
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) di 15ê Hezîrana 2025an de li Amedê 4emin Kongreya xwe ya Asayî bi serkeftî li dar xist. Kongreya me, bi beşdariyekî berfireh a delegeyan û eleqeya partiyên siyasî û saziyên dostan ji her çar perçeyên Kurdistanê hate lidarxistin. Hêvî û bawerîyekî mezin di têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadî û demokrasiyê de afirand.
Kongreya me di demekê de hate lidarxistin ku kevirên li Rojhilata Navîn li cîhê xwe dilivin
û guherînên mezin û dîrokî
diqewimin. Di
encama pêşketinên zincîra reaksiyonên li herêmê, rejîma
Baasê li Sûriyeyê hilweşiya. Bi hatina hukma nû li Sûrîyê, gelê Kurd li Rojava
li hev civiand û yekîtiyek sozdar ava kirin, da ku pêşeroja xwe ya azad ava bikin û di avakirina Sûriyeyek nû de
bibandor bin.
Sîyaseta rejîma Îslamî ya Îranê ya avakirina Hîlala Şîe û îxraca şoreşa Îslamî, bûne sedema mahkum kirina
gelên Îranê bi warê
xizanî, birçîbûn û zilmê. Gelên li Îranê ji ber vê
sîyaseta axund, li jêr pêkanînên
zordar, hovane û zalim ên rejîmê de hatine pelçiqandin. Di dawiyê de, rejîm, ku ji ber hewldanên xwe yên çêkirina çekên qirkirinê
yên girseyî rastî zext û ambargoyên navneteweyî hat,
bi destwerdana rasterast a Îsraîlê îro rastî krîzek cidî hatiye.
Qonaxa kaos û hawîrdora şer
a ku Îran îro têde
derbas dibe, îhtîmal e ku deriyê serdemeke nû li herêmê veke. Di vê wêneyê de, neçar e ku rejîm nikaribe demek dirêj bijî û fersenda rêya azadiyê ji bo gelê Rojhilatê Kurdistanê vebe.
Kongreya me tekez kiriye ku polîtîkayên înkar, wêrankirin û asîmîlasyonê yên Komara Tirkiyeyê yên kû sedsal e li hember gelê Kurd dimeşîne gihîştine xalek nedomdar. Krîza siyasî û aborî
ya kûr a ku Tirkiye tê de ye, pêwîstiya
pêvajoyek çareseriyê ya nû û demokratîk
eşkere dike. Her çend Kongreya me biryara PKKê ya danîna çekan wekî encama danûstandinên ku di Cotmehê de dest pê kirine erênî dibîne
jî, ew daxuyaniyên rayedarên dewletê yên ku dibêjin "pirsgirêka Kurd bi bêdengiya çekan
çareser bûye" ji rastiyê dûr dinirxîne. Kongreya me her wiha daxuyaniyên Öcalan ên ku statuyê ji
bo Gelê Kurd nepêwîst dibîne, red
dike. Kongra me, têkoşîna sedsalî ya gelê Kurd ji bo
azadiyê di heman demê de têkoşîna statuyê dibîne. PSK dê bi biryardarî çareseriyek
aştiyane, demokratîk, wekhev û federal ji bo pirsgirêka Kurd
biparêze.
Kongreya me ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd çêkirina destûrek nû li ser bingeha hiqûqa
demokratîk, piralî û gerdûnî pêwîst dibîne. Destûra nû ya ku were çêkirin
divê mafên gelê Kurd ên ji neteweya wan derdikevin misoger bike. Divê hebûna neteweyî û nasnameya gelê Kurd were
naskirin, divê Kurdî wekî zimanê fermî
û perwerdeyî
were qebûlkirin û divê Kurdistan statûyek jê re were dayîn.
