkirina wê kesayetiya mezin mafekî xwezayî ya hemû gelên Kurdistanê ye. Serdana Birêz Barzanî ya Cîzîrê yek ji mafên wî yên herî rewa û xwezayî ye.
Lêbelê, hedefgirtina vê serdanê ji hêla hin komên şovenîst, nijadperest û dijî-kurd yên li Tirkiyeyê, ne tenê nîşaneya bêtehamuliya çandî ye, lê di heman demê de nîşaneya dijminatiya kûr a li dijî gelê Kurd e jî.
Ew hêrsa ku ji ber xuyabûna hêzên Pêşmerge di nav hêzên ewlehiyê yên Barzaniyê de derket holê, bi taybetî jî hinceta bûyerê, bi awayekî zelal nîşan da ku tehemûli hêzên ewlehiyê yên rewa yên gelê Kurd jî nayê kirin û li dora vê yekê kampanyayeke sîstematîk a heqaret, nijadperestî û propagandaya dijî-kurd hatiye avakirin.
Lêbelê, serdana Cîzîrê ya Birêz Barzaniyê û tîma wî ya ewlehiyê di çarçoveya saziyên peywendîdar ên dewleta Tirk û pratîkên dîplomatîk de pêkhat.
Êrîşên bêşerm û hovane yên li dijî Birêz Mesûd Barzanî, êrîşeke sîstematîk li ser nasname, çand û hebûna wî ne û nayên qebûlkirin.
Wekî Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, em bi awayekî zelal dibêjin:
* Zîhniyeta ku ji ber hebûna Pêşmergeyan têk diçe, nikare tehemûlê mafên herî bingehîn ên gelê Kurd jî bike.
* Zîhniyeta nijadperest ku heta kombûneke çandî ya sade jî wekî "xeter" nîşan dide, çavkaniya rastîn a pirsgirêkên vî welatî ye.
Em atmosfera nefretê ya ku ji nû ve li dijê gelê Kurd de tê pêkanîn red dikin. Em tekez dikin ku divê her kesê ku li demokrasiyê û aştiyê digere, li dijî vê retorîka êrîşkar û dijî-kurd helwesteke zelal bigire.
Em wek erkê xwe dibînin ku dengê xwe li dijî kesên ku dixwazin dostaniyê û saziyên rewa yên gelê Kurd krîmînalîze bikin bilind bikin.
04.12.2025
Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK
Ofîsa Çapemeniyê
Dem Ne Dema Bêhêvîtîyê Ye Zanebûn û Îradeya Azadiyê Ya Gelê Me Ji Her Demê Bilindtir e
Umutsuzluğa Yer Yoktur. Halkımızın Özgürlük Bilinci Ve İradesi Her Zamankinden Daha Yüksektir.
Kürt Halkı Mam Celal’i Unutmuyor
Gelê Kurd mamê Xwe Ji Bîr Nake
25 Eylül: Bir Halkın Özgür geleceğe Dair Umudu
25ê Îlonê Hêvî Ye Ji Bo Paşeroja Azad
YEKXISTINA HÊZÊN PÊŞMERGE LI KURDISTANA BAŞÛR GAVEKE DÎROKÎ YE, PÎROZ BE
GÜNEY KÜRDİSTAN PEŞMERGE GÜÇLERİNİN BİRLEŞTİRİLMESİ TARİHİ BİR ADIMDIR, KUTLUYORUZ
Şehîd Dr. Saîd û Hevalên Wî Nemir İn
Pirsgirêka Kurd heta çareser nebe, aşitî û aramî nayê herêmê!