JI BO ÇAPEMENIYÊ Û RAYA GIŞTÎ

Meclisa Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) di civîna xwe ya di 11ê Çileya 2026an de pêşketinên siyasî li Rojhilata Navîn, Kurdistan û Tirkiyeyê nirxand û  nexşerêyek ji bo serdema pêş destnîşan kir û guncaw dît ku daxuyaniya jêrîn bi çapemenî û raya giştî re parve bike.

 Geşedanên dawî yên li herêmê careke din nîşan didin ku pergala dijî-kurd a ku 100 sal berê li Rojhilata Navîn hatiye damezrandin gihîştiye xalek nedomdar. Rejîmên kevnar, nijadperest û înkarker ên li herêmê ji bo parastina hebûna xwe serî li her cûre tundûtûjî, zilm û komkujiyan didin.

 Em komkujiya li ser Kurdên li Helebê şermezar dikin.

 Piştî hilweşîna rejîma Baasê li Sûriyeyê, bermahiyên DAIŞê yên hêzên cîhadîst ên ku Şamê kontrol dikin, piştî komkujiyên li dijî Elewî û Durzîyan yên sala parîn niha jî serî li rêbazên hovane li ser Kurdên ku li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dijîn dane.

 Di êrîşên ku bi çekên giran, top û tankan hatine kirin de bi sedan sivîl, jin û zarok li taxên Kurdan ên li Helebê hatin qirkirin. Zêdetir 200,000 Kurd ji cih û warên xwe hatin derxistin û neçar man ku ji malên xwe birevin. Tiştê ku li Kurdên li Helebê  hat kirin jenosîdeke rastîn e û sûcek li dijî mirovahiyê ye.

 Em êrîşên nemirovane yên li dijî gelê me bi tundî şermezar dikin.

 Ji aliyekî din ve bêdengiya hêzên navneteweyî li hember komkujiya li dijî Kurdên li Helebê bi tevahî şermek e mezin e. Tirkiyeyê, bi polîtîkayên xwe, rejîma cîhadîst a li Şamê teşwîq û cesaret kiriye da ku êrîşî Kurdên sivîl ên li Helebê bike. Em vê helwesta dijî-kurd bi tundî rûreş dikin.

 Rastiya ku hemû tiştên li ser erdê nîşan didin ev e: bêyî avakirina pergalek federal a piralî û demokratîk ku hemî komên etnîkî û olî yên li Sûriyeyê, Kurd, Elewî, Durzî û Xiristiyan, di nav xwe de negire, ne mimkûn e ku aştî û aramî li vî welatî were avakirin.

 Saziyên navneteweyî û welatên xwedî bandor li Sûriyeyê berpirsiyar in ku avakirina pergalek berfireh, piralî û demokratîk li Sûriyeyê misoger bikin.

 Li Rojava, ji bo ku Kurd azadî û statuya siyasî bi dest bixin, pir girîng e ku partiyên Kurdî bi yekîtî û li dora stratejiyeke hevpar tevbigerin.

 Daxwaza azadiyê ya gelên Îranê rewa ye û em piştgiriyê didin wê

 Îran careke din di nav aloziyê de ye, di demên dawî de gel daket kolanan. Piştî berxwedana keça Kurd Jîna Emînî di sala 2022an de, gelên Îranê, di serî de li Rojhilatê Kurdistanê di heman demê de li seranserê Îranê, li dijî zilm, xizanî û darvekirinan daketin kolanan.

 Rejîma kevneperest bi komkujî û darvekirinan bersivê dide daxwazên rewa yên gelên Îranê yên ji bo azadî, demokrasî û edaletê. Di serhildana gelen İranê de hejmara sivîlên ku ji hêla hêzên dewletê ve hatine kuştin nêzîkî hezarî ye, û bi deh hezaran jî hatine girtin.

 Komkujiyên li dijî sivîlan ku tê kirin bêhêviya rejîma heyî nîşan dide. Rejîma paşverû a li Îranê, ku çavkaniyên welêt ji bo şer û çekan xerc dike, gelê xwe mehkûmî xizaniyê dike û daxwazên wan ên azadiyê bi darvekirinan tepeser dike, dawiya xwe jî nêzîk dike.

 Em bi tevahî piştgiriyê didin têkoşîna dadperwer a gelê me yê Kurd ê Rojhilat û hemû gelên li Îranê kû ji bo azadî, demokrasî û jiyaneke mirovî têdikoşin.

