Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku 17’ê Adarê serê sibê, dewleta Tirk êrişa hawayi bo ser Kobanî kir û di encama êrişa hanê da, ji malbateka Kurd 9 kes mirin, ku piraniya wan zarok in.
Ev êrîş berdewama êrîşên Tirkiyê ye ku bûye sedema kuştina bi sedan sivîlên bêguneh di nav de gelek zarok. Komara Tirkiyeyê vê carê jî helwesta xwe ya kevneşopî didomîne û dibêje ku tu têkiliya wê bi vê êrîşê re nîne.
Êrîşa Kobanî di demekê de ye ku di derbarê paşeroja Sûriyê de geşedanên girîng diqewimin. Di vê demê da, ku hevdîtinên di navbera Başûrêrojavayê Kurdistanê û hikûmeta navendî de pêş dikevin, êrîşên leşkerî yên Tirkiyê ji tund dibin. Ev yêka hanê jî hêviyên Tirkiyeyê yên derbareyê herêmê nîşan dide.
Divê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê, Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekîtiya Ewropa (YE), DYA û rêxistinên navneteweyî li hemberî van êrîşên Tirkiyeyê helwesteke zelal nîşan bidin û bi zextên li ser Tirkiyeyê ve, rê li ber êrîşên bi vî rengî bigrin.
Weke Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) em êrîşa Tirkiyê ya vê dawiyê ya li ser Kobanê şermezar dikin û bang li hikûmeta Tirkiyê dikin ku demildest êrîşên xwe rawestîne. Em tekez dikin ku dewleta Tirk bi hêzên siyasî yên Başûrêrojavayê Kurdistanê re têkiliyên fermî ava bike, ev tekiliyê wê xizmeta aştiya herêmê bike.
Bi vê munasebetê em wek PSK careke din bang li Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), Partiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (PYNK) û hemû hêzên Kurdistanî yên welatparêz dikin û ji wan dixwazin, ku li dora daxwazên neteweyî kom bibin, daku di ava kirina Suriyeyê nû da karigertir bin.
18 Adar 2025
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)
Ofîsa Çapemeniyê
Foruma Çep a Kurdistanî: Em bang li hemû hêzên Kurdistanî dikin ku bi yekhelwestî rûbirûyî geşedanan bibin
Komisyona hewldana Yekîtiya Neteweyiya Kurdistanê Êrîşên dewleta Dagirker a Îranê Protesto Kir
Em êrîşên li dijî miletê Kurd û Kurdistanê bi tundî şermezar dikin!
İran İslam Cumhuriyeti’nin Peşmerge Güçlerine Yönelik Saldırılarını Mahkum Ediyoruz
Em Êrîşên Cumhuriyeta Îslamiye Îranê Yên li Ser Hêzên Pêşmerge Mahkûm Dikin
Qasimlo Nemir E
Alevilerin Tüm Hakları Kayıtsız Şartsız Tanınmalıdır
Divê Ferîd Azad were azad kirin
Burjuva Kibrini Ve Şovenizmi Reddediyoruz!
Em Dikarın Bi Hêza Xwe Ya Yekgirtî Qeyda Dorpêçê Bişkînin