Kongreya me tekez dike ku hêzên siyasî yên Kurd li çar perçeyên Kurdistanê divê li hember
pêşketinên li Rojhilata Navîn bi yekîtî û hevrêzî
tevbigerin. Kongra me hevkarî û tifaqa hêzên
demokratîk ên neteweyî wekî karekî lezgîn ji bo gelê me û ji bo bidestxistina azadiyê li Bakurê Kurdistanê bi nav
dike. Avakirina xet û navenda têkoşînê ya hevpar û xurt pir girîng e. PSK careke din îradeya xwe ya
dilsoz, bi prensîbî û avaker ji bo hevkarî û tifaqê
bi hemî beşên civakî û siyasî re ji bo bidestxistina mafên me yên neteweyî yên demokratîk radigihîne.
Partiya me careke din piştrast kir ku têkoşîna azadiya
neteweyî ya gelê Kurd û têkoşîna rizgariya civakî ya karkeran ji hev nayên cuda kirin. Kongreya me li dijî newekheviyên ku ji hêla kapîtalîzmê, her cûre îstîsmarê û dijminatiya li hember jin û xwezayê ve hatine afirandin, biryardariya têkoşîna ji bo pêşerojek dadperwer,
wekhev û li ser bingeha hevgirtina civakî tekez
dike. Kongre tekez dike ku pergala federal modela
çareseriyê ya herî rastîn e ji bo çareseriyek mayînde û wekhev a pirsgirêka Kurd.
Kongreya me ji bo berfirehkirina avahiya rêxistinî ya
partiya me û misogerkirina beşdariya çalak a ciwan û jinan armancên nû danîne. Kongrê, perspektîfek
siyasî ya nû pejirandiye ku tê de têkoşîna siyasî û rêxistinî dê bêtir were meşandin. PSK, armanca wê yekê
kiriye ku têkiliyên xurttir bi gel re ava bike, tora xwe ya rêxistinî berfireh bike û amûrên xwe yên têkoşînê pêş bixe.
Kongreya me bal kişandiye ser pêwîstiya xurtkirina rêxistina dîyasporaya Kurd û kûrkirina têkiliyên bi raya giştî ya
demokratîk a navneteweyî re. Dengê gelê Kurd divê ji sînoran derbas bibe; divê
hevgirtineke navneteweyî ya bihêztir bi derdorên pêşverû, demokratîk û azadîxwaz
ên navneteweyî re were avakirin.
Kongreya 4emîn a PSKê,
bi hişmendiya berpirsiyariya xwe ya dîrokî, ji raya giştî re radigihîne ku ew ê
bi biryardarî di rêya xwe ya ji bo azadiya gelê Kurd, demokrasiyê li Tirkiyeyê berdewam be û têkoşîna rizgariya civakî ya karkeran
bidomîne.
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê
(PSK)
15ê Hezîrana 2025an – Amed
Pirsgirêka Kurd heta çareser nebe, aşitî û aramî nayê herêmê!
Kürd Sorunu çözülmeden Bölge’ye Barış Ve Huzur Gelmez!
Kürdistan Sol Partiler Forumunun Açıklaması
Daxuyaniya Foruma Çep a Kurdistanê
PIRSA KURD NE MIJARA TERORÊ YE, PIRSA AZADIYA NETEWEYEK E
KÜRT MESELESİ TERÖR SORUNU DEĞİL, BİR ULUSUN ÖZGÜRLÜK MESELESİDİR
Êşa Şengalê Hîn Jî Didome!
Şengal'in Acısı Dinmedi!
Êşa Barzaniyên Enfalkirî Berdewam e
Foruma Çep a Kurdistanî: Em bang li hemû hêzên Kurdistanî dikin ku bi yekhelwestî rûbirûyî geşedanan bibin
Meclîsa Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) di
7ê Çileya 2023an de civîya, mijara hilbijartinên herêmî yên ku wê di 31ê Adara
2024an de bên kirin nirxand û biryar da ku siyaseta me ya hilbijartinê, ku
çarçoveya giştî ya wê di 3.emîn Konferansa PSKê a di 16-17ê Kanûna Pêşîn a
2023an de hatiye diyarkirin, bi dawî bike û encamên jêrîn bi raya giştî re
parve kir.