 Divê em hewl bidin da ku hemû hêzên cîhanê yên ku alîgirên demokrasî, aştî û edaletên e ji bo piştgiriya têkoşîna rewa û bi rûmet a li Îranê çalak bibin.

 Divê Tirkiye  siyaseta xwe ya dijî-kurd biterkîne

 Li Tirkiyeyê, têgihîştina tundûtûjî û rewşa bêçare ya li ser bingeha dijî-kurd hîn jî berdewam dike.

Pêvajoya ku PKK çekan deyne, ku ji ber pêşketinên li herêmê derketiye holê, ne diyar e.

Çareseriyek aştiyane û wekhevî a pirsgirêka Kurd ne di rojevê da ye û gavên demokratîk ên herî kêm jî nayên avêtin. Gavên pêwîst ên qanûnî û hikukî ji bo vegera kesên ku çekên xwe danîne nayên avêtin.

 Em dixwazin careke din tekez bikin ku siyaseta înkar û tundûtûjiyê ya ku di pirsgirêka Kurd de tê meşandin, bingeha hemî krîzên aborî, siyasî û civakî yên ku li Tirkiye rûdidin e. Avakirina aştî, demokrasî û aramiyê li welatekî ku mafên neteweyî û demokratîk ên gelê Kurd lê têne desteserkirin ne mimkûn e.

 Destnişankirina pirsgirêka Kurd bi tundûtûjî û terorê re tenê rewşa heyî kûrtir dike.

Çareserî ew e ku hemî mafên rewa yên gelê Kurd ên ku ji netewebûna wan derdikevin werin naskirin û bi destûrî werin garantîkirin. Ji bo vê yekê, divê rêvebirên Tirkiyeyê di zûtirîn dem de dev ji zihniyeta xwe ya dijî-kurd hem li hundur hem jî li derva berdin.

 Ji aliyekî din ve  tundûtûjî û şerxwazî a li hember pirsgirêka Kurd, Tirkiyeyê xistiye nav krîzeke aborî ya bêhempa. Teqawîdbûyî, kesên ku mûçeya herî kêm distînin û kesên kêmendam nikarin pêdiviyên xwe yên herî bingehîn bicîh bînin. Nîvê civaka Tirkiyeyê mehkûmî jiyaneke birçîbûnê ye, ev rewş jî ji jîyanekê birûmet dûr e.

 Xizanî û neheqîyên di warê aborî de hêviyên ciwanan ji bo pêşerojê dişkîne. Feqîrî û xizanî li Tirkiyeyê dibe sedema hilweşîneke mezin di warên civakî, çandî û psîkolojîk ên civakê de.

 Di vê çarçoveyê de, karanîna madeyên hişber li Tirkiye û Kurdistanê gihîştiye astek pir zêde. Bi hezaran mirovên me ji ber karanîna madeyên hişber jiyana xwe ji dest didin an jî ji ber pirsgirêkên tenduristiyê saxîya xwe winda dikin. Bikaranîna madeyên hişber veguheriye komkujiyek li dijî gelê me, ku di demê re belav bûye.

 Em bang li hemû partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, rêveberiyên herêmî, cîhana akademîk û saziyên têkildar dikin ku li dijî gefên madeyên hişber ên ku pêşeroja me tarî dikin helwestek hevpar bigirin.

 Yekîtiya neteweyî xalekî girîng e

 Em dixwazin vê xalê tekez bikin: Pêşketinên herêmî cara yekem çareseriya pirsgirêka Kurd ewqasî xistîye rojevê , çarenûsa çar perçeyên Kurdistanê bi hev ve girêdaye.

 Çareseriya pirsgirêka Kurd êdî ferz bûye.

 Ji ber vê sedemê, li her perçeyekê Kurdistanê hevkarî û tifaqa di navbera Kurdan de ferz bûye. Herwisa diyalog, hevgirtin û hevrêziya di navbera aktorên siyasî yên Kurd de li her çar perçeyên Kurdistanê bûye pêdiviyek pêwîst.

 Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) amade ye ku di van hemû mijaran de rolek avaker, berpirsiyar û yekgirtî bigire ser xwe û vê yekê wek erkekê neteweyî dibîne.

 12.01 2026

 Partîya Sosyalîst a Kurdistan

                 (PSK)

          Meclîsa Partiyê

 

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik