Ji Bo Raya Giştî a Welatparêz
Kurdistanîyên hêja, Xwişk û birayên welatparêz;
Heval û dostên bi rûmet;
Em miletekî bin dest, welatê wî perçekirî, dîroka tekoşîna wî bi xwînîyê. Êş elem,katlîam û talan, koç û koçberî, heps û zindan, rengê jîyana me ye.
Bê gûman li rûyê vê erdê tu kesekî jîyanekî bi vî rengî ne razîye. Ji bo kû rengê jîyanê were gûhartin, ji bo kû gel li ser axa xwe, azad û serbest bijî, bê gûman tekoşînekî bê hempa pêvîstbûn û pêvîst e.
Di nav civata Kurd de kesên zana, ronakbîr, şoreşger û xwedî wijdan li hember zilm û zordarîya dagirkeran bêdeng neman. Wan Kesên jîr û zana li hember civata xwe, li hember milletê xwe xwe berpirsîyar dîtin û ketin nav tekoşînê.
Gel bi rêxistin kirin, riya rizgarîyê nîşandan. Agirê azadî û serbestîyê di nav dilê gelde geş kirin, doz roj bi roj bilind bû, û dibe. Li hember hemû astengan, û zordarîya dagirkeran tekoşêrên Kurd, dest ji vê dozê bernedan û nadin.
Dost û hevalên delal;
Di nav civata Kurd de, ji van ronakbîr, zana, şoreşger û rêberê gelê Kurd yek jî Dr. Abdulrahman Qasimlo bûn.
Dr. Qasimlo, li rojhilatê Kurdistanê serkêşî û rêbertîya şoreşê dikirin. Li hêlek li hember rejîma xwînxawar a cumhurîya îslamî a îranê şeref û hesîyeta gelê kurd diparastin, li hêla din heta jê dihatin dixwest, pirsgirêka Kurd û kurdistanê bi rîya dîalog, û aşîtîyane were çareserkirin.
Dr. Qasimlo, Ji vir 35 sal berê ji bo çareserîya pirsa Kurd, li Vîyana bi karbidestên Rejîma îranê re runişt. Armanc ew bûn kû pirsgirêk bi rîya hevdîtinan, bi guftu go, ango bi rîya dîalog û aşîtîyêde were çareserkirin.
Lê dijminê dagirker û bêbext, Dr Qasimlo û du hêvalê wî bi namerdi li ser masa dîalogê şehîd kirin. Li ser şehîd bûna wî azadîxwazî. aşîtîxwaz û mêrxasî 35 sal derbas bû.
PDKI sebaret 35 salîya şehîd kirina Dr. Qasimlo û hevalên wî , roja 13.07.2024 de, Li Peytextê Alman Bajarê Berlîn û Frankfurtê xwepênîşandanekî bîranînê li dardixe.
Em wek PSK- Meclîsa Dervayî Welat, banga me ji bo raya giştî a welat parêz eve; li van her du bajarên ku PDK-Î li dijî rejîma xwinxwar a Îranê û ji bo bîranîna Şehîdê navdar Dr. QASIMLO xwepênîşan li darxistîye. Hêvîya me ewe, gelê me, birayên xwe yên Rojhelat bi tenê nehêlin û beşdarîya xwepênîşandan bibin.
Dost û hevalên hêja;
Li hember zordarên Kurdistanê bê deng nebe. Roja 13.07.2024 de beşdarê xwepênîşandana li Berlîn û Frankfurtê bibe.
PSK- Nûnertîya Meclîsa Dervayî Welat
Dem Ne Dema Bêhêvîtîyê Ye Zanebûn û Îradeya Azadiyê Ya Gelê Me Ji Her Demê Bilindtir e
Umutsuzluğa Yer Yoktur. Halkımızın Özgürlük Bilinci Ve İradesi Her Zamankinden Daha Yüksektir.
Kürt Halkı Mam Celal’i Unutmuyor
Gelê Kurd mamê Xwe Ji Bîr Nake
25 Eylül: Bir Halkın Özgür geleceğe Dair Umudu
25ê Îlonê Hêvî Ye Ji Bo Paşeroja Azad
YEKXISTINA HÊZÊN PÊŞMERGE LI KURDISTANA BAŞÛR GAVEKE DÎROKÎ YE, PÎROZ BE
GÜNEY KÜRDİSTAN PEŞMERGE GÜÇLERİNİN BİRLEŞTİRİLMESİ TARİHİ BİR ADIMDIR, KUTLUYORUZ
Şehîd Dr. Saîd û Hevalên Wî Nemir İn
Pirsgirêka Kurd heta çareser nebe, aşitî û aramî nayê herêmê!