Di pêvajoya
hilbijartinên herêmî yên ku wê di 31ê Adara 2024an de bên kirin, gelê me û welatê me di pêvajoyek girîng re
derbas dibe. Polîtîkayên înkar û tundî yên ku li ser gelê Kurd tên kirin di van
deh salên dawî de ji her demê zêdetir zêde bûne. Îradeya gelê me bi polîtîkayên
qeyûman ên ku bûne rûtîn tê paşguhkirin. Partîyên siyasî yên Kurd bi dosyayên
cûr be cûr hatin girtin. Qada siyasî ya Kurdan teng bûye û bêhn nayê standin. Herî
dawî kampanya heqaret û lînçê, ku bi teşwîqa dewletê li dijî nirxên netewî yên
gelê Kurd hatiye destpêkirin, gihiştiye astek xeternak. Hebûn û nirxên netewî
yên gelê me kirine hedefa êrîşên nîjadperest û şovenîst.
Hilbijartinên
herêmî yên 31ê Adarê ji bo rawestandina êrîşên dijminane yên li dijî hebûna
netewî ya gelê Kurd, nirxên wî yên pîroz û vîna wî ya azadîyê, derfetek girîng
e. Li ser me ferz e ku em vê derfetê bikar bînin û pêvajoya înkar û çewisandina
li ser gelê xwe paşve bixin.
Ger
em di hilbijartinên di 31ê Adarê a 2024an de hêzên xwe bikin yek, em him dikarin
xwe bi rêve bibin û him jî bajarên xwe bikin baxçeyên ziman û çanda Kurdî.
Ji
bo vê jî pêdivîya me bi hevkarîyek hilbijartinê heye ku hemû hêzên me yên netewî
yên demokratîk, cihêrengîya etnîkî, olî û çandî û kombûna rewşenbîrî bîne cem
hev. Hemû aktorên me yên siyasî dikarin ji bo berjewendîyên hevpar ên gelê xwe
bên cem hev, heman demê de jî taybetîyên xwe biparêzin û cudahîyên xwe wek
dewlemendîyekê bihesibînin. Hevkarîya hilbijartinê ya berfireh, ne tenê wê
bikaribe bajarên xwe bi dest bixin, belkî ji bo gelê me dikare bibe çavkanîyek
mezin a bawerî û moralê û navendek balkêş. Hevkarîya hilbijartinan a bi vî
rengî dikare di pêşerojê de ji bo tifaqên netewî yên mayînde û stratejîk jî
bibe bingehek xurt.
Bê
şik emê bi saya hevkarîyek berfireh a hilbijartinê, ya ku hesret û hêviya gelê
me ye, rêveberîya hemû bajarên Kurdistanê bi dest bixin. Hêz û îradeya me heye
ku em bajarên xwe yên ku ji alîyê fizîkî, dîrokî û çandî ve hatine hilweşandin
ji nû ve ava bikin. Di destê me de ye ku em hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê
bi şîara “Li bajarên Kurdan cihê tu partîyek sîstemê nîne” veguherînin
referandûmê. Em dikarin bi encamên hilbijartina 31ê Adarê nîşan bidin ku em
dikarin hem bajarên xwe hem jî welatê xwe bi rê ve bibin.
Hevkarîya
hilbijartinê ya ku hemû potansîyela siyasî ya Kurd tê de hebe, divê li gor
bernameyek ku daxwazên gelê Kurd ên bingehîn, lezgîn û demokratîk ên netewî di
nav xwe de dihewîne pêk bê.
Naskirina
nasnameya gelê Kurd di asta destûrî de,
Di
qada giştî de naskirina zimanê Kurdî wek zimanê perwerdeyê û qebûlkirina wî wek
zimanê fermî,
Bi
hemû dewlemendîya xwe ji nû ve vejandina ziman, çand û dîroka Kurdî,
Aşkerekirina
gorên rêberên Kurd ên windakirî,
Vegerandina
navên Kurdî yên hemû cîh û warên dîrokî, erdnîgarî û çandî,
Bidawîkirina
dosyayên girtina partîyên siyasî yên Kurd û tolhildana ne rewa ya li dijî
kadroyên siyasî yên Kurd,
Naskirina
mafê gelê Kurd ku di welatê xwe de xwe bi rê ve bibe û hwd. di nav hevkarên
hilbijartinê
de xalên hevpar bin.
Hevkarîya
Kurd a ku di hilbijartinên 31ê Adarê de bê avakirin, ne tenê di mijara maf û
azadîyên bingehîn de dikare têkoşînek hevpar derxe holê, di heman demê de
rêveberîyên herêmî jî ji bo pêkanîna van daxwazan veguherîne fersendekê.
Meclîsên
bajaran wê di bin rêveberîya hêzên neteweya demokratîk a Kurd de bibin meclîsên
herêmî. Meclîsên ku emê bi rê ve bibin xwedîyê erkek dîrokî ne ku dikare
nasnameya Kurdî bidin naskirin, Kurdî wek zimanê perwerdeyê vejînin, navên Kurdî
vegerînin, di warê ziman, çand û dîroka Kurdî de xebatên bi bandor bikin,
bîranînên mezinên Kurd payedar bikin û ji bo nifşên nû yên saxlem, berpirsiyar û
hişmend bigihînin, dikare erkek dîrokê hilgire ser milên xwe.
Bi
rêveberîya meclîsên hevpar emê hewl bidin ku meclîsên herêmî ji bin wesayeta
meclîsa navendî derkevin û bandora meclîsa navendî ya li ser meclîsên herêmî
dakeve asta herî kêm. Ji bo ku walî, qeymeqam û midûrên polîsan bi hilbijartinan
bên ser desthilatdariyê wê têkoşînek çalak bê meşandin. Bi girtina rêveberîya
hemû bajarên me, di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê de, em dikarin berê pergala
sîstema ezperestî û navendperestîyê bidin sîstema navendî ya ademî. Heger em di hilbijartinên 31ê Adarê de serkeftinek
mezin bi dest bixin, em dikarin bi awayekî defakto bibin xwedî derfet ku em
welatê xwe bi rê ve bibin. Encamên hilbijarînên herêmî yên 31ê Adarê dikare
sîstema navendperest û otorîter, a ku çavkaniya hemû pirsgirêkan e, veguherîne
federalîzmê.
Tiştê
ku ji bo vê yekê bê kirin, divê hemû aktorên siyasî, alîyên ku di tekoşîna gelê
Kurd de dibêjin em hene, bi berpirsiyarî, bi pêşbînî û li ser bingeha berjewendîyên netewî,
nêzîkatîyekê raber bikin.
Partîya
Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) ji bo bicîhanîna armancên ku li jor hatine
diyarkirin wê bi hişmendî û berpirsiyarîyek mezin helwest û têkildarîya xwe
berdewam bike.
08.01.2024
Partîya Sosyalîst a
Kurdistan
(PSK)
Encumena Partîyê
Pirsgirêka Kurd heta çareser nebe, aşitî û aramî nayê herêmê!
Kürd Sorunu çözülmeden Bölge’ye Barış Ve Huzur Gelmez!
Kürdistan Sol Partiler Forumunun Açıklaması
Daxuyaniya Foruma Çep a Kurdistanê
PIRSA KURD NE MIJARA TERORÊ YE, PIRSA AZADIYA NETEWEYEK E
KÜRT MESELESİ TERÖR SORUNU DEĞİL, BİR ULUSUN ÖZGÜRLÜK MESELESİDİR
Êşa Şengalê Hîn Jî Didome!
Şengal'in Acısı Dinmedi!
Êşa Barzaniyên Enfalkirî Berdewam e
Foruma Çep a Kurdistanî: Em bang li hemû hêzên Kurdistanî dikin ku bi yekhelwestî rûbirûyî geşedanan bibin